'Em gulberojan li baxçeya xwe diçînin'

  • 09:01 29 Tebax 2020
  • Jiyan
Dilûcan Bozî
 
KOBANÊ - Xalîde Mihemed Mihêdîn li baxçeyê xwe gulberoj çandiye û got: "Em tenê li baxçeyên xwe diçinînin ji ber ku zehmetiyên wê gelek in û em terê xwe diçînin. Gulberoj hem derdora me dixemîlîne û hem jî ji me re dibe sî." 
 
Gulberoj li cîhanê guleke navdare, bi rengê xwe yê çeleng û xweşik tê nasîn. Gulberoj nebateke keske û guleke zere, derdora wê nexşekiriye û li rojê mêze dike, dema ku roj diçe ava wê demê gulberoj jî dicivile hev. Di tovê wê de rûn derdikeve û ev rûnê gulberoj ji bo xwerinê tê bikaranîn. Çandiniya gulberoj gor berhemên wê diguherin. Navê gulberoj li gor herêman tê guhertin bi kurdî gulberoj, gulberbiro, berbiro, gene, gulbaxan û dolqember tê bi nav kirin. Xalîde Mihemed Mihêdîn jî li baxçeya xwe gulberoj çandiye û behsa taybetmendiya gulberojê ji me re kir. 
 
Xalîde, da zanîn ku gulberoj yek ji dermanê xwezayî ye û wiha got: "Di demên çandina baxçeyan de gulberoj tê çandin. Destpêkê em tov dixin nava axê paşê jî av didin. Dema mezin dibe wê demê tov jî çêdibe, lê dema ku tov hîna spî be nayê xwerin, dema çêdibe wê demê em kîs an paç li derdora gulberojê digerînin, ji ber dema em lê negerînin wê demê zarok û çûk nahêlin ku gulberoj çêbibin."
 
Xalîde, diyar kir ku dema ku gulberoj çêdibe wê demê serê gulberojê tê jêkirin û bi destan tov jê tê derxistin û wiha axivî: "Piştî derxistinê em li ser ban radixin û hişk dikin. Em wan dixin kîsikan. Di mehên zivistanê de jî em destpêkê dikelînin û piştre hinek xwê lêdikin û diqelînin. Bi wê şêwayê tê xwarin."
 
Xalîde, destnîşan kir ku heta niha li herêmên me gulberoj bi doniman nedihatin çandin û wiha bi lêv kir: "Ji ber ku gelek ked lazime û heta niha li herêmên me tu amur ji bo gulberoj nehatiya çêkirin. Lê her kes li derdora baxçeyên xwe diçîne. Hem em ber sîhê rûdinên û hem jî derdora me dixemîline. Du cureyên gulberojê hene mîna tovê top, dirêj û rengê wê jî spî û reşe, lê tovê baş yê dirêje û darê gulberojê ji bo şewitandinê jî tên bikaranîn."