Çîrokek jiyanê ya ji koletiyê ber bi azadiyê ve: Mende Nazer

  • 09:16 13 Tîrmeh 2018
  • Ji Pênûsa Jinan
"Mendeyê ku bi vegera çiyayên Nubayê sînor namîne, kampên penaberan ên wir ziyaret dike û  çîroka jinên reşik guhdar dike. Her ku ew jinan vedibêjin, tiştên ku hatiye serê wê tê hişê wê. Mendeyê çîrokên wan jî di konferans, roportaj û nivîsên xwe de vedibêje. Mendeyê dibe hêviya bi dehezaran jinên reşik."
 
Hebûn Amed
 
“Mende Nazer ya ku jinek Nuba ya Sudanî ye, di temenê biçûk de ku wek kole çû Londonê, zîncira koletiyê şikand û ber bi azadiyê ve reviya. Rondikên ku Mendeyê barandin niha di dilê hemû jinên reşik de wek hêviyê şîn dibe.”
 
Mende Nazer jinek Nuba ya Sudanî  ye. Nubayî li başûrê Sudanê wek kabîle gelekî ku mislimane ye. Nubayî zimanên xwe yên herêmî diaxivin lê di bin mêtîngeriya Ereban de dijîn. Ji ber vê;dema zarokên Nuba dest bi dibistanê dikin mamoste bi lêdanê axaftina Erebî li wan ferz dikin.
 
Zarokatiya Mendeyê jî li çiyayên Nuba derbas dibe lê şevekê di carekê de yekîneyek Ereb bi ser gundê wan de digirin û bi dehan zarokî direvîne. Mende jî dibin paytexta Hartum a Sudanê. Mende di temenê biçûk de di bin navê ‘sunetê’ de rastî îşkenceyê tê û di rêwitiya Hartumê de bi dehan carî rastî tecawizê tê. Wek kole di temenê 12 salî de dibin malbatek ereb ya dewlemend a ji Sûdanê. Mende bi şev û roj bêyî heqdest li cem vê malbatê dixebite. Bêguman rastî heqeret û îşkenceyan jî tê.
 
Dema şikandina zincîran e
 
Herî dawî dişînin Londonê. Mende êdî jinek ciwan e.  Li Londonê li cem malbatekê bi salan wek kole tê xebitandin. Li vir jî îşkence û heqeret didomin. Herî dawî rojekê cesareta Mendeyê çê dibe û zincîrên xwe dişkîne û ji wê malê direve.
 
Di sedsala 21'emîn de li Îngilistanê koleyek
 
Mendeyê bi hevkariya hevalek a ji Nubayê ye,  rojnamegerek îngîlîz a şerê Sudanê dişopîne, Damîen Lewîs nas dike. Lewîs ji çîroka Mende gelek bi bandor dibe û dixwaze vê bi hemû cîhanê bide bihîstin. Mende vedibêje û Lewîs jî dinivîse. Li Îngîlîstanê ev pir deng dide. Bi dehzaran jin ji jiyana Mendeyê gelek bi bandor dibin.
 
Vegera malê
 
Mendeyê dixwaze vegere ser axa xwe ya lê hatiye sirgunkirin û malbata xwe bibîne. Lê ji ber polîtîkayên qirêj yên Sûdanê bi cîhanê da bihistin, vegera wê pir zehmet derbas dibe. Mendeyê vê jî çareser dike. Ji ber piştî 15 salan Nubayan çek girêdane û axa xwe ji yekîneyên Ereb diparêze. Nubayên li Başûrê Sudanê yekîneyên xwe yên leşkeran ava kirin, êdî li bendî Mendeyê ne. Mende bi zehmetiyên mezin xwe digihîne çiyayên Nubayê. Çawa tê welatê xwe kulmek ax digire destên xwe û rondikan dibarîne. 
 
Hêviya bi dehzaran jinên reşik
 
Mendeyê ku bi vegera çiyayên Nubayê sînor namîne, kampên penaberan ên wir ziyaret dike û  çîroka jinên reşik guhdar dike. Her ku ew jinan vedibêjin, tiştên ku hatiye serê wê tê hişê wê. Mendeyê çîrokên wan jî di konferans, roportaj û nivîsên xwe de vedibêje. Mendeyê dibe hêviya bi dehezaran jinên reşik.
 
Rondikên ku Mendeyê li Çiyayê Nubayê barand niha di dilê hemû jinên reşik de dibe hêvî û şîn dibe.
 
Nîşe: Ev agahî  ji pirtûka bi navê ‘Kole’ û ‘Vegera Malê’ ya Mende Nazer û Damîen Lewîs bi hev re dinivîsiye hatine girtin.