‘Ligel zehmetiyan xweşikiya jiyana gund jî heye'

  • 09:02 8 Tebax 2020
  • Jiyan
Rojda Aydin
 
ŞIRNEX - Gundê Setkar a navçeya Elkê, bi xweza û erdnîgariya xwe mirovan sermest dike. Soylemez Temel diyar kir ku li gund jiyan hem zehmet e û hem jî xweş e û got: "Li vir bêtir jin kedê didin û zehmetiyan re rûbirû dimînin, lê belê ew qas jî xweşiyên wê jiyanê jî hene." 
 
Gundê Setkar a navçeya Elkê ya Şirnexê bi xweza û erdnîgariya xwe mirovan sermest dike. Gund 5 km li dûrê navçeyê ye, 14 xanî û nêzî 100 nûfûsa gund heye. Her wiha xaniyên gund bi keviran hatine çêkirin. Jina bi navê Soylemez Temel (40) a ku dayika 5 zarokane derbarê jiyana gund de axivî.
 
Soylemez, anî ziman ku gelek bişansin ku li vî gundê dijîn û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Gundê me hem ji aliyê xweza û hem jî ji aliyê erdnîgariyê ve gelek xweş e. Li gund bêtir darên fêkiyan hene û her wiha em bi taybetî jî bi sewalkariyê debara xwe dikin."
 
Serê sibehê dest bi kar dikin 
 
Soylemez, di axaftina xwe de wiha behsa kar û xebatên xwe kir: "Ez serê sibêhê zû radibim dest bi karê malê dikim. Piştre bang zarokên xwe dikim ji bo taştê bikin. Piştî ku taştê dixwim şûnde saet 9’an de diçin bêriyê. Jin bi hev re kom dibin û berê xwe didin cihê bêriyê. Em bi hev re pezên xwe didoşin û carekedin bi hev re  vedigerin malên xwe. Şîrê ku em tînin dikin mast û penêr. Em carna mast û penêr difroşin jî. Li gorî rewşê digûhere. Piştî ev karê ku dikim şûnde ji bo zarokan xwarina nîvro amade dikim. Piştre em bi cîranan ve tên cem hev çay vedixwin û sohbete dikin. Dema saet dibe 4’ê êvarê carekedin diçin bêriyê û şîrê ku tînin dikin heman mast û penêr. Jiyana me tim bi vî rengî derbas dibe.”
 
'Ji bo zivistanê amedekariyê dikin'
 
Soylemez, di axaftina xwe de hem qala zehmetiyên jiyanê kir û hem jî qala xweşikiya xwezayê kir û got: "Wekî hemû karan zehmetiya karê ku em dikin jî hene. Bi taybetî jî demsala bihar û havînê karê me gelek e û zehmet e û em zivistanê zêde kar nakin. Her wiha em bi hatine biharê re axê re mijûl dibin û bax û bostanên xwe re mijûl dibin. Em li baxçeyên xwe bacan, fêkî, îsot, zebeş, petêx û gelek tiştên din diçinin. Em van zebze û fêkiyên ku diçinin nafroşin. Em van hemû zebzeyan ji bo zivistanê amade dikin. Em tu carî ji derve zebzeyan nakirin. Her wiha li gundê me guz, sêv, tirî û gelek fêkiyên din jî şîn dibin." 
 
'Bila xwedî li gundê xwe derkevin'
 
Soylemez, berdewamiya axaftina xwe de bal kişand jiyana gund û ev tişt gotin: “Li gund jin beriyê dikin, karê mal û baxçeyan dikin. Mêr jî bi karê erd û gihayan re mijûl dibin. Ji ber xweşika gund li gelek deveran kes tên gund û ji bo gerê. Li gorî min jiyana li gund ji jiyana bajêr xweştir e. Ji ber ku mirov li gund di nava xwezayê de dijî. Lê belê jiyana li bajêr mirovan ji xwezayê dûr dixe. Zarokên me bi hevalên xwe re di nava xwezayê de dilîzin. Em bi cîranên xwe re tên ligel hev û sohbete dikin, lê belê li bajêr cîrantî nemaye. Ez dixwazim her kes xwedî li gundê xwe derkeve."