Li Kirmanşan cejna hilberînê hat pîrozkirin

  • 16:55 16 Tebax 2019
  • Jiyan
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Kirmaşan a Rojhilatê Kurdistanê merasîma cejna bereketa hilberînê hat lidarxistin.
 
Şêniyên gundên Mahîdeşta girêdayî eyaleta Kirmaşan a Rojhilatê Kurdistanê merasîma cejna bereketa hilberînê hat li dar xistin. Ev merasîm ji bo sipasdariyê bi minasebeta berhevkirina berheman, xêr û berekete tê lidarxistin. 
 
Beşdarên di vê merasîmê de bernameyên cûr be cûr yên weke mûzîkjeniya Kurdî bi duhol û zurnayê, dîlan, pêşbaziya werzîşê, dengbêjî (Hore), xwarinpêjî û meşk kewandin pêşkêş kirin. Her wiha di vê rojê de berhemên ku çandiniyê nîşan din û ji bo cotkarên ku berhemên wan baş in spasname tê dayîn.
 
Şêniyên heremê bi cil û bergên kurdewarî xwe dixemlînin û tevlî merasîmê dibin. Bajaroka Mahîdeşt 20 kîlometran ji bajarê Kirmaşanê dûr e û dikeve navbera Kirmaşan û Şadabadê. Deşta Mahîdeşt yek ji van deştê herî mezin ê Îran û Kurdistanê ye. Ev herême bi welatparêzî û devlemendiya xwe ya dîrokî tê naskirin.