Mamosteyên ji kar hatin avêtin bi hilberînê debara xwe dikin

  • 09:07 14 Cotmeh 2020
  • Jiyan
Medya Uren
 
AMED - Hazal Unat Aslan a ku di şaredariyê de dixebitî, piştî bi KHK’ê ji kar hat durxistin ew û hevjînê xwe bi hilberîna xurekê debara xwe dikin. Hazalê wiha got: “Bi KHK’ê re bi hezaran xebatkarên mîna me bê kar man û bi zahmetî debara xwe dikin.  Em tenê du kes ji wan xebatkaran e û hewl din bi hilberîna xurekê debara xwe bikin.”
 
Piştî 15’ê Tîrmehê hewldana darbeyê şûnde hikûmetê darbe kir hincet û bi hemû hêza xwe êrişî muxalîfan kir. Di 21’ê Tîrmehê de OHAL hat îlankirin û bi Biryarnameyên di Hukmê Qanûnê (KHK) hatin weşandin binpêkirinên mafan ku pêk hatin  bi awayekî dijhiqûqî berdewam dikin.  Bi vê re bi hezaran mamoste bi KHK'yên hatin weşandin ji kar hatin derxistin. Hazal Unat Aslan (40) û hevjînê wê di heman demê de bi KHK’yê ji kar hatin derxistin û niha debara xwe bi hilberîna xurekan dikin. 
 
'Jiyana me ser û bin bû'
 
Hazal Unat Aslan di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser mexduryeta bi KHK’yê re jiyan û wiha got: “Min di şaredariyê de di qada jinan û di qada hilberînê de kar dikir. Hevjînê min ji mamoste bû. Piştî darbeya 15'ê tîrmehê e em herdu jî hatin îxarckirin. Bi KHK’yê re ji jiyana me ji weke ya gelek welatiyên din seru bin bu. Tiştekî ku em xwe pê bigirin nema. Ger em bi tenê jî bûna wê baş ba.  Lê 2 zarokên ku em neçarin wan xwedî bikin jî hene. Ji derveyî wê nexweşiya min ji hebû. Mixabin rewşa me pir bi pirsgirêk derbaz bû. Em ketin astengiyên mezin.”
 
‘Me dest bi hilbera xurekê kir’
 
Hazal diyar kir ku bi KHK’ê re xwestin me têk bibin lê em ferî têkoşînê bûn û em li ser lingên xwe sekinîn. Hazal wiha berdewam kir: “Berê jî hemû xureka ji bo malê pêwist min bixwe amade dikir. Ji turşiyê heta bi ava firngiyan me bi xwe çêdikir. Bi vî rengî min û hevjînê xwe me biryar da ku em bi hilberîna xurk debara xwe bikin. Em hemû xurekên xwe bi awayê xwezayî amade dikin. Ev ji bo me girîng e. Me wisa dest bi xebata xwe ya nu kir. Ji xwe şansek yê me yê din tune bû. Em ji hemû mafên xwe hatibûn durxistin.”
 
‘Hemu tiştên me xwezayî ne’
 
Hazal û hevjîna xwe îsot, firingî, bacanên reş û gelek cureyên din yên sebze  bixwe diçînin û hişk dikin. Hemû sebzeyê ku difiroşin jî bi keda destê wan hatine mezin kirin û hişkkirin. Hazal wiha bahsa sebzeyê ku amade dike kir: “ava îsot û firingiyan, reçel, fêkî û zebzeyên hişk kirî, mewîj, gûz, behîv, mişmiş, simaq, dohnê zeytê, bastîq û gelek cureyên dermanên giyayî em bi xwe çêdikin û difiroşin. Bi taybetî jî  ava  firngî û îsotan û reçela xwe em bi rêbazên xweza çêdikin. Gelek cureyên weke guz, dohnê zeytê û giyayên din jî em ji gundên qerejdaxê distînin ku ew ji xwezayî ne. Kêfxweşiya kiryaran ji bo me girîng e. Gelek hevalên me jî jî bo piştgiriyê, ji bo bi me re bibin alîkar tên ji me vê xurekê digirin.”
 
‘Ji me re gotin bi koka darê bijîn’
 
Hazal got ku pandemî û qeyrana aborî jî bi KHK’yê re li ser wan bû bar û wiha got: “Em nikarin debara xwe bikin lê em neçarin bi awayekî bijîn. Em jin ji kesên hilberîner û jêhatî ne. Li gorî min em bixwazin em ê bikaribin her karî bikin. Jiyana me tijî astengî ne, lê em ê bi ked û sekna xwe bikarin bi serbikevin. Dema me îxrac kirin gotin bila bi koka darê bijîn, lê bila bibînin ku li rexmî astengiyên wan em dikarin debara xwe bikin."