Denîz Firat ji dîroka birîndar re bû derman

  • 11:39 17 Tebax 2018
  • Ji Pênûsa Jinan
"8’ê Tebaxê bû, ev roj roja Denîz bû. Bi Denîz re bi dawî bû zilm û hovîtî. Ruhê 15’ê Tebaxê ku tovê wê li Botanê hatibû reşandin, îro li Mexmûrê li warekî din şîn dibe û têkoşeran ava dike. Birîna ku li Çiyayê Qereçoxê bi serketinê hate dermankirin. Evîneke nû û zindî divejî. Zarokên pêşerojê ji himêza dayîka xwe difiriyan . Ew roj jî roja Denîz Firat bû."
 
Zinarîn zinar
 
Bêdengiya li wargeheke penaberan bû qêrîna keçeke penaber Denîz Firat.Wê qêrînê ala azadiyê hilda. Keça bi ken, keça bext delaldayîka xwe. Neyaran vê carê jî di kêliyên ceng û berxwedanê de rûyê xwe yê reş nîşan da. Dema li Çiyayê Şengalê qêrîn û nalîna jin, zarok û dayikan di nava dîroka bextreş de dihate bihîstin, li Çiyayê Qereçoxê jî dengê azadiyê bilind dibû. Dema dîrokek nû bû. Deng dihat lê kesê nedibihîst, kesekî fam nedikir ev qêrîn û nalî ya çi ye? Li Şengalê xwîn diherikî çand û civakek dihate qirkirin, her kes çav girtî û bêdeng bû. Hewar û nalîna jin û zarokan heft tebeqeyên esmanan diçirand. Xudawend û milyaketan şahidî ji fetisîna zarokên ku ji têhna difetisîn re dikir. Şahidî ji keçên ciwan ên ji bo nekevin destê zilmê canê ciwan di zinaran de davêtin. Kesê ne bi deng û ne jî bi hewara wan de çûn. 
 
Hê êş û nalîna civaka êzidî ya li Şengal û Êzidxanê nû bû, 6’ê Tebaxa 2014’an li cihek din lê heman hovîtî xwestin bikin. Ev der cihê penaberên bakurê Kurdistanê Mexmûr e bû. Lê vê carê bi ya wan nebû. Welatiyên penaber ji bo êşa li Şengalê rûdayî nejîn, bi biryareke welatî hatin veguhestin û hêzeke ya parastinê ma û li Çiyayê Qerçoxê bi cih bû. Keça delal a penaber Denîz Firat ku şopdarê rêya heqîqetê ji bo bûyer û hovîtiya çetên DAÎŞ'ê ragihîne raya giştî li herêmê kar dikir. Denîz a dermanê êşa ku hovên DAÎŞ’ê dixwestin li Mexmûrê bike, kêlî bi kêlî nîşanî cîhanê da. Denîz Firat keça delal a şopdarê Binefş, Sarayan.
 
Dema me ji bo salvegera êrîşa çeteyên DAÎŞ’ê ya li ser Mexmûrê dokumenterek amade dikir, di herikîna bernameyê giştî de em rastî şopên heqîqeta Denîz Firat hatin. Di domdariya bernameyê de li ser pirsa me ji Mecîd Şirnexî ya Denîz Firat çi dikir li vir? Erka wê çi bû? Ew ne tenê weke rojnamevan, di hema demê de şopdarê rêyekî berxwedêrî û heqîqetê bû. Ew ne tenê keçeke penaber ku ji bo doza xwe têdikoşe û li pey azadiyê digeriye. Me nezanî wê birîneke hê sax nebûyî ji nû ve birîn bibe û xwîn biherike. 
 
Tevî ku Mecîd Şirnexî qala berxwedanê dikir, me hê zêdetir ber bi çîroka Denîz Firatê ve dibir. Çîroka ku li ber bayê penaberiyê ketî ji bo birîn û hestên van zarokên penaber nîşanî cîhanê bide, ji vî alî baz dide aliyê din. Wê rojê jî ji bo hovîtiya dijmin ji bo raya giştî ragihîne di pêşbirka maratonê de bû. Wek jineke berxwedêr bi kamereya xwe ew kêliyên berxwendan nemir dikir. 
 
Pirsa di rêz de min ji Filîz Bûdak a ku weke keçeke ciwan tevlî vê berxwedanê bibû kir. Bal kişand ser berxweda di bin wê germahiya zêde ya ku li pişt çeperên ku çend kevir dayî pey hev û li benda dijmin lûlika keleşê li ser çeperan re dirêj kirbû. Bûdak anî ziman ku di wê demê de du jinên ciwan ên ku wek rojnameger ji bo bûyer û hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê yên berê xwe dayî herêma Mexmûrê û bitaybet kampa penaberan bişopîne yek ji wan Denîz Firat û ya din jî Hîvda. Heval Denîz rê nade ku hevrêya wê biçe eniyên pêş ên şer. Di wan kêliyan de min şahidî ji têkoşîna wan a bê hempa ku bikarin ji bo erka xwe pêk bînin û hevdu biparêzin kir. Sedema ku Denîz Firat rê nede ku hevrêya wê biçe eniyên pêş ew bû ku hevrêya wê berê birîndar bibû. Her wiha Hîvda jî ji bo Denîz xwedî du xuşkên şehîdin naxwaze biçe eniyên pêş. Ev helwesta wan ez hem xemgîn hem jî kêfxweş kirim. Di encama vê cenga keyfxweş de yê bi ser ket Denîz Firat bû. Denîz Firat bi ken û coş bazdide ji bo xwe bigihîne çeperên berxwedêran. Firat berê xwe da eniya herî pêş a şer û ji wir kêlî bi kêlî agahî bi raya giştî re par ve dikir.
 
8’ê Tebaxê bû, ev roj roja Denîz bû. Bi Denîz re bi dawî bû zilm û hovîtî. Ruhê 15’ê Tebaxê ku tovê wê li Botanê hatibû reşandin, îro li Mexmûrê li warekî din şîn dibe û têkoşeran ava dike. Birîna ku li Çiyayê Qereçoxê bi serketinê hate dermankirin. Evîneke nû û zindî divejî. Zarokên pêşerojê ji himêza dayîka xwe difiriyan . Ew roj jî roja Denîz Firat bû.