Çîrokek koçberiyê ya bi îşkenceyê dest pê kiriye

  • 09:11 1 Tebax 2020
  • Jiyan
Hîkmet Tunç
 
WAN - Heybet Akkuş ya ku şopa îşkence, koçberî, xizanî û zextan nîşan dide çîroka xwe ya bi koçberiyê dest pê kiriye parve kir û got: “Piştî îşkenceyê ez bi rastiya Kurdbûna xwe hatim rû hev.”
 
Di salên 90’î de ku têkoşîna gelê Kurd ya azadî û nasnameyê jî mezin bû bi awayekî dijwar rastî îşkence, zext, binçavkirin, tacîz û tecawizê hatin. Yek ji van Heybet Akkuş ya 70 salî ya li Wanê dijî ye.
 
Heybet dema li parqê rûnişti bû me ew dît, tiştên jiyabû vegot.
 
Rastî îşkenceyan hat
 
Heybet li navçeya Elkê di salên 90’î de ji aliyê endamên JÎTEM’ê yên ku tên birayê wê bigirin û nabînin, Heybetê binçav dikin. Heybet ku bi rojan rastî îşkenceyê tê wiha dibêje: “Li birayê min geriyan, ew nedîtin , gotin cihê wî bêje an em ê te bigirin. Min jî got ez ji we natirsim û ez derb kirim û binçav kirim. Çavê min girtin û ez binçav kirim. Destê min girê dan. Cigare di bedena min de temirandin. Piştî rojan şûnde tiştek nedîn ez berdam.Yek hebû dijûn dikir. Piştî ez hatim berdan bi rojan nehatim ser hemdê xwe. Hîna li bedena min şopa cigareyê heye.”
 
‘Dewletê bi zilma xwe Kurd hişyar kir’
 
Heybetê bi lêv kir ku piştî ji bin çavan derketiye bi rojan nehatiye ser hemdê xwe û wiha got: “Yên îşkence li min kirin bi rojan ji ber çavê min neçûn. Hîna jî dema tê bîra min weke wan rojan dijîm. Min gelek zilm dît. Îşkence li min hat kirin. Ez ji aliyê apê xwe ve jî rastî şîdetê hatim. Bi îşkenceyê re ez bi rastiya xwe ya Kurdbûnê hatim rû hev. Dewletê di esasê bi destê xwe Kurd hişyar kir.”
 
‘Koçî Wanê kir’
 
Heybet û malbata xwe ji ber zilmê koçî Colemêrgê dikin û li wir jî dewlet pêşa wan bernade. Heybet piştî ku hevjînê wê dimire koçî Wanê dike û li vir jî di alî aborî de pirsgirêkan dijîn. Heybetê wiha berdewam kir: “Piştî keça min zewicî em hatin Tetwan a Bedlîsê. Carna têm Wanê xizmên min li vir in.”