Em bi Efrînê serbilind in

  • 09:13 18 Nîsan 2018
  • Ji Pênûsa Jinan
"Êşek ji vê mezintir heye gol dema ku mirov gulpegulpa dilê zarokên nîvê şevê ji ber dengê balafiran şiyar dibin bibîne? Hemu kesên ku ji xwe re dibêjin 'em mirov in' bila wiha bifikirin tirsa ku ev zarok dijîn...nizanim ew ê fam bikin an jî na lê bila bifikirin." 
 
Sozdar Oremar
 
Zarokan ev gerdûn birêve bibira wê çiqas xweş bûya. Li cîhanek bê xwîn û bê desthilatdarî jiyîn mafê wan yê herî xwezayî ye. Lê xeyalên wan her tim nîvco dimînin û li mirovahiya ku xwe winda kiriye dinêrin. 
 
Li Efrînê zaroka di hembêza dayika xwe de şîr dixwar, serê wê ji bedena wê qetiya, bi metreyan dur û bi parçeyên mezin ên kazanê can da. Gelo kesên van hestan hîs dikin hene? Li Efrînê 58 rojan her cureyê hovîtiyê hat jiyîn. Min li  çavên zarokan yên bi tirs nêrt heta bijîm ji bîr nakim. 
 
Beriya êrîşan zarokên li parkên Azadî û Mahmudiye dilîstin, bi zimanê xwe dixwendin û azad dijiyan, bi êrîşan xeyalên wan hatin hilweşandin. Yên xeyalên wan têk birin wê çawa ji xwe re bêjin ‘em mirovnin’. Ew tu car nabin mirov. Ma mirov li mirovan wisa dikin?
 
Qetilkirin gelo qedera Kurdane? Bêguman na. Gelo çima Kurd her tim ji ruhê paqij yê mirovahiyê re xizmetê dikin, tu zirara wan ji mirovahiyê re tune, her tim tên qetilkirin?Her kes çima wisa ji Kurdan ditirse? Çima dema mijar dibe kurd her kes dibe yek? Pergalên dij mirovahî ji kurdan re dibêjin ‘Hun teslîm nebin mafê we yê jiyanê tune ye’. Gelo ji ber vê nîne ku Kurdên li hember hev dijminahiyê dikin mijara bazarê. Kurd wê vê hovîtiya dij mirovan e tu car ji bîr nekin. Wê qêrîna zarokan ji bîr nekin.
 
 
Gelê Efrînê yê ji Efrînê koçî Şehbayê dikir. Ez nizanim çawa îfade bikim ku çawa ji Cebel Ehlam derketin jor. Dema ji wir li Efrînê dihat nihêrtin, rondikên çavan yên dihatin barandin mirov nikarin bînin ziman. Efrînî dema wîr derbas dikirin, êrîşên çavsor yên balafiran piştgûh dikirin. Meşiyan di nav bombeyan de ji bo zarokên xwe ji kujeran biparêzin. Wê demê gotinek hat gûhê min. zarokek biçûk ‘Dayê em vegerin Efrînê’. Zarokan di wî temenî de jî dizanibûn ku bê axa xwe nikarin bijîn. Herî baş ew hîs dikin ku mirovahî qedyaye. Zarokan 58 rojan ev hovîtiya mezin jiyan. Ew bedenên biçûk bi parçeyên bombeyan parçe parçe bûn. Êdî lîstikên wan zarokan jî her tim şer in.