Kolanis bi dîrok û xwezaya xwe aramiyê dide

  • 09:06 10 Tebax 2020
  • Jiyan
WAN - Gundê Kolanis bi avahiyên xwe yê ji dema Ermeniyan maye tê zanîn, bi xweza û çavkaniyên ava xwe balê dikşîne. Zubeyde Yucebaş ya li gund dijî got ew gundê xwe bi jiyan bajar naguhere.
 
Gundê Kolanis ya li kontarê Çiyayê Erek ya Îpekyol a Wanê cih digire bi bermahiyên xwe yên dema Ermeniyan tê zanîn. Nêzî 50 malbatî li gundin û xweza wê aramiyê dide. Zubeyde Yucebaş ya 28 sal in li gundê Kolanis derbarê jiyana li gund de axivî.
 
Zubeyde ku 28 sal berê ji Qelqelî ya Wanê hat gundê Kolanis bicih bû diyar dike ku 20 sal berê hemû bar li ser milê jinan bû û got: “Jiyan gund berê zehmet bû. Em pir dixebitîn, diwestiyan. Me pez didot, êzing kom dikir, bêrik çêdikirin. Em diçûn zozanan û 16.00’ê êvarê dihatin malê. Em niha rehetin wek berê naxebitin. Êdî her tişt girêdayê teknolojiyê ye. Em tenê pez didoşin. Fêkiyên xwe yên baxçeyên xwe kom dikin hişk dikin. Em fêkiyên xwe yên hişk didin kesên tên serdana gund. Gelê li vir li baxçeyê fêkiyan diçînin.”
 
‘Ez gundê xwe bi bajar naguherim’
 
Zubeydeyê balkişand ser krîza aborî û got: “Xizmên me yên bajar van pirsgirêkan dibêjin. Du salên dawî gel di alî aborî de pirsgirêkên mezin kişandin. Em ji xizmên xwe yên bajar dibihîzin. Ji ber vê em li gundê xwe dijîn û hilberîna xwe bixwe dikin. Jiyana gund gelek xweşe. Em gundê xwe bi bajar naguherin.”