‘Li vir her der yê te ye û tu azadî’

  • 09:05 24 Tebax 2020
  • Jiyan
DÊRSÎM - Bîrgul Varlier û Sedef Kayaoglu yên li Pilûrê bi sewalkarî û çandiniyê re mijûl dibin gelek ji baxçe û sewalên xwe hez dikin. Bîrgul ku dema dixwaze bîhna xwe bide diçe tenişka Munzurê û wiha dibêje: “Li vir her der yê te ye û tu azadî.” Jinên bi xwezayê re dijîn ji sewalên xwe û bîstanên xwe hez dikin û kedê didin.
 
Bi hatina havînê re li Dêrsîmê sebze û fêkiyên li bîstanan hatibû çandin tên komkirin. Bîstanên ku bi fêkî û sebzeyên cuda xemilîne, herî zêde jin lê dixebitin. Di heman demê de jinên bi çandinî û sewalkariyê debara xwe dikin, bi hezkirinek mezin li bîstan û sewalên xwe dinêrin û xwedî dertên.
 
‘Gelek karê bê kirin heye’
 
Bîrgul Varlier a li gundê Guneykonak a Pilûrê dijî destnîşan kir ku jin kedek mezin didin gelek karî û wiha got: “Ez sibehê saet di 5’an de şiyar dibim. Ewil diçim axûr li sewalan dinêrim, axûr paqij dikim. Sewalan didoşim. Şîrê xwe dibim malê dikim mas, penîr. Karê min zehmet be jî ez ji karê xwe hez dikim. Ligel van ez bi karê malê re mijûl dibim. Ez li xesûya xwe ya pîr dinêrim. Gelek karê me heye.”
 
‘Li Munzurê mirov azadin’
 
Bîrgulê daxuyakirin ku tişt wisa hêsan nayê qezenckirin û wiha pê de çû: “Hewaya wê xwezaya wê aramiyê dide mirovan. Ez ji bo bîhnvedanê diçim Munzurê. Li wir her der ya te ye, tu azadî. Têkiliya min ya bi sewalên min re cudaye. Ew ji min hez dikin ez ji wan.Ez sebze û fêkî diçînim. Ji ber vîrusê îsa zêde qezenca me tunebû.”
 
‘Em çandina bîstan li gorî demsalê dikin’
 
Sedef Kayaoglu ya li taxa 94 Pilûrê bîstan çandiye diyar dike ku ew pirsgirêkên avê dijîn. Sedef ya li baxçeyê xwe firingî, îsto, fasule, xiyar û kundir diçîne wiha berdewam kir: “Çandina bîstan li gor demsalê tê kirin. Îsal havîne zû hat. Zîpik barî û berheman zirarek mezin dît. Me hefteyên ewil yên hezîranê de dest bi çandinê kir. Niha berhem gihiştine. Ez gelek ji baxçeyê xwe hez dikim. Ez dema têm baxçe naxwazim biçim malê. Ez xwe aram hîs dikim. Ez ji sebzeyên xwe konserve, ava firiniyan çêdikim. Sebze hişk dikim.”