Bi destpêkirina çandiniyê re Geliyê Çemê Cehnemê zindî bû

  • 09:07 31 Gulan 2020
  • Jiyan
Rojda Aydin
 
ŞIRNEX - Sabriye Kaya Acar piştî qedexeyên Geliyê Çemê Cehnemê ya li Hezexê 4 salan şûnde, vegeriya li ser baxçeyên xwe. Li vir bi malbata xwe re carek din dest bi çandiniyê kirin û bi keda destê xwe debara mala xwe dikin. 
 
Geliyê Çemê Cehnemê ya li Hezex a Şirnexê ye bi biharê re hemû der şîndibe. Gelî piştî di navbera salên 2015 û 2016’an de wek ‘herêma ewlehiya taybet’ hat îlankirin. Piştî 4 sal şûnde welatî hatin vê geliyê û dest bi karê çandiniyê kirin. Yek ji van kesan jina bi navê Sabriye Kaya Acar e. 3 zarokên Sabriyeyê hene û bi eslê xwe ji gundê Bafê ya navçeya Hezexê ye. Sabriye, niha li Gêliyê bi malbata xwe re karê çandiniyê dike. Sabriye, ji ajansa me re qala xebatên xwe yên li baxçeyê dide meşandin kir. 
 
Sabriye, anî ziman ku kar û xebatên jinê tu carî naqedin û hemû bar jî li ser milê jinê ye. Sabriye, got ku ew her sal bi hatina havînê re ew dest bi çandiniyê dikin û ev tiştan got: “Kêfa me ji karê çandiniyêre tê. Em dixwazin debara xwe bi destên xwe bikin. Me li Geliyê Çemê Cehnemê ji xwe re baxce çêkiriye û li vir sebzeyan ji xwe re çandî ye. Me niha li vir bacan, pîvaz, îsot, bacanên reş û  xiyar çandî ye. Her wiha me li baxçeyên xwe darên fêkiyan jî çandiye."
 
‘Ev amadekarî ji bo zivistanê ne’
 
Sabriye, bi lêv kir ku ew di meha sibat û adarê dest bi çandiniya sebzeyan dikin, piştî kûlîlk didin dest bi çapê dikin û wiha domand: “Di du mehan de hemû sebze kûlîlk didin. Darên fêkiyan jî di nav 4-5 salan de çêdibin û mezin dibin. Me gelek darên fêkiyan çandiye li vî derê. Me darên fêkî, hêjîr, mişmiş, xox, gûz û zeytûn çandine. Em du hefteyan carê çape dikin. Piştî ku mezin dibe mirov nikare çape bike. Piştî çape kirine baxce tê avdan. Em ê heya mehekî dinê jî dest bi kom kirina sebzeyan bikin. Em sebzeyên me ji bo malê çandine. Hem ji bo xwarinê û hem jî dibin didin cîranên xwe. Em ev sebzeyên ku kom dikin pê tirşî û konserve çêdikin an jî dikelînin dixin poşeta û dixin sarincê, zivistanan ji bo xwarinê derdixin. Her wiha em bacanên reş ji bo dolmeyan hişk dikin. Her wiha em îsotan jî hişk dikin. Ev amadekarî hemû ji bo zivistanê ne.”
 
‘Gel li vir çandiniyê dikin'
 
Sabriye, di dirêjiya axaftina xwe de got ku karê çandiniyê ji bo wê nezehmete û wiha pêl da axaftina xwe: “Ez karê baxceyê gelek hez dikim. Ji ber vî karê çandiyê dikim. Baxceyê me li Gêliyê Çemê Cehnemê ye. Ev der cihekî dîrokî û kevne. Berê av di vî aliyê de derbas nedibû ji aliyê dinê derbas dibû. Berê li vî derê aşê avê hebû. Ev der berê berê cihê kar bû niha jî bûye cihê kêfê. Gel tên li vî derê û digerin. Lê belê îsal ji ber nexweşiyê kes nikare were. Em jî ji bo baxceyê xwe diçin û tên. Di demên berê gel serê sibehê dihatin dest bi kar dikirin heta saetên êvarê. Her wiha li gor gotinan berê ev der hemû birinc bûye. Gel çandiniya birinc dikirin.  Lê belê niha li vî derê birinc nayê çandin. Li vir di demên derbas bûyî de ji ber şerê hat jiyîn tu kes nikaribû bê û çandiniyê bike. Gel li vir çandiyê dikin." 
 
‘Jin hemû tiştan xweşik dikin’
 
Sabriye, got ew ji bo baxceyê xwe av bidin ji çem bi xortimê avê dikişînin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Jin dema bixwazin dikarin hemû tiştî bikin. Jin bila hemû tiştan li gorî xwe bikin. Tiştekî ku jin neke tuneye. Jin hemû tiştan xweşik dikin.”