Rêber Abdullah Ocalan hêviya hemû gelan e!

  • 09:01 23 Kanûn 2017
  • Ji Pênûsa Jinan
Sorgul Şêxo
 
Xwestek û xeyala dewleta Tirkiyeyê û hemû dewlet û dezgehên ku destên wan di komploya 15'ê Şibatê de hebû, îro li ber ba diçin û xewn û xeyala wan bi vîn û îradeya gelan vala derdikeve. Gel li vîn û felsefeya Rêberê mirovahiyê Abdullah Ocalan xwedî derdikeve û tecrîda giran şermezar dikin. 
 
Di 15'ê Şibata 1999'an de Rêberê mirovahiyê Abdullah Ocalan ji aliyê gelek dewletan ve bi komployekê hat dîlgirtin paşê jî radestî dewleta Tirkiyeyê hat kirin. Ji wê demê heta Nîsana 2011'an malbat û parêzerên wî hevdîtin pê re çê dikirin, ji wir û şûnde heta îro hevdîtina bi Rêber Apo ya bi malbat û parêzerên wî re ji aliyê dewleta Tirkiyeyê ve hatiye qedexekirin. Dewleta Tirkiyeyê û hevalbendên wê bi çi mafî Rêberê ku ji bo azadiya gel û netewan têkoşîn dike, heta niha di girtîgehê de dihêle û tecrîda bê hiqûqî li ser ferz dike? Heta a niha li dora 700 caran serîlêdan ji bo daxwaza hevdîtinê hatiye kirin lê hemû daxwaz hatiye redkirin. 
 
Dewletên ku li dijî netewên ku azadiya xwe dixwazin, bi hemû rêbazên xwe êrîşî wan dike, xwestin ku gel biperçiqînin, tune bikin û qir bikin, taybet gelê Kurd, lê bi saya fikr û felsefeya Rêberê mirovahiyê Abdullaha Ocalan berovajî vê yekê bû, her ku dewletên xêrnexwaz êrîş dikirin Gelê Kurd hîn bi hêztir dibûn û tolhildana wan zêde dibû. Îro fikr û felsfeya azadiyê û yekîtiya netewan di hundirê Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyeyê de berhemên wan li ber çavan e. Hêza Jin di hundirê Rojava- Bakurê Sûriyeyê de bû mînak ji jinên cîhanê re ku ew jî niha jinên kurd ji xwe re wekî sembola jina azad û berxwedêr didin nîşandan. Şoreş ne tenê rizgarkirina gelan bû şoreş guhertina hişmendiya koletiyê ya ber bi azadiyê ve bû. 
 
Di vê dema dawiyê de gelê Rojava-Bakurê Sûriyeyê nûnerên xwe bi xwe hilbijartin û bi rengekî demokrat her kesê ku li ser axa Rojava-Bakûrê Sûriyeyê dijî, mafê xwe yê dengdayinê di hilbijartinên Komîn û Meclisên Herêmî de bikar anî, êdî gel bi xwe hêz û îradeya xwe ava dike û ji cîhanê re dibêje vaye îro ev berhemên fikir û felsefeya Rêber Apo ne. Ji cîhanê re gotin ku hûn ê tu car nikaribin şagirtên Rêber Abdullah Ocalan têk bibin û hêza wan tune bikin, ew ê li ber xwe bidin û Rêberê xwe azad bikin.
 
Bi dîlgirtina Rêber Abdullah Ocalan kîn û nefreta gelê Kurd û Kurdistanê li tevahî cîhanê mezintir bû, êdî sebra kurdan nema, bi çalakiyên cur be cur azadiya Rêber Apo dixwazin û bi yek dengî sonda xwe dibêjin "Em ê pergala Îmraliyê hilweşînin û bi Rêber Apo re azad bijîn". Her çiqas dewletên dijberî me van rêbazên bê exlaqî bidin meşandin jî, êdî gelê ku tama azadiyê dîtiye wê tu car koletiyê qebûl nekin. Êdî tu kes nikare gel şûnde vegerîne, gel xwedî hêz û îrade ye ku ji fikir û felsefeya Rêber Apo û xwîna lehengên ku ev ax û av parastine, girtine.
 
Êdî gel dibêje ger ku Rêberê mirovahiyê Abdullah Ocalan neyê azadkirin, ew ê dewleta Tirkiyeyê û hevalbendên wê hesabên giran û cidî bidin, bila vê yekê xweş bizanibin ku îro gel xwedî fikreke azad e.