Tenêbûna xwe veguherand hêzê

  • 09:02 10 Tîrmeh 2020
  • Jiyan
AMED - Mukaddesa ku bi 4 zarokên xwe re bi tenê ma kesek alîkariya wê nekir. Lê piştî ku Mukaddesê dikanek vekir nêzikatiya gundiyan li hemberî wê dijwartir bû. Mêr li ber dikana wê rûniştin ji bo jin neçin dikanê. Bi têkoşîna Mukaddesê niha dikan bûye cihê sohbeta jinan û li vir jin serpêhatiyên xwe parvedikin û alîkariyê didin hev. 
 
Mukaddes Aslan 36 salî ye û li gundê Kahbê yê Sûra Amedê dijî. Piştî ku hevjînê wê malê terk dike Mukaddes bi 4 zarokên xwe re bi tenê dimîne. Ji bo debara xwe bike û zarokên xwe xwedî bike dikana dirûnkariya cilên bûkaniyê vedike û li vir kuaforiyê jî dike. Mukaddes li dijî nêzîkatî û helwesta gundiyan 4 sal in vî karî dike. Mukaddes bi tena serê xwe li dijî feraseta civaka baviksalar li ber xwe da û bi ser ket. Dikan niha bûye cihê sohbeta jinan. Jin tên vir û serpêhatiyên xwe vedibêjin û alîkariyê didin hev. Mukaddes tenêbûna xwe veguherand hêzê.
 
‘Ez bi tena serê xwe mam'
 
Mukaddes, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser vekirina dikanê û got: “Ez 18 sal beriya niha zewicim. Hevjînê min mal terk kir û çû Stenbolê. Ez û zarokên xwe bi tena serê xwe man. Divê min zarokên xwe xwedî bikira û debara mala xwe bikira. Malbat bi tu awayî alîkarî neda min û ez bi tenê mam. Em birçî man, di demsala zivistanê de tiştek tunebû em pê xwe germ bikin. Me zivistana xwe di bin beteniyan de derbas dikir. Jiyaneke pir zehmet bû."
 
'Ez gelek ditirsiyam'
 
Mukaddes, wiha behsa destpêka karê xwe kir: "Di serî de ez gelek ditirsiyam. Min digot ez ê çawa dikanek vekim. Ez ji xwe bawer nebûm. Lê min dît ku êdî tu çara min nîne û divê ez li ser piyê xwe bisekînim. Bi vî rengî min biryar da û min dikana xwe vekir. Heta îro jî ligel hemû zehmetiyan ez bi ser ketim. Niha ez dirûnkariya cilên bûkaniyê dikim û her wiha kuaforiyê jî dikim."
 
'Mêrên gund li ber deriyê dikana min rûniştin' 
 
Ji bo Mukaddesê çend jiyana bi tena serê xwe zehmet bû, jiyana di qada kar de jî ev qas zehmet bû. Mukaddes, derbarê mijarê de wiha axivî: "Xebata jinê ya li gund pir zehmet bû. Nêzikatiya civakê ya li hemberî xebata jinê gelek dijwar bû. Her tim çavê gundiyan li ser min bû. Derbarê min de gelek gotegot hebûn. Dema ez diçûm postaxaneyê jî ji min re digotin 'ka hevjînê te li ku ye' û 'jinan li her derê dorpêç kiri ye' ev tişt pir min aciz dikir. Dikana min tenê ji bo jinê bû. Lê belê dikana keleka min kursê û maseyên xwe dianî li cem dikana min û mêrên gund hemû li ber deriyê min rûdiniştin. Ji ber vê jî jinên gund nedikarin bên dikanê û danûstandinê bikin. Ez çend caran bi vî re axivîm û min helwesta xwe aşkera kir. Min xwest her kes bila karê xwe bike. Heke ez min dengê xwe nekira dê ev rewş wisa bûya." 
 
‘Jinan li dikanê serpêhatiyên xwe vedigotin' 
 
Mukaddes destnîşan kir ku jin bi her awayî jiyaneke dijwar derbas dikin û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Jin li hemberî malbatê stûyê xwe ditewînin û dengê xwe nakin. Li ser jinan tirsek mezin heye. Jinên ku tên dikana min qala rewşa xwe dikin. Em li vir sohbetê dikin û serpêhatiyên xwe parvedikin. Her wiha em alîkariya hev dikin. Jin ji ber nêzîkatiya malbat û civakê nikarin dengê xwe derxîn. Jin di jiyanê de her bi pirsgirêkan re rûbirû dîmine. Jin dibin muxtacê hevjînê xwe. Hevjînê min bi pereyê xwe li ser min zordariyê dikir û ji min re digot 'Ez pere didim û hûn jî mecbûr in gotinên min bikin'."
 
‘Em çiqas bêdeng bimînin ewqas tên kuştin’
 
Mukaddes, da zanîn ku jin ne bindest in û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ez bang li hemû jinan dikin dema zewicin bila bindestiyê qebûl nekin. Jin li malê dema bi şîdeta mêr re rûbirû dimîne bêdeng dibe. Civak jî şîdeta li hemberî jinê bi gotinên xwe meşrû dike. Ji me re dibêjin 'Ji bo zarokên xwe sebr bike' an jî 'zilamê te ye û di navbera hevjînan de tiştên wisa dibin' û hwd. Lê bila jin bizanibin ku mafê me jî heye. Ger ku em ji bo daxwaz û mafên xwe têbikoşin wê demê em dikarin gelek tiştan bişkênin. Em çiqas bêdeng bimînin, ewqas tên kuştin.”