Hêviyên ku tu carî bi dawî nabe

  • 09:20 21 Cotmeh 2018
  • Ji Pênûsa Jinan
Piştî ku gelê Efrînê li Şehbayê bi cih bûn şûnde jî berxwedana xwe domandin. Serî netewandin. Bi taybet jî jinan ji xwe re jiyanek hevpar amade kirin û tevî hemû zehmetiyan serî netewandin. 
 
Lîlav Elî
 
Berî ku Efrîn ji aliyê OSO'yê û dewleta tirk ve bê dagirkirin di warê jiyanê pêşketinên mezin li wir dihat bidestxistin û di warê aboriyê de jiyanek komînal dihat jiyîn. Efrîn di aloziya Sûriyeyê de ji hemû koçberên li deverên Sûriyeyê hembêza xwe vekir û bi rihê wekheviya gelan heta ku dewleta tirk û OSO'yê êrîş kir  jiyanek aramî dihat jiyîn. Piştî ku ev rewş guhert êdî bi taybet rojên gelek dijwar li hêviya jinan bûn. Herî zêde dê jin bi êrîş û îşkeceyên mezin rû bi rû bimana.
 
Çi hatibû jiyîn
 
Di rojên destpêkê de li seranserê sînorên navçeyên Cindirêsê, Şiyê, Mabeta, Reco, Bilbilê û Şerayê dengê obîs, tang ji sibehê heta êvarê dewam kir. Roja sêyemîn hema wek roja destpêkê bû, bi destpêkirina roja çaremîn bi taybet di seet 12 'ê şevê de gundên girêdayî navçeya Cindirêsê ji aliyê sînorê Tirkiyê û Idilibê ve rastî êrîşên obîsan, hawan,tangan hatin û di encama êrîşan de jinek bi navê Sewsen a ji gundê Tilsilurê hat qetilkirin.
 
Têkoşîna jina Kurd
 
Piştî çar rojên êrişên dewleta tirk ên li ser Efrînê gel heman bûyerên roja destpêkê dijiyan. Lê roj bi roj êrîş girantir dibûn. Li dijî vê yekê berxwedana gel jî zêdetir dibû. Gel axa xwe terk nedikir. Jinên Kurd ji her alî ve têdikoşiyan. Dayikan xwarin ji bo têkoşeran amade dikirin. Li kêleka wê jî rojnemevanên ku berxwedana serdemê kêlî bi kêlîdişopandin,îradeya gelê Efrînê, tekoşîna berxwedêrên li çeperên şer a li hember dewleta tirk dişopandin. Her wiha êrîşên li dijî Nexweşxaneya Avrînê û qêrînên zarokên li nexweşxaneyê jî di rojevê de cihê xwe girt. Berxwedêrên wekî Avesta Xabûr û Barîn Kobanê jî bi serkeftinên xwe di rûpelên dîrokê de bi awayekî pîroz cihê xwe girtin. 
 
Herî dawî dema ku Efrîn hat dagirkirin bi hezaran gel koçî Navçeya Şehbayê bûn. Riya Çiyayê Lêlûnê ji maşîneyan hatibû girtin. Kalê ku li ber cenazeyê lawê xwe yê bi betanîyê hatibû dorpêçkirin rûniştibû lê hêviya xwe winda nekiribû di hafizaya civakî de cihê xwe girt. 
 
Gel dev ji berxwedana xwe berneda 
 
Piştî ku gelê Efrînê li Şehbayê bi cih bûn şûnde jî berxwedana xwe domandin. Serî netewandin. Bi taybet jî jinan ji xwe re jiyanek hevpar amade kirin û tevî hemû zehmetiyan serî netewandin. Li Efrîna ku qaşo gotin em ê demokrasiyê bînin û dagir kirin niha jiyan bi taybet ji bo jinan gelek dijwar e.