Xwarina bi cêj û ji bo tenduristiyê kêr tê: Miloxî

  • 09:02 25 Tebax 2019
  • Jiyan
Xezne Celal
 
KOBANÊ - Miloxî yek ji kevintirîn û navdartirîn xwarinan e. Di demsala berhevkirina wê de gelek kesk hişk dikin. Gelek fêdeyên miloxiyê  hene. Jina ji Kobanê ya bi navê Xalîda Mihemed derbarê miloxiyê de axivî. Xalîdayê got:"Gel gelekî ji miloxiyê hez dike loma di metbexên her kesî de miloxiya hişk her tim heye. Ji ber ku fêdeyên wê zêde ne loma eleqeyek mezin ji bo miloxiyê heye."
 
Dema ku malbatek Miloxiyê dikelîne, ew tax ango avahî di bin bandora bêhna wê de dimîne. Hemû mirovên li wir ditamijin û hemû hestewarên tamkirinê dikevin liv û tevgerê. Her welatek bi lîsteya xwe ya xwarinên gelêrî yên taybet tên naskirin. Lê hinek cureyên xwarinê ji ber hezkirin û tama wê ya bi çêj ji bajarekî derbasî bajarekî din dibe ku ew jî dibe yek ji xwarinên sereke ya metbexê. Xwarina Miloxiyê jî ku bi eslê xwe ji bajarê Misrê navdar e, di roja îro de li gelek dewletan bûye yek ji xwarinên bingehîn yên metbexên wan.
 
Taybetmendiya Miloxiyê
 
Miloxî şînkahiyek ji cureya Zîzfunê ye ku li bajarê Misirê şîn tê û di serdema Fîrewn de hatiye keşifkirin. Miloxî ji aliyê teşe ve, darikek dirêjok û bi pel e. Pelên wê kesk in û kûlîlkên zer dide. Tenê pelên wê tên bikaranîn û bi goştên mirîşk, çêlek û hwd. tê kelandin. Biharat û sîr jî dikeve nav.  Li welatên Misir, Sûdan, Tunis, Cezayr, Mexrib, Sûriya, Lubnan, Urdin û Filîstînê tên çandin û xwarin. Demên çandina Miloxiyê di bihar, havîn û payîzê de ye. Di hemû cûreyên axê de derdikeve, lê pêwistiya miloxiyê bi avadanê û paqijkirina ji gîhayên bi zirar heye. Di demsala çêbûna Miloxiyê de ku niha li gelek deveran tê berhevkirin, her malek li gor hejmara xwe Miloxiyê hişk dike. 
 
Çîroka navê Miloxiyê
 
Navê Miloxiyê bi du çîrokan tê pênasekirin. Ya yekem wiha ye, di serdema Fîrewan de şînkahiyek hebû jê re digotin Xiye. Misirî jî difikirîn ku nebateke bi jehr e û mirovan dikuje. Dema ku Gelê Hiksosî, Misirê dagir dike û hemû şûnwarên wê yên dîrokî talan dike, gel mejbûrî xwarina nebata Xiyê dikin da ku bi jeherê kevin û bimirin. Hiksosiyan bi zimanê xwe ji wan re gotin Milo Xiye, bi wateya Xiye bixwin. Dema ku Mesrî dixwin, dibînin ku tiştek ji wan nayê û ew bi jehrê nakevin, berovajî jê fêdê dibînin. Wiha jî nebata Xiye dibe, Miloxiye û weke xwarineke sereke tê çêkirin. Çîroka duyemîn jî dibêje ku eslê navê Miloxiyê ji Milokiyê hatiye (Milokiye navekî erebî ye tê wateya Qiralbûyînê). Milokiye xwarineke taybet bû ku tenê ji bo key û keybanû dihat amedekirin. Her wiha dema ku keyek nexweş dibe, bijîşk Miloxiyê ji wî re weke derman didan. 
 
Sûda Miloxiyê
 
Miloxî ji aliyê vîtamîna A dewlemend e. Lêkolînên zanistî îsbat kirin ku madeya gilîz ya di pelên Miloxiyê de roviyan rehet dike û ji bo qebzê derman e. Her wiha ji bo dîtina çavan baş e û lêdana dil xurt dike û tansiyon nizm dike. Di Miloxiyê de rêjeyeke baş ji Vîtamîna B heye, loma bedena mirov ji kêmxwînî, kevirên di gurickê de û mîzmizkê diparêze. Her wisa madeya Karotîn dihewîne ku di laş de dibe vîtamîn a ku alîkariya dezgeha bergîriyê dike ku laş ji kulbûn û nexweşiyan biparêze. Hem jî Miloxî ji bo çerm, xurtkirina ajoyên zayendî û ji bo jinên ducanî jî bi sûd e. Taybetmendiya Miloxiyê heye ku di dema şûştin ango kelandina wê de taybetiyên xwe yên baş û bi fêde winda nake. 
 
Di derbarê çandin û berhevkirina Miloxiyê de li Kantona Kobanê, jina bi navê Xalîde Mihemed ku li taxa Kaniya Kurdan zeviyê Miloxiyê çandiye, wiha ji ajansa me re behs kir.
 
'Di metbexên her kesî de Miloxiya hişk her tim heye'
 
Xalîdeyê di derbarê Miloxiyê de wiha got: "Me di meha Hezîranê de dest bi çandiyê kir û wê heta meha îlonê bidome. Di vê navberê de em sê caran berhev dikin. Lê koma yekemîn ji herdûyên din baştir e. Em her roj tonekî berhev dikin. Ji ber ku gelê Kobanê ji Miloxiyê hez dikin. Gel gelekî ji miloxiyê hez dike loma di metbexên her kesî de miloxiya hişk her tim heye. Ji ber ku fêdeyên wê zêde ne loma eleqeyek mezin ji bo miloxiyê heye."