Ez reng im, îrade me, mirov im

  • 09:59 14 Tebax 2018
  • Ji Pênûsa Jinan
Sîbel Sutpak
 
Mijar ne dîlgirtin e.  Ne teslîm bûn e.
  
Du sal berê bû, ji bo xebata teza lîsansa bilind ketim tevgerê.  Mijara teza min ‘nexşerêya sewalan a Rihayê’ bû.  lêkolînkirina cureyên sewalên navçeyên li Rihayê bû. Di encama vê de minê teza xwe amade bikira. Li Bîrecîkê nifşê Sîsyarkan heye  û wekê din li Tirkiyeyê li cihekî din tune ye. Hejmara wan roj bi roj kêm dibe û ji ber vê ji aliyê dewletê ve hatine parstin. Li ber Çemê Firatê pir dijîn. Li ser zinaran dijîn û ji ber vê dora zinaran bi têlan hatiye girtin. Ji bo teza min hewcedariya min bi çend dîmenan hebû. Min ji hevala endama meclîsa şaredariya Bîrecîkê re vegot û min rîca kir ku bihêlin ez çend wêneyan bikşînim. Em çûn lê rayedarên îstasyonê destur nedan. Gotin bi rîske ji durve bikşînin. Min jî ji durve çend wêne kişandin.
 
Ji bo cure û nifşê wan nekeve bin rîskê bêguman em divê hestiyar tevbigeriyana.Rawestgeha min ya din Pirsûsa Rihayê bû. Ji ber xebatek zanistî bû min ji hevalan û saziyên têkildar alîkarî xwest. Em li wir çûn çewlîgeke mezin. Li wir li hemberî sewalan hezkirin û rêzdarî hebû.  Hem jî di warê cureyên sewalan dewlemend bû. Ji hespa ereb bigirin heta ya îngîlîz, ji çêleka sor a Rojhilatê Başur a Anatolî bigire heta çêleka Holandayê,  ji mirîşkên herêmî bigirin heta  mirîşka Hînt,   ji pezê Pirsûsê bigire heta kazan, pisîk û kuçikan sewal hebûn. Ne kuçik êrîşî pisîkê dikir ne jî pisîkê êrîşî civîkan dikir. Hemû sewal di çarçoveya dostaniyê de dijiyan. Derfet çênebû ez biçim Serêkaniyê, lê min dizanibû ku xezalên  nifşê wan li ber tunebûnê ne hene. Ji bo teza min bi awayekî baş temam bibe ez ê rojekê biçim wir jî… 
 
Cure, reng hemû dewlemendiya cîhanê gerdunê ne.  Tunekirina curebûnê, rengîniyê darbeya herî mezin a li hember xezayê ye.
 
Em bên mijarê…
 
Dewleta di mijara parastina  nifşên ku li ber tunebûnê ye evqas hesas tevdigere, çima di mijara ‘yek reng cil û berg’ de wisa bi israr tevdigere?Çima hewl dide darbeyê li rengîniyê bixe? Ev mijareke ku hemû Tirkiyeyê eleqeder dike ye, TBMM  ji derveyî mijarê hat girtin û bi KHK’a OHAL’ê qanûna cilên yek reng anî.
 
Wê kî li xwe bike?
 
Gelo çima ji min nehat pirsîn? Em bibêjin ji min nayê pirsîn, çima ji parlamenterê ku nûneriya min dike nayê pirsîn? Feraseta ku dem tê dibêje ‘guh bidin gel’ û behsa demokrasiyê dike, di vê mijarê de gûhê xwe ji daxwaza gel re digire.
 
Tunekirina cudahiyan sûcê herî mezin yê mirovahiyê ye. Ez bi rehetî dikarim bêjim ku;Ez ê nebim hevkarê vî sûcî. Ez reng , ez îrade me, ez mirov im. Ez dehbaya afrîneriya bi heybetim. Ji ber te ez neafirandime, tu nikarî li ser min serdestiyê bikî û bi rumeta min bilîzî.Ez vî mafî nadim te. Wek her kesî ez jî bi îradeya xwe hatim dinê. Ez li hember vejîna xwe îxanetê nekim.
Rast e te ez dîl girtime. Lê tu nikarî îradeya min teslîm bigirî. Tu yê nikaribî min bikî yek tîp.
 
Ez cuda me,
 
Ez mozaîka rengîn im,
 
Ez ê nebim yek reng fayans.
 
Girîgehata Tîpa T ya Hejmar 2 a Rihayê.