Li Berîvanên dixwazin derkevin zozanan zexta nasnameyê

  • 09:09 4 Îlon 2020
  • Jiyan
Şehrîban Abî
 
COLEMÊRG - Welatiyên li gundikê Wargenima yê girêdayê gundê Hirmî ya Gevera Colemêrgê dijîn, gîhayên ji erdên xwe çinîne bi hinceta qedexeyê nikarin bînin gundê xwe. Berîvan jî her roj di bin kontrola nasnameyê de diçin zozanan.
 
Welatiyên li gundikê Wargenima yê girêdayê gundê Hirmî yê Gevera Colemêrgê dijîn, debara xwe bi çandinî û sewalkariyê dikin. 50 mal li gundik dijîn û li dora mezrayê 5 qerekol hene. Welatiyên gîhayên havînê çinîne niha ji ber hinceta ewlehiyê nikarin bînin gund. Ji bo zivistanê jî gîha û kayê dikirin. Berîvanên her sibeh diçin pez bidoşin jî bi saetan di rê de bi hinceta kontrolê tên sekinandin.
 
‘Bavê min ji aliyê leşkeran ve hat kuştin’
 
Armuş Şen yê 24 salî got ew li vî gundî mezin bûye hemû jiyana wan li gunde û got: “Me şahidiya gelek bûyeran kir. Li gelek deverên gund madeyên teqemeniyê hene û apê min ji ber vê jiyana xwe ji dest da. Bavê min di encama guleya leşkeran de mir. Tu sûcê bavê min tunebû. Em dixwazin ku kujerê bavê min bê cezakirin. Me wê demê ji bo bavê min gazî ambulansê kir lê destur nedan.”
 
‘Em bi awayekî azad nikarin bijîn’
 
Armuşê di berdewamiyê de daxuyakirin ku roja diçin zozanan ji aliyê leşkeran ve gelek caran tên sekinandin û îmze tê xwestin û nasname tê lêpirsînkirin û got: “Hêzên ewlehiyê destur nadin em sewalên xwe biçêrînin. Gelek sewalên di nav tozê de man telef bûn. Em dixwazin bi awayekî azad bijÎn. Em tu tiştî nikarin bi dilê xwe bikin.”
 
‘Em ji derve gîha digirin’
 
Mehbîbe Îbîş jî bi lêv kir ku ji bilî wan kes li gundik najî û got: “Dîsa jî em her roj bi zext û lêpirsînan re rûbirû  tên. Em nizanin çi bikin. Em nikarin gîhayên ku me çiniye jî bînin malê. Em li gund dijîn. Em xwedî erd û gîha ne lê em ji derve dikirin.”
 
‘Dest danîne ser gundikê me’
 
Zeynep Şen jî bi lêv kir ku mezra li sînorê Îranê ye û li gelek deveran teqemenî hene û got: “Her sal kesek ji ber vê birîndar dibe. Em her roj bi jimar diçin zozanan. Li gund karê ku em bikin nehiştine. Dest danîne ser gund. Ne xanî hiştine ne erd.”
 
Turkan Şen jî ev tişt anî ziman: “Em jiyanek rêk û pêk nikarim bimeşînin. Em di bin zextan de ne.”
 
Sadiye Îlîş jî got 24 saetan leşker û polîs li wirin û ji ber vê zarokên wan nikarin derkevin derve û got bila dawî li van zextan bê.