Minara Çar Ling bang dike: Vegera min wê bi heybet be

  • 09:16 10 Adar 2018
  • Ji Pênûsa Jinan
“Minara Çar Ling a ev du sal in mahkumê tenêtiyê hat kirin, tenêtiya wê di carekê de li dijî tiştên jiyane belav bû. Di ser dema ku çûye de, dît ku Amediyan ew ji bîr nekirine û di hişê wan de hîna tê parastin. Û wê demê carek din ‘soz’ da zarokên Sûrê, ‘Wê vegera min bi heybet be…’
 
Hebun Amed
 
Hûn Mînareya Çar Ling dizanin? Cihekî bi navê Cadeya Gazî ya li navçeya Sura Amedê heye. Li ser vê cadeyê ji dukanên zêran bigire, heta mexazeyên cilan, mirovên pêlavan tamîr dikin, dukanên çerezan, ocaxên çayê û gelek dukanên din hene. Bêguman cade bi van jî ne sînor e; Xana Hasanpaşa, Mizgefta Mezin, Mizgefta Nebî jî hene. Ha ‘Qerekola Sûkê’ jî heye. Li dora Qerekolê 5-6 wesayîtên zirxî, çend nokteyên polîsan…
 
Minara Çar Ling jî dema mirov diçin Kervansarayê li alî çepê li cihekî biçûk dimîne. Jixwe nîşaneyên hene ji we re dibin alîkar. Ji bo kesên biyanî nivîsa ‘The Four-Legged Mînare’ heye.
 
Mînara Çar Ling a dîrokî van rojan bi manşetên çapemeniya hewzê tê xemilandin . Mînare du sal û nîv piştî kuştina serokê baroya Amedê Tahîr Elçî şûnde dîsa hat vekirin. Vekirin jî wek diyariyek şaredariya Surê ya ku qeyûm tayînê bûye, hat nîşandan.
 
Amediyên bihistin Minare tê vekirin çûn wir. ‘Ala Tirk’ a mezin Minarê pêçabûn û kesên çûn serdana mînarê bi şopa ‘suîkastê’ re hatin rû hev. Minare kêfxweş bû, lê bi qasî wê jî bêzar bû. Ji ber kolanên li aliyên wê hîna girtî bûn. Hatina mirovan a ji wan kolanan nedidît. Bi hêviya ku wê zarokên Sûrê ji wê de bên binêre jî lê kes ji wan kolanan nedihat. Bi saetan sekînî, sekinî. Ji kolanek girtî deng hat. Gûhdar kir. Dengê polîsan bû. Dîsa bêzar bû.
 
Lê dema kesên ku wêneyên wê dikşand dît kêfxweş bû. got ‘Ez bi kesên hatine serdana min re eleqeder bibim.’ Kesên hatibûn bi telefonên xwe wêneyên wê kişandin.  Jinek li ser bankê rûniştibû û digiriya bala minarê kişand. Mînare dîsa hestiyar bû. Wê demê; Tahîr Elçî, Mahsun, Îsa, Rozerîn hat bîra wê. Roja Tahir Elçî hat kuştin, hat bîra wê. Demên ku bi rojan cenaza Rozerînê li erdê mane. Bedena Mahsun ya ku tanq ser de derbas bû hat bîra wê. Dengê top û çekan…  suretekî reş.. xwest bi qêrîne, dengê xwe bide bihîstin..
 
Lê dema dît ku hîna mirov tên serdana wê. Ciwan, jin, kal û pîr, zarok..Wê demê ji taritiyê re got ‘min berde’. Piştre Kenya.. hîs kir ku kes destê xwe didin kevirên wê. Minare li dijî tiştên ku jiyabû belav bû.  Di ser dema ku çûye de, dît ku Amediyan ew ji bîr nekirine û di hişê wan de hîna tê parastin. Û wê demê carek din ‘soz’ da zarokên Sûrê, ‘Wê vegera min bi heybet be…’