Aysel Gultekîn: Bila rayedar dengê jinên karker bibihîzin

  • 09:05 19 Nîsan 2020
  • Jiyan
AMED - Jina karker  Aysel Gultekîn diyar kir ku divê jinên lı gundan jî di nav jiyana kar de hebin û anî ziman ku jin bi xwe dikarin li ser piyan bimînin û bila hewcedarî meran nebin.ya Ayselê got ew di karen bê ewle de dixebitin û xwest ku ewlehiya karen dikin hebe. 
 
Jina bi navê Aysel Gultekîn(24) ku li  gundê Baxcaxê ye Amedê dijî, debara xwe bi xebata paletî ya li zeviyên gund dike. Ayselê diyar kir ku wê ji 9 saliya xwe de dest bi vî karî kiriye, lê tu ewlehiya jiyana wan tüne ye. Ayselê diyar kir ku tu kes denge wan nabihîze, divê di warê xebatê de ewlehiya wan bê girtin û zahmetiyên karê dike ji ajansa me re vegotın.
 
‘Li gel kare me zahmet e ewlehiya me tüne ye’
 
Ayselê di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser şert û mercên xebata dike û anî ziman ku xebata li nav erdan pir dijwar e. Divê mirov jîr û bi qawet be an na nikare  bi ser bikeve. Ayselê di berdewamiya axaftina xwe d ewiha got: “Em sibeh zû diçin kar. Ji sere sibehê heta êvarê em dixebitin. Ji bo taştê saet di 8’an de tene 30 deqe navber heye û ji bo navrojê jî saet di 12’an de em navber didin. Piştî wê saet di 3’yan de jî ji bo em bîhna xwe vedin demeke pir kurt didin. Havîne gelekî germe, ev jî bo me zahmetiyek  mezine. Ji bo mirov li erdan bixebite hêz divê. An na mirov nikare bi ser keve. Di alîyê aboriyê de kêmasî zêde ne. Ger ku di malbatekê de kesek tenê bixebite nikare debara xwe pê bike.  Havînê di bin germahiyê de em rojane bi 60 TL divebitin û payizê jî em heqdest sere kîloyek pembû  45 kûrûş digirin. Havîna bi yewa (60) em dixebitin,payîzê jî em bi kîlo ( serê kîlo kî 45 krş)pembû berhev dikin. Di hela tendirustiyê de em kêmasiyên mezin dijîn.  Ewlehiya tendirustiya me tüne ye.”
 
‘Jin di navbera xwe de azad in’
 
Ayselê di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku jin di vê xebatê de di navbera xwe de azad in û wiha axivî: “ Li kar piranî em hemû jin in.  ji vê  di navbera me de hevaltiyek xweş heye. Em jin di wî warî de azad in. Em dikenin dipeyivin û di naveberê de govendê digirin. Lê em li gund ewqas ne azad in. Em vî karî dikin û gundî jî me bi vî awayî qebûl dikin.  Mîna fîlê bi zincîrek zirav hatiye girêdan in û em dikarin xwe ji wê zincîrê azad bikin.”
 
‘Divê mafê jiyanê yê alternatif ji bo me jî hebe’
 
Ayselê di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser rewşa jinên gund û destnîşan kir ku jinên ciwan ên li gund bi hêviya zewacê tên mezin kirin û axaftina xwe wiha berdewam kir: “ Li gorî min divê jin jî bixebitin hema ne di karê ewqas giran de. Divê jin jî di nav jiyana  karê de cih bigirin. Gelek tişt hene ku bê gotin. Ew hêza jinan kul i ser piyên xwe bisekinin heye, bila daxwaza jinan ne hewcedariya mêran be. Xebat ne tiştek xerab e. Gava şert û mercên xebatê baş bin bila kar bikin û aborîya wan di destê wan de be. Bila  li destê hevjîn, bav û birayên xwe nenêrin. Di nav me de peyvek heye dibêjin xwarina nanê mêr bê minnet e. Lê na xwarina nanê keda jinê bê minnete. Bikin û bixwin li destê bav û mêran nenerin. Mixabin gelek jin zewacê wekî rizgarî û çareseriyê dibînin.  Ji xwe jinên dizewicin jî nikarin biçin karê derve û destur ji bo wan nayê dayîn û keda wan a li malê jî nayê dîtin.  Jin û keçikên me bi fikra zewacê mezin dibin. Lê divê mafê jiyanê yê alternatif ji bo jinan jî hebe. 
 
Ayselê diyar kir ku ew dema xwe bi xwendinê derbas dike û wiha dawî li axaftina xwe anî: “ Ez dema xwe bi xwendinê derbas dikim û ji bo kesên dora xwe jî xwendinê pêşniyar dikim.  Ji ber ku xwendin gelek tiştan hînî mirov.  Ez dixwazim ku ji bo me jî ewlehiya kar hebe û em di bin ewlehiyê de kare xwe berdewam bikin.”