Welatî li dijî fatureyên ceyranê yên zêde tên bi bertek in

  • 09:07 29 Hezîran 2020
  • Jiyan
Dîlan Babat
 
WAN - Şîrîn Unver, li dijî fatureyên ku zêde tên, vegeriya şêwaza berê û li ser agirê êzingan xwarina xwe çêdike, ava xwe germ dike. Şîrînê got: “Em ditirsin ku li malên xwe ceyranê pêxînin.”
 
Ji ber fatureyên av, ceyran û gazê yên zêde tên welatî berê xwe didin şêwaza berê. Li navçeya Îpekyolu ya Wanê li taxa Koyîçî, jin li dijî vê, agirê xwe pêdixin, nav û ava xwe wisa çareser dikin.
 
‘Ji ber pandemiyê bi mehane kes naxebite’
 
Şîrîn Unver ku yek ji jinên vegeryaye demên berê diyar kir ku hevjînê wê di înşatê de dixebite, fatureyên wan zêde tê û ji ber vê nikarin ocaxê jî pêxînin û got: “Ne tenê ez, hemû jinên taxê vegeryane şêwaza berê. Jiyana me wisa didome. Zarokên min diçin dibistanê. Perwerdehiya wan heye. Divê ya em zarokan neşînin dibistanê yan jî em pereyê qezenc dikin bidin fatureyan. Em sebzeyên xwe ji bîstanên xwe digirin. Gelo em ê zivistanê çi bikin?”
 
‘Em ditirsin ku ceyranê pêxînin’
 
Şîrînê destnîşan kir ku 6 kes in û wiha bi lêv kir: “Fatureyên ceyran û avê zêde tên. Em niha her tiştên xwe li ser agirê êzindan çêdikin. Em çay û xwarina xwe li ser çêdikin. Em ditirsin ku ceyranê pêxînin. Pakêtên piştgiriyê hatin eşkerekirin lê ji bo gel tu tiştek tune bû. Ne tenê ez her kes li dijî vê bi bertek e.”