Cihê ku berxwedan û hêvî lê heye: Kampa Waşokanî

  • 09:13 12 Kanûn 2019
  • Jiyan
Nudem Têkoşer
 
HESEKÊ - Kampa Waşokanî ya ku gelê Serêkaniyê û Girê Spî koç kirinê, birînên xwe bi pergala xweser dikewînin. Li her derê kampê hêvî û berxwedan serdest e.
 
Tevî hemû êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hêviya gelên wir gelek zindiye. Hêviya wan eve ku demildest vegerin wanê û her tim ev gotin li ser zimanê wan e.
 
Bîlanço giran NY bêdeng e
 
Li gorî daneyên Rêveberiyên Xweser ji ber êrîşên Tirkiyeyê û komên girêdayê wê li herêmên sînor 300 hezar sivîl neçar maye koç bike û dîsa li gorî daneyên rêveberiya xwer di êrîşan de 478 kesî jiyana xwe ji dest daye, hezar û 70 sivîl jî birîndar bûne. Ji 9’ê cotmehê heta niha NY’ê ji bo herêmê tu alîkarî nekir û li dijî krîza mirovahiyê tu pêngav navêt, bêdeng ma.
 
Birîn bi pergala xweser tên kewandin
 
Gelê ji Serêkaniyê koç kirin li Kampa Waşokanî bicih bûn û bi hêviya ku vegerin malên xwe dijîn. Şêniyên Kampa Waşokanî, tevî hemû trajediyên mirovahî yên giran, pergala xweser xistin jiyanê û birînên xwe bi vê dikewînin.
 
150 malbat li kampê bicih bûn
 
Bi giştî 150 malbat li kampê bicih bûye û hejmarê 5 hezar derbas kir. Rêveberiya xweser bi komun û meclîsan hewl dide krîza mirovahî çareser bike. Heyva Sor a Kurd û Kongreya Star bi derfetên xwe ji bo kampê bûne seferber. Tu piştgirî ji saziyên navneteweyî ji bo kampê nehatiye kirin. Kamp bi piştgiriya Rêveberiya Xweser hat avakirin. 
 
Heyva Sor li kampê şifayê belav dike
 
Bi piştgiriya Komîteya Alîkarî û Xizmeta Civakî û Heyva Sor a Kurd, li kampa Waşokanî, ji bo hewcedariyên gel kabîna tenduristiyê hat vekirin û 2 ambulansê wê hene. 
 
Hevseroka Kampa Waşokanî, Helva Saleh diyar kir ku ji bo çareseriya pirsgirêkên gel, bi rêxistinbûnê hewl didin çareseriyê pêk bînin.
 
‘Her kes seferber bûye’
 
Helvayê diyar kir ku heta niha ji tu saziyek navneteweyî alîkarî nehatiye û got: “Rêveberiya xweser ji bo hewcedariyên gel ên av, kon û binsesaziyê çareser bike bi dildarî dixebite. Li vir her kes ji bo gelê Serêkaniyê seferber bûye. Li Kampê ji bo her cureyê xizmetê hewcedarî heye. Ji bo piştgiriya jinan û rêxistinbûna jinan rêxistinên jinan li vir xebatên girîng dimeşînin.”
 
Helvayê her wiha da zanîn hejmara li kampê her diçe zêde dibe û heta niha 5 hezar kes hatine kampê ji van hezar û 100 jin û hezar û 250 jî zarok in. Helvayê bi lêv kir ku li kampê 29 komun jî hatine avakirin û got: “Ji bo avakirina kampê 300 karker bi dildarî hatin û xebitîn. Her endamên meclîsê jî bi dorê hatin kampê û dildarî xebat meşandin.”
 
Komîteya parastina cewherî heye
 
Jina bi navê Selma Mustafa ya 35 salî ji ber êrîşan ji Serêkaniyê derketiye û ew jî di komîteya parastina cewherî de cih digire. Selmayê anî ziman ku wê şahidiya êrîşên El Nusra yên 2013’an jî kiriye û wiha berdewam kir: “YGP, YPJ, hêzên parastina cewherî û gel bûn yek û çeteyên El Nusra ji Serêkaniyê derxistin. Me di wî şerî de gelek şehîd dan. Lê me xwîna wan li erdê nehiştin. Me Serêkaniyê ji çeteyan paqij kir. Di êrîşên 9’ê cotmehê de jî em li mala xwe bûn. Balafir li ser malên me difiriyan. Top avêtin taxa me. Sê rojan hêzên parastina cewherî tax parastin. Lê cihê ku em lê bên parastin tune bû. Em hatin Hesekê. Me xwe bi zor xilas kir. Ji bo kampa Waşokanî em bûn seferber. Tu piştgiriya navneteweyî çênebû. Hewcedariyên me niha her diçin zêde dibin. Em ji bo jiyaneke bi rûmet li vir in. Çi dibe bila bibe em ê vegerin Serêkaniyê.
 
Berdevka komunê Delal: Em ê vegerin
 
Berdevka komunê Delal ku 5 zarokên wê hene got: “Dema li Serêkaniyê xistin me nexwest em derkevin. Zarok ji ber teqînan gelek ditirsiyan. Êrîşî gundê me kirin. Em bi cîranan re ketin rê. Me zehmetiyên mezin dîtin. Em ê vegerin ser axa xwe. Em naçin tu cihekî. Em şaredariya xwe ji Erdogan û çeteyan re nehêlin.”