Gelê Kurd bi pêşengtiya jinê li berxwe dide

  • 09:03 16 Îlon 2018
  • Ji Pênûsa Jinan
Dîroka gelê Kurd bûye şahidê gelek tabloyên ku bi wêneyên êşê hatine xemilandin. Lê çawa ku piştî zivistanekê biharek tê berxwana jin û gelê Kurd jî bûye sedema biharên nû. 
 
Nêrgiz Îsmayîl
 
Ji dîrokê heta niha zilim li ser axa Kurdistanê kêm nebûye. Kurdistana bedew, xaka ku ji mirovatiyê re dayiktî kiriye her dem bi êrîşên mezin rû bi rû hatiye hiştin. Ev hîn didome û gelê Kurd li dijî vê yekê bi pêşengtiya jinê li ber xwe dide.
 
Kevok bi şaxên zeytûnê hêlîna xwe çê dikin. Kurd jî bi ked, têkoşîn û berxwedana xwe hêlîna mirovahiyê heta niha ava kiriye ji bo vê yekê têkoşîna xwe didomînin. Çawa kevok ji bo şaxekê li berxwe dide û ji xwe re hêlînekê ava dike, Kurd jî wiha ne. Loma ev bûye sedema hêrsbûyina zêdetir a dagirker û mêtingeran. Wan her dem êrîşî nirxên mirovatiyê kirine. Wate û ahenga jiyanê ya jinê her dem li dijî vê yekê li berxwe daye û ji civakê re bûye feyz û hêz. 
 
Dîroka gelê Kurd bûye şahidê gelek tabloyên ku bi wêneyên êşê hatine xemilandin. Lê çawa ku piştî zivistanekê biharek tê berxwana jin û gelê Kurd jî bûye sedema biharên nû. Li dijî vê berxwedanê mêtinger û desthilatdar di wê baweriyê de ne ku dê vîna gelê Kurd bişkînin. Lê vîna me ji pola ye. Em bi hêzek giranbiha li berxwe didin û em ê li berxwe bidin. Bi bîr û baweriya xwe em ê plan û polîtîkayên qirêj ên li ser gelên Kurd tên lîstin vala derxin. Hêz û îradeya jinên Kurd dê destûrê nede ku ev plan û polîtîkayên qirêj bigihêjin armanca xwe. Gelê Kurd bi pêşengtiya jinê li berxwe dide û kev berxwedan dê tu carî bi dawî nebe.