Li Qelqeliyê serayên şaredariyê berhemên xwe dan

  • 11:10 26 Tebax 2019
  • Jiyan
WAN - Li Qelqeliyê serayên ku ji aliyê HDP'ê e bi destên jinan çandinî li wan hat berhemên xwe dan. 
 
Şaredariya Qelqelyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Serayên ku bi destên jinan dan çandin niha ji berhemên wan jî jin berpirsiyar in.  Çandiniya Organîk ku ji aliyê şaredariya DBP'ê ya Qelqeliyê ve bingehê wê bi destên jinan hat avêtin îro ji aliyê şaredariya HDP'ê ya Qelqeliyê ve tê rêvebirin û ji berhemên wê jî jin berpirsiyar in. Şaredariyê li ser zeviyên 500 û 2 hezar metrekare kare du sera yên ku li wan îsot, firngî û tufiringî bên çandin ava kiribûn û lênêrtina wan û hilberîna wan jî dewrî jinan kiribû. 
 
 
'Tufiringiyan cara duyem berhem dan'
 
Şaredariya HDP'ê ya ku piştî hilbijartina 31'ê Adarê şaredarî êdewr girt, disa sera dewrî jinan  kiri û piştî kedeke mezin a jinan tufiringiyan berhemên xwe yên duyemîn dan. 
 
Em ê ji cihê ku hevalên me dest jê berdan bidomînin
 
Hevşaredara Dîlan Orencî ya ku xebat di cih de kontrol kir diyar kir ku xebata ji 2014'an ma ji cihê mayî hatiye destpêkirin. Dîlan diyar kir ku sera berhema keda jinê ye û wiha got: "Em niha berhemên xwe yên cara duyemîn digirin.  Me berhemên xwe yên cara yekê kirin reçel. Xestin jinan ji axê qut bikin lê em qut nebûn."