Keya Sumru Benlîgul: Li taxê ne asfalt, projeyên civakî pêwist in

  • 09:11 18 Tebax 2019
  • Jiyan
Melîke Aydin
 
ÎZMÎR - Keya Sumru Benlîgul li dijî pisgirêkên jin û ciwanên li taxa Lalebey dijîn bang li rêveberiyên herêmî kir û da zanîn ku ligel çêkirina asfalt û parkan hewcedarî bi projeyên civakî jî heye û got divê pisgirêkên jin û ciwanan bên çareserkirin.
 
Li navçeya Konak a Îzmîrê li taxa Lale ya Gurçeşme, jina bi navê Sumru Benlîgul cara sêyemîn keya hat hilbijartin û niha li taxê li dijî pisgirêkên wekê bikaranîna hişbirê, şîdeta li ser jinan û zayendperesetiyê têdikoşe. Keya Sumru ku 11 sale keyatiyê dike, bi xebatên xwe ji aliyê şêniyên taxê ve gelek tê hezkirin û ji bo pisgirêkên jin û ciwanan zêdetir bên dîtin û çareserkirin dibe alîkar. Sumruyê bi lêv kir ku alîkariya rêveberiya herêmî û navendî di mijara çareserkirina pisgirêkên taxê de qels dimîne û der barê pirsgirêk û çareseriyan de nirxandin kir.
 
‘Jin li dijî şîdetê bêdeng dimînin’
 
Sumruyê destnîşan kir ku zayendperestiya ku di her aliyê civakê de ye, yek ji sedemên sereke ya pisgirêkan e û got: “Jin ji aliyê hevjînên xwe ve rastî şîdet û tacîzê tên. Lê bêdeng dimînin. Ev bêdengî jî ji ber nebûna azadiya aboriyê ye. Li taxê ked tê binpêkirin. Divê şert û mercên xebata li malê tê kirin bê guhertin. Ji sala 2009’an şûnde betalî zêde bû.Jin û mêrê li taxê morîkan çêdikin hene. Dora perdeyan serî metreyê bi 5 an jî 10 lîrayî tê nexşandin. Karekî zehmet bû. Navbeynkaran ev bi 20 an jî 30 lîra difrotin. Min navbeynkar rakirin. Ji bo fabrîka û şîrketên paqijiyê bûm alîkar ku karkeran bigirin. Me di çapameniya civakî de parve kir. Daxwaza min ya bazarê ya ji bo firotina patîle û berhemên destan heye. Lê ev kar jî pereyê debara mirovan dernaxin.”
 
‘Divê navendên tibî û psîkolojîk hebin’
 
Sumruyê di berdewamiyê de got ji bilî xebatên asfalt û parkan divê rêveberiyên herêmî projeyên civakî pêş bixînin û got: “Me jin birin muzeyan. Ji bo hinek malê derkevin. Navendên taxê kêm in. Em dixwazin malek piştevaniya jinan hebe. Li navendên taxê jin tên mijûkirin. Divê navendên psîkolojîk û tibî yên ku jin divê mafên xwe têde fêr bikin hebin.”
 
‘Bikaranîna hişbirê pirsgirêka herî mezin e’
 
Sumruyê bi lêv kir ku pisgirêka herî mezin a taxê bikaranîna hişbirê ye û wiha got: “Yên difroşin ewil bê pere didin û piştre wan dikin bin deyn.Ji ber nikare deyn bidin vê carê dibin torbevanên firoşkar. Min çend heb bixwe birin Nexweşxaneya Dewletê ya Yeşîlyurtê. Qadeke ku bên dermankirinê tune. Em tenê gilî dikin. Em di aliyê çareseriyê de dixitimin. Zarokê hewl da xwe ji madeyê xilas bike, berdewam kir. Ji bo xilas bibe malbatê zewicand. Çend sal şûnde hevjîn û zarokê xwe ji malê avêt.Piştre mala xwe şewitand û dest ji hişbirê berneda. Du sal şûnde ji ber îstîsmara zayendî ya li hember dayika xwe 10 salan di girtîgehê de ma.Min jî sûcdar dike. Yên ji gel wî tên min tehdîd dikin. Divê kapasîteyan nexweşxaneyan bê zêdekirin. Dviê der barê vê pirsgirêkê de li taxan navend bên avakirin.”