‘Divê kevneşopiya tenûrê bidome lê pêşî li qezayan bê girtin’

  • 09:09 20 Çile 2019
  • Jiyan
WAN - Jinên tevî bajarvaniyê kenveşopiya tenûrê didomînin, bi gelek qezayan re jî tên rû hev. Fehîme Peyan diyar kir ku xwişkek wê ketiye tenûrê û miriye. Fehîmeyê bi lêv kir ku ev kevneşopî divê bidome lê divê pêşî li qezayan jî bên girtin.
 
Kevneşopiya tenûrê li herêmê pir zêde ye û nanê tenûrê çanda giştî ya Kurd, Faris, Ereb û Azeriyan nîşan dide. Nanê tenûrê bi sedsalan e cihê xwe diparêze. Nanê tenûrê bi tehm, bîhn û dîtbariya xwe ji cureyên din ên nan pir cuda ye.
 
Her çiqas li gundan nanê sêlê jî bê çêkirin, bi taybet nanê tenûrê tê çêkirin. Nanê tenûrê demek dirêj teze dimîne. Ji ber vê jî eleqeyê dibîne. Hevîrê nanê tenûrê jî cuda tê amadekirin. Hevîr tê tirşkirin, demekê tê sekinandin piştre dibin ser tenûrê. Hevîr dikin girêk û piştre bi qasî santîm û nîvekê tê vekirin. Li gorî herêman tiştan davêjin ser; kuncî, hêk an jî av. Piştî hevîr tê vekirin bi dîwarê tenûrê ve tê zeliqandin. Ev nan demek dirêj dikare bê veşartin. Tevî şert û mercên dijwar ên zivistanê û agirê ku rê li ber xetereyê vedike jî jin dest ji çanda we bernadin.
 
Xwişka wê ket tenûrê
 
Fehîme Peyan a 58 salî ya li Sixkê ya Îpekyol a Wanê dijî, got xwişkek wê dikeve tenûrê û dimre û wiha got: “Hem li bajar hem li gund her berpirsyarî li ser milê jinan e. Berê amadekirina tenûrê pir zehmet bû. Me berê li gundan ji axa şîn tenûr çê dikirin. Niha em tenûran amade dikirin.”
 
Fehîmeyê bi lêv kir ku divê ev kevneşopî bidome lê divê pêşî li qezayan bê girtin û wiha berdewam kir: “Dema em li gund bûn, xwişka min xwestiye şorbê çê bike. Xistiye tenûrê. Piştî demekê diçe ku jê derxe. Lê bi rû dikeve tenûrê. Agahiya kesî jê çê nabe. Jin piştre vê ferq dikin. Hewl didin derxin lê nikarin derbixin. Ji ber qelew bû derneketiye. Herî dawî tenûrê dişkînin lê gelek dereng dibe. Di salên 1980’ê de me her tim dibihîst. Gelek qeza çê dibûn.”