'Bi destên jinê çanda kevnar tê parastin'

  • 09:07 7 Hezîran 2020
  • Jiyan
Lîlav Elî 
 
ŞEHBA - Dayika bi navê Edûlê Mose ya ku bi destên xwe dermanên xwezayî çêdike da zanîn ku kar bi destên jinê zêdetir bi wate dibe û wiha got: "Pêwist e ku jin tiştên diafirînin xwedî lê derkevin. Divê jin çanda xwe biparêzin û ji siberojê re bihêle."
 
Ji dîrokê heta niha jinan bi afirîneriya xwe pêşengî kirine. Di her qadê de kedeke mezin dane. Yek ji vê qadê çêkirina dermanên xwezayî ye. 
Jina bi navê Edûlê Mose ya 47 salî ye û ji gundê Celemê yê navçeya Cidirêsê ya herêma Efrînê ye û niha di kampa Serdemê ya Kantona Şehbayê de dijî, bi çêkirina dermanên xwezayî şîfayê belav dike. Edûlê bi tîliyên xwe yên afrîner bi zeytên cur bi cur dermanên xwezayî çêdike. Edûlê ji zeyta kunciyan, zeyta reşreşik, zeyta qurnefîl û zeyta darçinê dermanên xwezayî çêdike. 
 
'Çêkirina dermanên xwezayî karekî pîroz e'
 
Edûlê di destpêka axaftina xwe de behsa hînbûna xwe ya çêkirina dermanên xwezayî kir û wiha pê de çû: "Di demê berê de nexweşxane û derman tune bûn, ji ber vê yekê me bi destên xwe giya kom dikir û ji wan derman diafirand. Ez hîn di temenê 16-17 salî de bûm li ber destên bavê xwe hînî dermanên xwezayî bûm. Ji wê demê heta roja îro ez ser dermanên xwezayî kar dikim û gelek sûd jê werdigirim, ji ber dermanên xwezayî her di nava civakê de zindî dimîne û karekî pir pîroz e."
 
'Ji gelek cureyên zeytê dermanê xwezayî çêdikim'
 
Edûlê di dewama axaftina xwe de bal kişand ser dermanê ku çêdike û wiha domand: "Nexweşiya mirovan wek pişt, damar, movik û şikestina hestiyan hebe, ez bi zeytên xwezayî yên wek zeyta kunciyan, zeyta reşreşik, zeyta qurnefîl û zeyta darçinê tevlî hev dikim û cihên ku diêşe derman dikim."
 
'Em çanda xwe didin jiyîn'
 
Edûlê diyar kir ku gelek kes tên gel wê û xwe derman dikin û wiha dewam kir: "Gelek kes tên gel min ji bo ku ez dermanê xwezayî ji wan re çêbikim, ji ber gelek sûdgirtina ji dermanê xwezayî heye. Berê em li Efrînê bûn û min li Efrînê jî dermanên xwezayî çêdikir, piştî em koçber bûn ez li Şehbayê jî berdewam dikim. Dema em koçber bûn me gelek êş dîtin. Heta niha jî dema mirov nexweş bikevin serdana min dikin û ez nexweşiya wan bi rêya dermanê xwezayî baş dikim. Ji ber dermanê xwezayî çandeke û em çanda xwe didin jiyîn. Ji bo min a girîng pêkanîna pêwistiyên gel e û dermankirina wan e. Em wek gel him di zehmetî de him jî di xweşiyê de bi hev re dibin alîkar."
 
'Bi destên jinê parastina çandê tê kirin' 
 
Edûlê herî dawî wiha got: "Rola dermanê xwezayî gelek zêde ye û ev kar dema bi destên jinê tê kirin gelek bi wate û qiymet e. Jinê tiştên ku afirandiye, pêwist e di jiyanê de pêk bîne, çanda xwe biparêze û ji pêşerojê re bihêle."