'Qetandina kosteka zarokan çandeke xweş û pîroz e'

  • 09:01 2 Hezîran 2020
  • Jiyan
Sorgul Şêxo
 
HESEKÊ  - Yek ji çandên Gelê Kurd ku niha di metirsiya windakirin û jibîrkirinê de ye 'Qetandin ango birandina kosteka zarokan e' . Lê dapîra bi navê Rifa Ehmed Emîn vê çandê ji ciwantiya xwe heta pîrbûna xwe diparêze û dibêje ku pêwist e dapîr, dayik û tevahî jin rê li ber pêşketina teknolojiyê bigirin û xwedî li çanda xwe ya resen a kurdî derkevin.
 
Gelê Kurd xwedî çand, dîrok û şaristaniyê ye. Gelê herêmê bi kurd, ereb û aşûriyan xwedî li çand û kevneşopiyên xwe yên civakî derdikevin. Ruxmî ku gelek caran ev netew rastî pir êrîşan hatine lê dikaribûn nasnameya xwe ya ku di roja îro de xwe pê didin ravekirin, biparêzin û ji nifşên nû re bihêlin ku ew jî berdewam bikin. Windakirina çandekê windakirina nasmeyekê ye. 
 
Dîrok, şaristanî û çand di şexsê dayikan de pêş dikeve û di heman demê de tê parastin jî. Yek ji çandên ku di nava civakê de kêm bûye qetandina kosteka zarokan e. Ev çand ji berê de heye û armanca wê jî ew e ku zarok gavên xwe baş bavêje û êdî meşa wê/î jî zexm bibe.
 
Têkildarî vê mijarê dapîra Rifa Ehmed Emîn a 56 salî, ku kosteka neviyê xwe Ehmed qetandiye, ji ajansa me re girîngiya parastina vê çandê, nirxand.
 
'Yên ku îro me li ser piyan dihêlin çand û kevneşopiyên me ne'
 
Rifayê diyar ki ku parastina çanda kurdî erka her dayikekê ye û wiha dom kir: "Yên ku îro me li ser piyan dihêlin çand û kevneşopiyên me yên civakî ne. Ez heta niha cil û bergên xwe yên Kurdî, kiras û hûçik, di şîn û şahiyan de li xwe dikim."
 
'Bi zanebûn înternêt hatiye pêşxistin'
 
Rifayê bal kişand ser pêşketina teknolojî,  bandora wê ya li ser çandê û ev yek anî ziman: "Dewlet bi zanebûn înternetê û teknolojî pêş xistine. Armanca vê jî ew e ku civak bi telefonan mijûl bibe û bikaribe mejiyê wan bi tiştên vala û ne pêwîst bê dagirtin û rê li ber pêşketina çandê bigire. Piranî êdî civak li rihetiya xwe digere û tiştekî ku bi kedê neyê jî bê wate ye."
 
'Qetandina kosteka zarokan çandeke xweş û pîroz e'
 
Rifayê derbarê çanda qetandina kosteka zarokan de ev agahî dan:"Zarokên ku temenê wan dibe sal û nîvek an jî berî û piştî wê jî, li gorî bûye zarokan dimîne, gavên destpêkê piştî xoşandinê davêje. Pêwistiya wan bi qetandina kostekê heye. Ji bo wê em şekir amade dikin, paşê bang li zarokên taxên dikin. Min kosteka neviyê xwe wiha qetand. Min di destpêkê de şekir kir dawa wî, paşê benik li her du tiliyên wî yên mezin ê lingan girê dan û zarokek hat ben qetand û şekirê di dawa wî de revand. Paşê zarokê  ku yê şekir revand bigire, şekir tevahî li zarokên din belav dike û min jî şekir li wan belav kir."
 
'Kostek neyê qetandin, meşa zarokan dereng û giran dibe'
 
Rifayê diyar kir ku çanda qetandina kostekê li herêma wan kêm bûye û wiha pê de çû: "Çanda qetandina kosteka zarokan, li herêmên me pir kêm bûye, ev jî metirsiyê bi xwe re çêdike. Ji ciwaniya xwe de ez vê çandê diparêzim. Min ên zarokên xwe û îro yên neviyên xwe jî diqetînim. Li gor vê çandê zarokên ku kosteka wan neyê qetandin wê dereng dest bi meşa xwe bike û gavên ku bavêje jî wê pir giran bin."
 
'Pêwîstî bi parastina çandê û zindîkirina wê heye'
 
Rifayê bang li nifşên nû kir ku girîngiyê bidin çanda dapîrên xwe û jê sûd werbigirin û wiha dawî li gotina xwe anî: "Heger nifşên îro xwedî li çanda dapîrên xwe dernekevin, nifşê ku sibehê rabe jî wê ji çand û kevneşopiyên xwe dûr û çavgirtî bin. Xwedî li çanda dapîrên xwe ku bi kedê hatiye parastin, derkevin."