Di 8’ê Adarê de çîroka 8 jinan

  • 09:14 6 Adar 2020
  • Jiyan
Xemê Akdogan:Em pîrozkirina 8’ê Adarê wek peywir dibînin
 
WAN- Xemê Akdogan ku tu car dest ji têkoşîna li dijî şîdeta mêr û dewletê berneda wiha got: “Min wek şervanekê mil da têkoşîna Kurd.” Xemê di 8’ê Adar û Newrozan de qadan terk nake û wiha dibêje: “Em pîrozkirina van rojan wek peywir dibînin. 8’ê Adarê Roja têkoşîna jinan e.”
 
Çîroka jiyana 8 jinên bi bexwedanê derbas bûye, bi wesîleya 8’ê Adarê em bi we re parve dike. Bêguman her jinek çîrokek wê heye. Em îro çîroka Xemê Akdogan ya ku jiyana wê bi têkoşînê derbas bûye, dinivîsin.
 
Xemê 70 salî ye û li dijî mêr û şîdeta dewletê jiyana wê bi têkoşînê derbas bûye û li gundê Zeriya ya Elkê ya Şirnexê tê dinê. Di temenê biçûk de ji aliyê bavê wê ve tê zewicandin û têkoşîna wê ya li dijî zîhniyeta serdest ya mêr wisa dest pê dike. Rastî îşkenceyan tê, tê koçberkirin. Lê dîsa jî dest ji têkoşînê bernade.
 
Xemê ji Şirnexê koçî navçeya Gever a Colemêrgê dike, ji wir jî neçar dimîne koçî Îpekyol a Wanê bike. Xemê di 8’ê Adar, Newroz û gelek rojên din de bi cil û bergên xwe yên herêmî di eniya pêş de cih digire. Xemê her wiha wek Dayika Aştiyê li her derê jî daxwaza aştiyê tîne ziman.
 
‘Jiyana min bi zor û zehmetiyan derbas bû’
 
Xemê zor û zehmetiyên di seranserê jiyana xwe de dîtiye bi van gotinan anî ziman: “Bavê min ez di zarokatî de zewicandim. Jiyana min di zindanan de, di bin zext, koçberî, îşkence û xizaniyê de derbas bû. Me ji Şirnexê koçî Geverê kir û ji wir jî hatin Wanê. Li gund erd, sewalên me hebûn. Min dest ji jiyana xwe ya gund bernedida. Lê zext bi dawî nebûn. Her tim bi ser mala min de digirtin. Îşkence li zarokên min kirin. Ew girtin. Em rastî her cureyê îşkenceya dewletê hatin.”
 
‘Dewlet hêza jinê dizane’
 
Xemê bi lêv kir ku wê wek şervanekê mil daye têkoşîna Kurd û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Min di hemû çalakî û bernameyan de cihê xwe girt. Ez rastî her cureyê şîdetê hatim. Sedema êrîşan ev bû, dewlet ji jinên Kurd, ji Dayikên Aştiyê ditirsin. Wek dijmin dibîne. Ji ber ku hêza jinê baş dizanin. Divê bitirsin jî. Em ê her tim li ser piyan bin. Dewlet ji bo berjewendiyên xwe tu car aştî nexwest. Zîhniyeta dewletê zîhniyeta mêr e. Ger bi hişmendiya jinê bihata birêveberin wê ji zûde aştî bihata û aştî ne tenê ji bo gelê Kurd ji bo gelê Tirk jî pêwist e.”
 
‘8’ê Adarê roja têkoşîna jinan e’
 
Xemê destnîşan kir ku ji roja di têkoşîna netewa Kurd de cih girtiye, tevlî 8’ê Adar û Newrozê dibe û got: “8’ê Adarê ji bo têkoşîna jinan gelek girîng e. Di 8’ê Adarê de divê hemû jin bi rengên xwe tevlî bibin. Pîrozkirina 8’ê Adarê, Newrozê peywira me ye. Newroz roja hebûna Kurdan e û 8’ê Adarê Roja têkoşîna jinan e.”
 
‘Em dest ji têkoşîna xwe bernadin’
 
Xemê di berdewamiyê de wiha got: “Bi cil û bergên gelerî tevlîbûna pîrozbahiyan gelek girîng e. Rengên wê li gorî rojê diguhere. Di 15’ê Sibatê de em fîstanan li xwe dikin. Di 8’ê Adar û Newrozê de em cilên rengîn li xwe dikin. Em Kurd in, çanda xwe winda nakin. Berê pîrozbahî di bin dorpêça polîsan de pêk dihat lê tevlîbûn zêde bû. Lê niha destûr nadin pîrozbahiyan. Îşkenceyê li jinan dikin, binçav dikin. Jin wek berê tevlî nabin. Lê jin tevlî nebin jî her tiştî dizanin.”
 
Ez kuştinên jinan şermezar dikim
 
Xemê di dawiya axaftina xwe de bang li hemû jinan kir ku tevlî 8’ê Adarê bibin û got: “Divê jin bi rengên xwe li qadan bin. Tevî her tiştî emê li malên xwe rûnenên. Em jin aştî, azadî û yekitiyê dixwazin. Ez şîdeta li ser jinan şermezar dikim. Tu car dest ji têkoşîna xwe jî bernadim.”