Besna ya bi salan di eniya pêş de cih girt, ji bo 8’ê Adarê bang li jinan kir

  • 09:21 7 Adar 2020
  • Jiyan
WAN - Besna Akdogan ya li Wanê di gelek çalakî û bernameyan de di eniya pêş de cih girt û di seranserê jiyana xwe de li dijî zextan têkoşîn meşand, bang li jinan kir ku 8’ê Adarê de li qadan bin.
 
Besna Akdogan ya 65 salî li Wanê dijî û wek gelek jinên Kurd jiyana wê bi koçberî û têkoşînê derbas bûye. Besna 30 sal berê ji navçeya Elkê ya Şirnexê koçî Geverê dike û ji wir jî koçî Wanê dikin. Besna li Wanê jî di hemû çalakî û bernameyan de di eniya pêş de cih digire, li dijî polîtîkayên çewisandinê qadan terk nake û niha ji bo tevlîbûna qadên 8’ê Adarê bang dike.
 
‘Li Wanê jî zext didomin’
 
Besnayê destnîşan kir ku bi salan di çalakiyan de rastî şîdetê hatiye û ev tişt daxuyand: “Divê jin zêdetir dengê we bilind bikin. Jin ji aliyê mêr û dewletê ve rastî zextan tên.  Min ji dewletê gelek eziyet dît. Zarokên min her tim dihatin girtin. Neçar man biçin Stenbolê. Em hatin Wanê, me li vir erse girt. Me xanî çêkir. Lê dîsa jî em rastî zextên dewletê hatin. Her cureyê îşkence li me kirin. Ez her tim li cem gelê xwe bûm. Zarokên me şehîd ketin. Hemû zarokên me ne. Em li pişta wan e. Em dest ji vê dozê bernadin. 
 
‘Em hebûna jinên Kurd nîşanê cîhanê bidin’
 
Besnayê bi lêv kir ku di têkoşîna Kurdan de jin di eniya pêş de cih digirin û ev tişt bi lêv kir: “Divê hemû jin dest bidin hev û dakevin qadan. Divê em hebûna jinên Kurd nîşanê hemû cîhanê bidin. Divê em di 8’ê Adarê de dakevin qadan.  Divê hemû jinên cîhanê rabin ser piyan. Divê em dirûşmeyan berz bikin,  divê em bi coşeke mezin pîroz bikin.”
 
‘Her tiştê ku destê jinê lêdikeve xweş dibe’
 
Besnayê destnîşan kir ku divê jin zêdetir li qadan bin û wiha berdewam kir: “Me canê xwe, zarok û malê xwe da ser. Me ji dewletê îşkence dît. Bila êdî jin netirsin. Bila jin xwe azad bikin, pêngavên mezin bavêjin ku zêdetir azad bibin. Bila jin ne tenê li malê li her derê azad bin. Jin destê xwe bavêje çi xweştir dibe. Ez bang li hemû jinan dikim ku di 8’ê Adarê de li kolanan cihê xwe bigirin.”