Şopa erdheja Xarpêtê hîna xuya dike

  • 09:07 4 Tebax 2020
  • Jiyan
XARPÊT - Li Xarpêtê şopa erdhêja ku pêk hat û 41 kesî jiyana xwe ji dest da hîna heye. Bi sedan kes di konteynirên 20 metrekareyî de di şertên giran de dijî û yên xaniyên wan hilweşiyan jî ketin kirê. Fatma Çolak ya xaniyê wê hilweşiya wiha got: “Em bê xanî man, niha em ji bo xaniyê bigirin divê em pere bidin.”
 
Li Xarpêtê di 24’ê Çileyê de navenda wê gundê Çevrîmtaş a Sîvrîceyê bû bi meznahiya 6.8 erdhêj pêk hat û şopa wê hîna heye. Di erhêjê de 41 kesî jiyana xwe ji dest dan, hezar û 466 kes birîndar bûn, bi sedan kes bê xanî man. Jiyana erdhêjzedeyan hîna jî normal nebûye. Gelek kes xaniyê wan hilweşiyan û hinek neçar man di xaniyên ku xesarên mezin dîtine de bijîn. Bi sedan kes di konteyniran de dimînin, gelek jî bi derfetên xwe di kirê de rûdinin.
 
D konteynirên 20 metrekare de dijîn
 
Yên xaniyê wan hilweşiyan li konteynirên ku AFAD’ê li sê herêmên cuda ava kirine dimînin. Konteynir 20 metrekare ne û ji yekî zêdetir kes lê dimînin. Welatiyên rastî zor û zehmetiyên mezin tên yekane daxwaza wan xaniyek e.
 
‘Em 16 rojan li mizgeftê man’
 
Fatma Çolak got dema erdhej çêbûye di wê sermayê de cih tunebû ku pê de biçin û got: “Ji ber vê em 16 rojan li mizgeftê man. Piştre ji neçarî em di xaniyekî bi xesar dîtiye de bicih bûn. Xaniyê min yê li kolana Surmelî yataxa Rustem Paşa xesarek mezin dît û ji ber vê hat hilweşandin. Ji ber aboriyê me serî li gelek komeleyan da lê me bersivek erênî negirt.”
 
Fatmayê destnîşan kir ku piştî mehan şûnde alîkariya cil û bergan girtine û wiha berdewam kir: “Ez ketim xaniyekî bi xesar. Xesara vî xanî zêde ne giran bû. Lê dîsa jî em pirsgirêkan dijîn. Cihekî em biçin tune. Ma em li kolanê bimînin? Hilweşandina xaniyê min 15 rojan berdewam kir. Îhale bi tu awayî nehatin kirin me peyman îmze nekir. Beşek mezin a xanî ket ber rê. Ji ersa me par namîne. Xaniyê me jî nayê çêkirin. Em ê çi bikin?”
 
Fatmayê wiha ev tişt anî ziman: “Me ji bo alîkariya kirê serlêdan kir lê tu alîkarî nehat kirin. Em her roj diçin bankayê dinêrin ku ka alîkariyek heye an na. Divê dewlet rewşa me bibîne. Tevî tapoya me heye em nizanin wê çi bi xaniyê me bikin.”
 
‘Em heta sibehê li derve bûn’
 
Zeynep Sirma jî bi lêv kir ku tevî piştî erdhêjî xaniyê wê zirarek mezin dîtiye neçar maye li mala xwe bimîne û got: "Em bi pirsgirêkên mezin rû bi rû man. Hinek rojan em li taxê li ber dibistanê heta sibehê rûdiniştin. Me agir pê dixist û em rûdiniştin. Gotin hîmê avahiyê saxlem e, tevî zirar dîtiye rapora kêm xesar dan. Hemû şêniyên taxê ji bo hilweşîna xanî serlêdan kirin. Em jî dipên ku xanî bê hilweşandin. Şopa erhêjê hîna heye. Em ditirsin. Pereyê me tune, krediya me berê kişandiye em didin.”