Li dijî polîtîkayên jinan hedef digirin berxwedan…

  • 09:35 16 Çile 2018
  • Ji Pênûsa Jinan
“Ji Rojhilat heta Rojava, jin li dijî polîtîkayên ku jinan hedef digire, jiyana wan zehmet dike, têkoşîna xwe didomînin. Bêguman li her derê ku zext hebe, berxwedan jî her tim heye.”
 
Melîke Gul Demîr
 
Wekê di polîtîkayên muhafazakar de tê dîtin, hikûmeta AKP’ê li dijî mafên jin û nasnameya jinê êrîşan pêk tîne û ji bo parastin û xurtkirina mêran derfetê diafrîne. Pêkanînên di demên dawî de bûne qanûn li ser vê armancê bi teşe dibin. Ji girtina bedenê bigire heta makyaja wan…Dema mirov vedigerin, dinêrin, di esasê de her tişt ji bo welat e; Her tişt bi gotinên jinên welatparêz bila sê zarokan bînin dest pê kir.
 
Jinan li dijî desthilatdariya ku ji kurtajê heta sezeryanê , rayeya hemû biryarên der barê jinê de bi xwe re dibîne, li dijî tecawiz û tacîzê, kuştinên jinan daketin kolanan û xwpêşandanên mezin pêk anîn.
 
Şûna rengan zimanê mêr girt
 
Di 2016’an de piştî hewldana darbeyê şûnde welat bi OHAL’ê hat bi rêvebirin û  l ili dijî wendahiya mafan, di serî de saziyên mafên mirovan, sendîka û gelek sazî û dezge bêdeng man. Piştî pêvajoya Geziyê kolanên bi hêviya gelan rengîn bûn; cihê xwe ji zimanê mêr yê mîlîtarîst, şovenîst re hişt.
 
 Kolan qada serhildanê ya jinan e
 
Yên îtîrazê vê rewşê kirin, derketina kolanan tevgera jinê bû. Jinan qedexe nekirin pirsgirêk û piştî hewldana darbeyê şûnde di 8’ê Adara ewil de daketin kolanan,  qad bi stran, reng û îtîrazên xwe hejandin. Gotin ‘em natirsin, li virin’. Ji polîtîkayên sereke yên jin û zarok hedef girtin, kurtaj, îstîsmara zarokan, zewaca zarokan û dewrkirina birîna mehra olî wisa bûn.  Li dijî şîdeta li bajarên Kurdan hatin jiyîn jî bêdeng neman.Di hawirek ku kesên aştî qêr dikirin jî terorîst îlan dikirin, jinan serî hildan.
 
Teşîrkirina jinên di pevçûnan de hatin qetilkirin
 
Polîtîkayên pêk hatin, li ser bedena jinên bajarên Tirkiyeyê bandor kir; li bajarên rojhilat êrîşên lid ijî bedena jinê tûnd û giran bû. Piştî pêvajoya şer bi dawî bû şûnde bedena jinên di pevçûnan de jiyana xwe ji dest dan ji aliyê mêrên xwedî unîforma ve hatin teşîrkirin û veguhertina qada serkeftinê. Me şahidiya çapemeniya civakî ku veguherî alava şerê psîkolojîk, kir.Ligel wêneyên bedena jinên hatine qetilkirin, vîdeoyên îşkenceya li jinên hatibûn girtin jî hebûn. Bi sedsalane di şer de  vê zîhniyeta ku jin wek ‘ganîmet’ bikar anî, tevî cîhana modern, carek din nîşan da ku ev zîhniyeta xwe parastiye. 
 
Hevserokatî hedef hat girtin
 
Li dijî qezencên jinê jî êrîşê dest pê kir. Di serî de hevserokên HDP’ê, hevşaredar, aktîvîst û siyasetmedar hatin girtin.  Di encama polîtîkayên ku pergala hevserokatiyê hedef girt, qeyûman jî jin û saziyên jinan hedef girt.  Jin ji kar hatin derxistin û navendên jinan girtin.
 
Di OHAL’ê de şîdeta mêr
 
Şîdeta di OHAL’ê de zêde bû, di 2017’an de gelek giran bû.  Bi hinceta OHAL’ê  polîtîka û qanûnan bi şîdet û kuştinên jinan re wek hev nîşan da.  Li şûna polîtîkayên jinan biparêzin , polîtîkayên cesaret dan mêran hatin derxistin. Di 2016’na de hejmara jinên hatin qetilkirin 328 bû û di 2017’an de ev bû 408.