‘Gihayên xwezayî dermanê her nexweşiyê’

  • 09:02 19 Nîsan 2020
  • Jiyan
Xezne Celal
 
KOBANÎ - Dayika Fatme Muhemed Xelîl a ku her sal gihayê sêva kom dike û weke derman bi kar tîne wiha got: "Ez hêvîdar im kesên ku gihayê sêviyê vedixwin ji qedehekê bêhtir venexwin ji ber ku gihayê sêva wek derman tê dîtin û dema ku zêde bê vexwerin bandorên neyinî li ser jiyana mirovan dike." 
 
Li Herêma Firatê her sal di demsala biharê de jin dest bi komkirina gihayê sêva dikin, gelek cureyên gihayê sêva  hene kulîlkên zer û cureyek jî kulîlkên spî digire. Bilindahiya wê li gorî cureyan ji 15-50 cm. Di meha adar û nîsanê de li her cihî derdikeve û piştî derketina wê bi 15 rojan tê berhevkirin. Li herêma Firatê gihayê sêva  wek derman ji nexweşiyan re tê peyda kirin û mirov dikare bêje ku di her malê de heye. Gihayê sêva  ji bo nexweşiyên sîngê, zikçûyîn, girîp, kuxik û wexta ku jin regîl dibin ji boyî kêmkirina sanciyan jî dikare were vexwarin. Her wiha ji bo şewta bedenê jî tê bikaranîn û bêhana wê ya kelandî ji bo kulbûna poz baş e.
 
Jina bi navê Fatme Mihemed Elî ya ji gundê Xizênê yê Başûrê Kobanî her sala gihayê sêva  berhev dike û ji bo nexweşiyan bi kar tîne. Li ser çawaniya komkirinagihayê sêva û faydeyên wê dayika Fatme ji ajansa me re axivî.
 
'Sala ku baran pir be, gihayê sêva  jî pir derdikeve'
 
Fatmeyê diyar kir ku Babûnêc di demsala biharê de derdikeve û wiha domand: "Gihayê sêva di meha adar û nîsanê de tê berhevkirin. Piştî van her dû mehan  kulîlkê wê diweşê,  piştî ku kulîlk weşiya tê faydeya wê tune ye. Piştî 15 rojan ji derketina gihayê sêva em dest bi komkirinê dikin û piştre jî hişk dikin. Ez him ji bo malbata xwe û him jî ji bo mirovên nexweş kom dikim. Babûnêc du cureyên wê hene, yek a ku ji xwe ber li çolê derdikeve jê re dibêjin gihayê sêva yê  berî ya ku kulîlkên zer digire, ya din jî ya ku kulîlkên spî digire. Ya çolê ji ya din çêtire û faydeyên wê jê bihtir in. Ya ku kulîlkên spî digire tenê ji bo rûyê mirov baş e, yanî mirov pê rûyê xwe dişûn û pak dikin. Hin kes hene Babûnêc diçînin lê ya ku ji xwe ve li çolê derdikeve faydeyên wê pir in. Ya ku diçînin ne bêhna xwe heye û ne jî faydeya xwe heye. Sala ku baran pir bibare gihayê sêva jî pir e û li her cihî derdikeve."
 
'Gelek sûdên gihayê sêva hene'
 
Fatmeyê tekez kir ku li gundê wan maleke wan ya teybet heye, kes nêzî wî cihî nabe û li wir gihayê sêva kom dikin û wiha pê de çû: "Dema ku  Gihayê sêva  bê şûştin kulîlkê wê diweşe wê demê jî tu faydeyên wê namînin. Piştî baran dibare bi çend rojan em kom dikin, ji ber ku bi baranê re tê şûştin û rengê wê jî vedibe. Em tevî kokê berhev nakin ji ber ku faydeyê wê di kulîlk de ye ji ber vê tenê kulîlk kom dikin û hişk dikin. Piştî ku hat hişk kirin pêwist e têxin kêsê nan û cihê wê jî hişk be. Dema ku hişk dikin pêwiste seatekê ber tavê bimîne û piştre di hundir de hişk bikin. Di nava sê heya çar rojan de tê hişkirin. Gelek sûdên gihayê sêva hene wek, dema ku şewat di bedena mirov de çêbibe, bi ava Babûnêc bê şûştin gelekî faydeyê lê dike. Ji bo nexweşiyên singe jî baş e. Her sibeh gihayê sêva bikelîne û qedehekê vexwe gelek faydeyê li bedena mirov dike. Bi taybet ji bo zarokan baş e. Di demsala zivistanê de dema ku mirov bi girîpê ket vexwe pêşî li nexweşiya girîpê digire."
 
'Şekir faydeyên Babûnêc dikuje'
 
Fatmeyê dest nîşan kir ku ew tenê ji bo salekê kom dikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Dema ku gihayê sêva nû derdikeve em ya kevin davêjin û ya nû vedixwin. Ji ber ku piştî salekê faydeya wê namîne yanî faydeyên ya kesek ji ya hişk bêhtirin. Dema ku şekir dikeve nava gihayê sêva de faydeyên wê dikuje. Ez hêvîdarim ku kesên gihayê sêva vedixwin ji qedehekê bêhtir venexwin ji ber ku Babûnêc wek derman tê dîtin û dema ku zêde bê vexwerin bandorên neyinî li ser jiyana mirovan dike."