'Me dermanên zarokên xwe ji xwezayê çêdikir'

  • 09:03 29 Tebax 2019
  • Jiyan
Berçem Cûdî
 
KOBANÊ - Jina bi navê Uweyş Musa bi salan e ku dermanê xwezayî çê dike. Uweyşê derberê dermanên xwezayî de wiha got:"Me ji bo şeliqandina zarokan, ketina navik  û êşa çavan dermanên xwezayî çêdikirin. Bi saya dermanên xwezayî zarok ji nexweşiyan rizgar dibûn." 
 
Jina xwedawend her bi keşifkirina jiyanê hatiye naskirin. Jinan ji xwezaya li derdora xwe pêwistiyên xwe yên jiyanê û bi taybet jî dermanên xwezayî peyda û keşif kirine. Dema em li dîrokê dinêrin jinan bi dermanên xwezayî zarokên xwe derman kirine û ji nexweşiyan parastine. Heta niha jî li gelek welatan hîna jî dermanên xwezayî weke çareseriya yekem a ji nexweşiyan re tên bikaranîn. Di derbarê çêkirina dermanên xwezayî yên zarokan de, jina bi navê Uweyş Musa ku ji gundê Êdiqê yê Kobanê ye ji ajansa me re behsa çêkirina dermanan kir.
 
'Me ji derdora xwe pêwistiyên xwe peyda dikir'
 
Uweyşê di destpêkê de behsa dermanên xwezayî dike û wiha got: "Di demên borî de derfetên me kêm bûn. Malên me hemû ji axê bûn. Ji ber wê me hemû pêwistiyên xwe ji derdorên xwe peyda dikir. Dema ku zarokên me nexweş diketin, me berhemên xwezayî bi kar dianîn. Ax, nebat, tenî û hwd. Zarokên me sûd û fêde jê didît û ji nexweşiyên xwe rizgar dibûn."
 
'Ax, tenî û mast dermanên bi fêde ne'
 
Uweyşê di dewama axaftina xwe de bal kişand ser rê û rêbazên çêkirina dermanan û wiha domand: "Dema ku zarokên me yên biçûk dişeliqîn, me axa sor bi kar dianî. Di destpêkê de, me hinek ji axa sor ya di nav zeviyan de dianî. Ji ber ku laşê zarokan hesas e, me ew ax di qumaşekî re derbas dikir da ku ji kevir û darikan paqij bibe. Paşê jî me ew ax di bin çeng û navranên zarokan dida û roja din me bi sabûn û ava germ ew dişuştin. Zarok paşê rehet dibûn û tiştek bi wan nedima. Her wiha dema ku navika zarokan diket, me teniya reş a sêla nan an jî teniya quşxaneyan kom dikir û hinek xwê jî tevlê dikir û bi navikên wan dida. Di heman demê de me teniya sêlê ji bo êşa çavên zarokan jî bi kar dianî."     
 
'Mezinên me tecrûbeyên xwe bi me re parve dikirin'
 
Uweyşê diyar kir ku xwesiya wê ew fêrî çêkirina derman kiriye û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Dema ku ez zewicîm min dermanên xwezayî wiha nas nedikir, lê xwesiya min hemû tişt fêrî min kir. Dema ku me digot zarok şeliqîne, digot heger hûn negihêjin, hema di destên xwe de kulmek ax ji keviran paqij bikin û bi zarokan bidin. Yanî xwesiya min ango kesên temenmezin em fêr dikirin û tecrûbeyên xwe bi me re parve dikirin."