‘Gelo kesekî dengê me bibîhîze tune?’

  • 09:08 13 Tîrmeh 2020
  • Jiyan
MÊRDÎN - Li gundê Kuçûka ya girêdayê Artuklu ya Mêrdînê ceyran hatiye birîn û ji ber vê gelek pez ji ber bêavbûnê mirarbûn. Gundiyan bertek nîşan dan û gotin: "Gelo kesekî ku dengê me bibîhîze tune?"
 
Belavkariya Ceyranê ya Dîcle A.Ş (DEDAŞ) li nêzî 100 gundên girêdayê Qoser, Artuklu û Dêrik a Mêrdînê bi hinceta deynê wan heye ceyran birî.  Li gundê Kuçûka a Artulu ya Mêrdînê 23 roje ceyran tune û gundî avê ji bîra ku kîlometreyekê ji wan dure tînin. Gundiyan diyar kirin ku di vê pêvajoya ku vîrûs heye, tunebûna av û ceyranê wan dide zorê û got gelek sewal ji ber bêavbûnê mirarbûne.
 
Zehra Kaya bi lêv kir ku hewa gelek germe û got: “Bi rojane zarokên me di germê de perîşan bûn. Em di kîjan serdemê de ne. Em ava cemidî nabînin. Em çûn DEDAŞ’ê me sedem pirsî. Ew jî dibêjin deyne. Lê deynê me tune. Ev tişta tê kirin neheqiyek mezine. Em ê wisa çiqas berdewam bikin. Sewalên me telef dibin.”
 
Hasîna Kaya jî destnîşan kir ku di hefteya dawî de 6 mîhê wê ji ber bêavbûnê mirarbûn û got: “Deynê min tune. Ev tişta tê kirin bi tu awayî nayê qebûlkirin. Pezê min di axur de ji ber bêavbûnê mirarbûn. Wisa biçe wê hemû bimirin. Gelo kesekî ku dengê me bibîhize tune. Bila tiştek bê kirin.”