Jina ku ji hezaran kesî re bû hêvî

  • 09:03 11 Adar 2020
  • Jiyan
Zeynep Akgul
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Çîgdem Kuzucu 6 sal berê kurê xwe Erdî Berkay Gulmez ji nexweşiya losemî winda kiribû. Çîgdemê piştî mirina kurê xwe bi armanca balê bikşîne nexweşên losemî û alîkariya wan yê li bende naqlê ne li ser çapemeniya civakî koma ‘ji 1000 dildarî tu jî dikarî bibî 1’ û ji hezaran kesî re bû hêvî.
 
Çîgdem Kuzucu ku kurekî wê hebû, Erdî Berkay Gulmez 6 sal berê di 19 salî ji ber losemiyê wenda kir. Çîgdem piştî mirina kurê xwe ji bo piştgiriya nexweşên losemî yên mezin têkoşîn da destpêkirin. Çîgdem diyar dike ku di civakê de ji bo zarokên losemî hişmendiyek ava bûye lê ji bo mezinan ev ava nebûye û gor armanca wê ev e ku bi taybet balê bikşîne ser nexweşên losemî yên mezin.
 
Çîgdemê bi lêv kir ku ji malbata xwe gelek kes ji pençeşêrê winda kiriye û pêvajoya kurê xwe wiha vegot: “Teşîsa pençeşêrê li kurê min hat danîn. Porê wî dirêj bû. Ji porê xwe hez dikir. Li dibistanê porê dirêj qedexe bû. Ji bo vê dest ji dibistanê berda. Min jî ew ji bo xebatê şand sanayiyê. Wê piştî wê jî dest bi dibistanê bikira. Mİn wek ceza şand wir. Lê wî gelek jê hez kir. Di demên dawî de gelek kîlo da. Dest û rûyê wî pir sipî bû. Xwarin nedixwar. Me tenê bi şev ew didît. Li kargeriyê ketibû. Birine nexweşxanê û mr û tomografî kişandibûn. Tiştek derneketibû. Me got bila xwînê jî bide. Encama wê roja din derket. Şandin hematolojiyê. Li nexweşxana onkolojiyê razandin.”
 
‘Pirsa ‘ez ê bimrim’ pirsî’
 
Çîgdemê got cidiyeta rewşa kurê xwe fêm kirine lê ji hev re negotine û wiha berdewam kir: “Wî digot ez xemgîn nebim min digot ew xemgîn nebe. Me ji hev re negot. Doktor gazî min kir û got ‘losemiye’. Wê rojê ji bo min hezaz çêbû û ez di bin de mam. Ez çûm jor û kurê min got ‘ez pençeşêrim, ez ê bimrim?’. Zarokekî xurt bû. Tu car gazinc nekir. Dema porê wî hat jêkirin û biyopsî hat kirin giriya. Piştre min qet giriyê wî nedî.” 
 
‘Di 6 mehan de min winda kir’ 
 
Çîgdemê bi lêv kir ku teşîst di 2012’an de hatiye kirin û 6 meh şûnde ew winda kiriye û wiha pê de çû: “Kurê min 4 kur kemoterapît girt. Ya ewil de besiv da. Ya duyem û sêyem bersiv neda. Gotin tiştek bê kirin tune. Piştre biryara neqlê hat dayîn. Ji bo îlîkê ewil ji malbatê mînak girtin. Ya min û xalê wî ji sedî 50 girt. Piştre serî li TURK KOK hat dayîn. Ji wir jî tiştek derneket. Dema me ji xwe tunebû. Şansê jiyana kurê min ji sedî 10 bû. Piştî kemoterapiya duyem em li bendê mirinê bû. Kurê min enfeksyon girt û rakirin beşa giran. 21 rojan têde ma û jiyana xwe ji dest da.”
 
‘Xeyala wî avakirina banka xwînê bû’
 
Çîgdemê bi lêv kir ku kurê wî dema çûye gelek emanet jê re hiştiye û ev tişt bi lêv kir: “Em gelek li xwînê geriyan. Me wê demê şebqeyek jê re girtibû. Gelek hat hezkirin. Kurê min digot em wêneyên min lê bidin û bi pereyê ji vir bê bankayek xwînê ava bikin. Min ji bo xeyal kurê xwe li ser çapemeniya civakî koma ‘ji 1000 hezar dildarî tu jî dikarî bibî yek?’ ava kir. Ewil min hewcedariya nexweşan a xwîn û trombosît peyda kir. Em 3-5 kes bûn. Niha 15 hezar endamên wê hene. Me ji bo nexweşxan peruk çêkirin. Piştî Erdî min kampanya dan destpêkirin.”
 
‘Em bursê didin 13 zarokan’
 
Çîgdemê destnîşan kir ku di vê pêvajoyê de 4 zarok emeliyet kirin e û ev tişt bi lêv kir: “Me ji bo zarokekiî protez çêkir. Ji bo 13 zarokan jî burs tê dayîn. Ev zarok jî yên losemîne. Ji bo navê kurê xwe bidim jiyîn, li seranseê Tirkiyeyê min ji 60’î zêdetir pirtûkxane ava kir. Me ya ewil li Şirnexê ava kir. Li Şirnexê li ser navê kurê min sê pirtûkxane hene. Min beriya kurê xwe her tim pere da serhev. Fikarên min hebûn. Min digot ez bimrim ne dê û ne bavê kurê min ligel heye. Min dixwest ez xaniyekî û hinek pere jê re bihêlim. Ji ber vê ez xebitîm, min wesayît girt. Lê kurê min li wesayîta xwe siwar nebû. Xanî jî ez ji kê re bigirim. Min di vê navberê de kurê xwe jibîr kiribû.”
 
‘Dayîna xwînê 5 deqeyên we nagirin’
 
Çîgdemê di dawiyê de wiha got: “Gelek kesên li dijî vê nexweşiyê têdikoşin hene. Ez diçim serdana wan. Ji bo dengê wan bidim bihistin têdikoşim. Mirov dibêjin belkî dayîna xwînê zehmete. Lê tenê bi dayîna xwînê dikarin dest bidin jiyana mirovan. Ez bang li hemû kesî dikim ku bibin donor. Ev belkî jî 5 deqeyên we nagire.”