‘Bi kelandina dan re rihê komînal geş dibe'

  • 09:04 1 Îlon 2020
  • Jiyan
Sorgul Şêxo
 
HESEKÊ - Nûra Salih ku dest bi kelandina dan kiriye da zanîn ku kelandina dan yek ji çanda jin ya kevnar e û wiha got: “Tiştê herî xweş di roja kelandina dan de ew e ku dayik û zarok hemû li dora hev kom dibin alîkariyê didin hev. Bi kelandina dan re rihê komînal geş dike.” 
 
Teknolojî roj bi roj xwe ber dide rihê mirovan û wê/wî fêrî rehetiyê dike. Li hember van hewldanên kapîtalîzmê dayikan zend û bendên xwe girêdan û têkoşîna parastina dîrok, çanda xwe dikin. Dema ku mirov li dûrî qerebalixa bajaran dikeve û ber bi gundan ve diçe, heste û bêhinvedaneke cuda hîs dike. Mirov dema ku li xweza,tevgera zarok û xebatê dayikan dinêre, asta civakbûnê bêtir nêz ve his dike. Her wiha dema mirov berbi gund ve diçe dûman ji asîmanan bilind dibe. Ew dûman ji ber kelandina daniyan e. Dayika bi navê  Nûra Salih a 50 salî li gundê Xirbet El-Îd yê navçeya Dirbêsiyê li Kantona Hesekê dijî. Nûra dest bi kelandina dan kiriye û ser xebata xwe ji me re aixvî.
 
Nûra, pêvajoya kelandina danûyan wiha anî ziman: "Destpêke em genim tînin û bêjing dikin, ceh û kevir ji genim cuda dikin. Piştre dixin sîtilên mezin û li ser agir dikelînin. Em danê xwe li ber deriyê malên dikelînin. Piştî kelandinê em li ser bane malê radixin û zuha dikin. Herî dawiyê jî em dibin aş û dihêrin. 
 
'Em diwestin lê ji yê hazir baştir e'
 
Nûra diyar kir ku dan kelandin karêkî pir zehmet e û kedekî mezin dixwaze: "Di encama keda me de em sindik û savar hiltînin. Çêkirina wê ji xwediyê malê û mêvanan re pir xweş e. Temekî pir xweş e. Gelek gelek kes savar hazir dikirin, lê yê ku mirov bi ked û destê xwe çêdike xweştir e. Bereketa wê zêdetir e. Raste westandina wê gelek e lê xwarina wê jî xweş e."
 
'Kelandina dan rihê komînal geş dike'
 
Nûra da zanîn ku dema kelandina genim de cîran tên alîkariyê û wiha behsa xebata bi hev re kir: "Piştî ku dan dikele, em merşikan li ser bane malê radixin û dest bi kişandin û raxistina wê li ber tavê dikin. Tiştê herî xweş di vê rojê de ku dayik û zarok hemû li derdora hev kom dibin û alîkariyê didin hev. Bi kelandina dan re rihê komînal geş dibe. Di xebatên gundan de jin giştî bi hev re dibin alîkar, ne tenê di mijara kelandina dan de di gelek xebatên wisa zehmet e tên cem hev."
 
'Zarok bêtir keyfxweş dibin' 
 
Nûra bal kişand ser kêfxweşiya zarokan û got: "Demê ku em dan dikelînin zarok hemû tasikên xwe hazir dikin û tên cem me. Ev çandeke me ya gund e û çandekî kevnar e. Demê ku dan dikele em destpêkê didin zarokan û piştre didin cîranên xwe. Ew jî bi xwarina wê şanaz dibin."
 
'Îsal kelandina dan zêde bû'
 
Nûra destnîşan kir ku îsal kelandina dan ji salên borî baştire û wiha dawî li gotina xwe anî: "Îsal ji salên borî bêtir dayikan dan kelandin, salên borî kelandina dan pir kêm bû. Em li gund gelekî dixwebitin û kedekî mezin didin. Ji xwedîkirina sewal û mirîşkan bigre heta baxçe û amadekariyên zivistanê. Lê belê jiyana gundan ji ya bajaran bi watedartire."