Restorasyon nîvco ma: Xwendekar û şêniyên taxê di xetereyê de ne

  • 09:04 1 Îlon 2019
  • Jiyan
Gulîstan Azak
 
MERSÎN - Xaniyên dîrokî yên li taxa Muradiye ya Mersînê terkî qedera wan hatine kirin, jiyana şêniyên taxê û xwendekarên dibistana nêzî wir dike xetereyê.
 
Li taxa Muradiye ya Mersînê li kolana 5105, xaniyên dîrokî yên terkî qedera wan hatiye kirin jiyana welatiyan û xwendekarên dibistana Seretayî ya Kayatepe dike xetereyê. Xaniyê ku wek qada sît hatin qebûlkirin, di 2018’an de xebatên restorasyonê lê hatibûn destpêkirin lê nîvco hat hiştin. Xaniyên ku du qat in û piranî ji text hatine çêkirin, rizyane û parçeyên jêde dikevin xetereyê diafirîne. Şêniyên taxê diyar kirin ku ew bi fikar in û bang li şaredariyê kirin.
 
‘Em dixwazin xebat demildest bê destpêkirin’
 
Sema Çîçek diyar kir ku ew dema di ber van xaniyan de derbas dibin ditirsin û wiha pê de çû: “Divê demildest xebat bê destpêkirin. Ligel van xaniyan dibistanek heye. Ez dema di wir de derbas dibim ditirsim.”
 
‘Zarokên me hemûyan e’
 
Jina bi navê Ferda Ordek jî destnîşan kir ku divê demildest xebata restorasyonê bê destpêkirin û got ev zarok zarokên wan hemûyan e, naxwazin zirarê bibînin û got rewş gelek bi xeter e.
 
‘Ji bo zarokan bikevin nava tevgerê’
 
Ayşe Tufan jî bal kişand ser xetereyê û got: “Ji vebûna dibistanê re demek kurt ma. Divê rayedar tedbîran bigirin. Ji kerema xwe re bikşînin û biweşînin. Kes dengê me nabihîze. Zaroka min a astengdar heye. Ji ber vê nikarim dermanê kêzikan bi kar bînim. Li taxê kêzik zêde ne û pêve didin. Sala borî cîrana me ji mirinê vegeriya. Hundirê xaniya tije çop e. Ev xanî bûne navendên cihên bikaranîna hişbirê. Jiyana me di xetereyê de ye. Taxê bihêlin, ji bo zarokan bikevin tevgerê. Zarokên me bi tirs ji vir derbas dibin.”
 
Şêniyê taxê Tuncay jî got sala borî tarantula pêve daye û ji ber vê demek dirêj di nexweşxanê de maye û got: “Kes bi van xaniyan re eleqeder nabe. Wê bi ser me de hilweşin. Ekîbên Midûriyeta Parastina Hebûnên Çandî û Xwezayê hatin muşambe kişandin û çend bizmar lêdan û çûn. Fîrma çêdikir nîvco hişt û çû. Ev der pêşkêşî kê hatin kirin? Em neçar in vê bipirsin. Ev der navenda Mersînê ye. Ez ji vê re jî ancax dikarim bêjim rezîlî ye.”