Mexmûra çol bi hêviyên jiyanê veguherandin bihuştê!

  • 09:09 14 Tîrmeh 2018
  • Ji Pênûsa Jinan
"Ev kes her çiqas ji axa xwe ya pîroz hatibin dûrxistin jî lê wan çeng bi çeng bi evîneke mizin axa xwe anîne vir. Van kesan bêyî kû bikin ax û wax bêyî ku dema xwe vala derbas bikin, li dewsa hesreta xwe ya fîzîkî li ser vê axê ji bo xwe jiyanek ava kirine. Çolistana kû mirov ji ber germahiyê tê de nikare bijî ku bi destê mirovên zalim hatiye xirakirin, îro bi bax û baxçeyan hatiye  xemilandin û  ji nû ve hatiye zindîkirin. Li hemberî hişmendiya ku dibêje 'Ev nikarin li vir bijîn, wê di germahiya vê çolê de bimirin biçin' hem jiyanek nû avakirine û hem jî li navdeşta çola zer jiyaneke kesk ava kirine."
 
Sarya Kerboran
 
Kolanên Mexmûr... her kevir, her dar û devî, her gav bi lehengiyên mezin hatiye avakirin. Her lehengî bi hezar berdêlên giran û mirinan…niha bêhna wê cuda tê min. Her mala kû diçimê weke kû efsûneke wê heye. Hem bi kelecanî diçim her malê û hem jî gelo ez ê li vir guh bidim kîjan êşê diçim. Dikevim nava fikara gelo ez ê vê carê bikarim xwe li ber vê êşê rabigirim. Lê dema ez wan li hemberî vê êşê berxwedêr dibînim, her kû dibim şahidê di nava vê çolê de bi tenê hatine hiştin û ev çol veguherandine buhiştê, li jiyana xwe bêhtir difikirim. Çi bûye sedem ku me li hemberî jiyanê bê çare hiştiye? Yan jî çi bûye sedem ku ev bêçaretî û zahmetî veguherandiye jiyanê? 
 
Gelo ma mirovek dikare çend caran bê lêdan, bê kuştin? Çend caran dikare ji çirva asê mayî hem xwe û hem jî yên nêzî xwe rabike? Kijan hêz dikare lê hemberî bêçaretiya me, sendrom, derûniya me, li hemberî van mirovan xwe li ser lingan bigire? Mirov herî zêde li vir li xwe vedigere, difikire, qelsiyên xwe dibîne, hê baştir bê hêzbûna xwe dibînîne.
 
Mexmûr ne bajarek yan jî herêmeke kû piştre li Kurdistanê zêde bûyî ye. Kurt û kurmancî hemû Kurdistan yan jî koka Kurdistanê ye. Ji ber ku di nav xwe de tenê çandekê nahewî ne. Ne tenê ji zimanek yan jî herêmekê pêk tê. Hemû cûdahiyan di nav xwe de hem bêz dike, ev taybetmendî jî çavkaniya xwe ji ruhê niştecihên Mexmûrê yê berxwedêr digre. Ev ruhê kû wan bi hev re dide girêdan, hemû cudahî bi evînek mezin hev temam dikin. Mirov bi hêsanî dikare hemû Kurdistanê di Mexmûrê de bibîne. Dema kû tu di nav kuçeyên Mexmûrê re derbas dibî wekî ku tu di nav kuçeyên Sûrê yên kû bîhna dîrokê jê tê re derbas dibî. Dema kû tu di sûka wê re dimeşî tu hemû devokên Kurdistanê dibîhîzî. Her dayîkek xwe bi cil û bergên herêma xwe xemilandî ye. Di nav evqas eşîr, ziman û çandê de mirovan di nav xwe de yekparebûnek ava kirine û her kes jî xweseriya xwe diparêze ev jî hêviya jiyaneke nû dide mirov. Ji her tiştî girîngtir li vir felsefeya Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan tê jiyîn û mirov vê dibîne.
 
Ev kes her çiqas ji axa xwe ya pîroz hatibin qutkirin jî lê wan çeng bi çeng bi evîneke mizin axa xwe anîne vir. Van kesan bêyî kû bikin ax û wax bêyî ku dema xwe vala derbas bikin, li dewsa hesreta xwe ya fîzîkî li ser vê axê ji bo xwe jiyanek ava kirine. Di çolisatana kû mirov ji ber germahiyê têde nikare bijî ku bi destê mirovên zalim hatiye xirakirin, îro bi bax û baxçeyan hatiye  xemilandin û  ji nû ve hatiye zindîkirin. Li hemberê hişmendiya ku dibêje ' Ev nikarin li vir bijîn, wê di germahiya vê çolê de bimirin biçin' him jiyanek nû avakirine him jî di navdeşta çola zer de jiyaneke kesk ava kirine.
 
 Şahîdên herî zindî yên vê dîroka ne dîtî zarokên kû di herîkîna jiyan û xwezayê de mezin dibin e. Her çiqas em bêjin ev zarok tiştekî nabînin fêm nakin, lê ew tiştê baş, nebaş ê kû dibînin û şahîdiyê ji wan re dikin di mejiyên xwe de vedişêrin. Dema kû roja wê hat ev ruh serî hildide, dîsa tovê berxwedanê direşîne. Ji ber kû bi dehan car koçber bûne, birçî mane, zilma dewletê dîtine li ber çavên wan dayik û bavê wan hatiye kuştin ji ber nexweşiyê xwîş û birayên wan jiyana xwe ji dest dane roniya çavên vî welatî ne zarokên Mexmûrê... Her yek  ji wan bi dehan car çîrokên koçberiyê guhdar kirine û bi dehan car bûne şahîdên rondikên dayîk û dapîrên xwe. Dema kû dayîka wan behsa çîrokê dike cihê kû dayîk ji bîr dike ew dixin bîra dayîka xwe, kêlî bi kêlî ji ber kirine û bi kîn û hêrsek mezin ew mîrate di mejiyê xwe de bi cih kirine.
 
Li Mexmûrê kuceyeke kû têde zarok nebe, kêliyeke kû zarok nelîzin nîne. Di bin germaniya 50'î pileyî de bi enerjiyek mezin  bê navber dilîzîn û dema kû dilîzin jî dema kû mêvanek di ber wan de derbas dibe silavê didin.  Ev çand çanda zarokên Mexmûrê ye. Nêzîkatiya zarokên vir ya li hemberî mêvana naşibe tu cihekî din. Ji ber kû ew ne tenê ji axa xwe hatine qewitandin û ji  cihê kû xwestine lê bijîn jî hatine qewitandin. Ji ber vê jî kes nizane çi hatiye serê van zarokan û çi jiyan e. Ji ber vê ye kû herkesê tê bi germahî, girêdan û hezkirininek mezi pêşwazî dikin.  Ev zarok te ji xwe dibînim, ji xwe zêdetir ji te hez dikin. Deng û rengekî van zarokan heye kû hemû teoriyên zanistê vala derdixîn. Di vê germahiya çolê de cihê kû tê de av nîne û her der toz û xwubare, bi çavên xwe yên şîn û porên xwe yê reng bi reng mirov dibêje qey di nav îsyanê de ne.Her çiqas cîhan li van zarokan xwedî derneke ve jî  ev zarok zû bi zû dest ji jiyanê bernadin. Cihekî kû dengê stranê lê  bibîhîzin û cihekî kû şano lê hebe hemû zarok xwe li wê digirin. Gelo bê derfetiyê ew wiha pêşxistin yan jî ger kû derfet hûya ev zarok wê wisa bibûna, mirov car caran wisa difikire.
 
 Dema kû mirov li Mexmûrê temaşe dike tiştek di mejiyê mirov de dimîne, her çiqas ku êş û zehmetî bi mirovan re hêrs û kînê ava bike jî li gel her tişt jiyan berdewam e...
 

Etîketan: