Aşê 155 salî li gel hilbirîna jinan zindî dimîne

  • 09:09 28 Gulan 2020
  • Jiyan
Zeynep Turgut
 
COLEMÊRG - Li gundê Biyadir yê  girêdayî navçeya Çelê, aşê avê  155 sale bi saya ked û hilbirîna  jinan heta roja me ya îro hatiye. Jinên ku di aş de dixebitin diyar kirin ku armanca wan ew e ku ew heta sedsalên din aş bidin zindîkirin.
 
Li gundê Biyadir yê  girêdayî navçeya Çelê ya Colemêrgê di aşê avê de  jin bi  hêrandina kunciyan  hilbirîna tehînê dikin û bi vî awayî aşê sedsalî heta roja me ya îro anîne.  Aşê ku 155 sale bi awayekî çalak ji hêla jinan ve tê xebitandin di heman demê de li hemberî teknolojiyê jî li berxwe dide.Şêniyên gund li aş de  hem tehînê hildiberînin û hem jî genimê xwe  dihêrînin.  Tehîna ku li  aşê kevnar de  tê hîlberîn ji bo firotinê ji gelek bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê re tê şandin. Kunciyên ku di rojekê de di avê de tên hiştin, pişt re di makineyê de tên hêrandin û di firina êzîngan de tên sorkirin. Rêwîngiya kunciyan avêtina aşî de bi dawî dibe. 
 
Der barê hilbirîna tehînê de Zeynep Demîr a ku bi salane di aşî de dixebite axivî û wiha behsa hilbirîna tehînê kir:" Di mehên payîzan de em li zeviyên herî mezin kunciyên xwe diçînin. Kunciyên ku tên çandin 3-4 mehan tên avdan. Piştî ku çêbûn em kunciyên xwe dikin torbeyan. Pişt re em qasî 2 rojan kunciyên xwe di avê de dihêlîn. Pişt re em kunciyên xwe dihêrin. Di wê astê de em nêzî 25 kîlo xwê diavêjin nav kunciyan. Pişt re em van li ber avê paqij dişon û pişt re dikin torbeyan. Pişt re jî em diavêjîn firinê, sor dikin û herî dawî diavêjin aş."
 
'Jin di zindîkirina aşê dîrokî de roleke girîng dilîzin'
 
Zeynebê anî ziman ku aşê dîrokî bi dest û keda jinan heta roja me ya îro hatiye û got:" Em li vir xebateke hevpar didin meşandin. Jin û mêr qasî hevdû dixebitin. Lê bê guman mîna her karekî li vir jî beşa ku jin dixebitin cuda ye, ya ku mêr dixebitin carna cuda dibe.  Mînak cudakirin û paqijkirina kunciyan jin dikin, lê kunciyan mêr sor dikin. Aşê me bi avê dixebite. Bi salane ev aş dixebite. Em ji payîzê heta biharê tehînê hildiberînin û ji biharê heta payîzê jî li aş  hilbirîna arvan dikin. Tehîna ku li vir tê çêkirin bi nav û deng e. Em ji her deverên Tirkiyeyê û Kurdistanê re dişînin. Jin di zindîkirina aşê dîrokî de roleke girîng dilîzin. Heta ku ez hebim ez ê destûr nedim ku ev kevneşopiya dîrokî wenda bibe. Heta niha kesekî alîkariya me nekir û piştgirî nedan ne,  me bi hewledanên xwe û keda xwe heta vê rojê anî û em ê heta dawiyê jî bibin."
 
'Em di aş de hem hilberînê dikin û hem jî dibin wesîle ku ev çand tu caran wenda nebe'
 
Emîne Ozcan a ku 20 sale di aş de dixebite bi lêv kir ku di hilbirînê de ew pir diwestin û anî ziman ku aşê dîrokî bi ked û hilbirîna jinan zindî ye û ev tişt got:" Xaka me pir bi bereket e. Her tişt li vir çêdibe. Ji fasulyeyan heta ku nîskê her tişt çêdibe. Em bi saya wan debara xwe dikin. Ger ku herêma Çelê esas bihata girtin wê hilbirînên bi hêz ji vir derkebitana. Lê mixabin ev der terikî qedera xwe kirine. Gelê heremê bi derfetên xwe  diçîne û difiroşe. Ev bi salane ez li vî aşî  dixebitim. Erê ,rast e em pir diwestin. Lê dema ku mirov  dîrokê ber bi pêşerojê ve dibe, bi rastî jî mirov kêfxweş dibe. Em dixwazin ku  bê dîtin ku berê de mirov çiqas jîr bûn û bêyî teknolojiyê çiqas afiriner bûn. Em armanc dikin ku aş heta sedsalên din bidin jiyîn. Em di aş de hem hilberîn dikin û hem jî dibin wesîle ku ev çand tu caran wenda nebe."