Wêje û Hezkirin

  • 09:24 11 Mijdar 2017
  • Ji Pênûsa Jinan
Roza Metîna
 
Ji welatê bêrîkirina min, adarokên ku ji çiyayan re dîlokên lêgerînê vedikolîne difûre. Ji bala perperokên ku di kelecana keskesoriyên sibehan de, stranên dilşadiyê dike egala taverojê, arzûdarî dihimhime. Û di nêrîna hevrazên mizgînxêriyê de hezkirin, bi ahenga dil felatên şilêrî vedihewîne.
 
Belê hezkirin li gorî dilê kesan krasê xeyalên temendirêj dide dirûtin. Û taceheyvên stêrkî ji mirazê hêviyên dilazad re ava dike. Aliyekî dilê mirov jî ku heger bi ahenga wêjeyê terbiye bûbe ji xwe re pîrozgehekê diafirîne. Pîrozgehek ku pêjna hetavên dilniwaz, tê de ji bo xwe aramiyek cangiyanî dideribîne. Lê ne stûxwar û qidûmşikestî ye. Her dem di rengîniya perîkên pinpinîkê de doza halanên şad û bextewar dike. Û di tengasiyên reşxeniqî de ji halana mirovatiyê dibe feyza heyranokên herikbar. Di bêdengiyên reşxemgîn de ji şahiya evînê re dibe biharên dilsoziyê.
 
Hezkirin û wêje ramûsanên ku di dergaha awazên tenêtiyê de li ber sekeratê ne, diparêzin û li ser nexşeya cîhanê hestên bextewariyê di dilê şanaziyê de dadiçikîne. Temenê feyza cîhanê dirêj dikin û bi perwazên çivîkên, ji aştiyê hez dikin, tovên heqîqetê direşînin. Kemînên ku di dilê mirovan de bûye kerba xezebên neçar, hildiweşînin. Li qada raperînên dildar serîhildanek ji xeyalên helbestî dinehwirînin. Kedên dilpîroz ji xwe re dike pergala hebûnê. Sirûda serfiraziyên bextewar ji rewnaqên bihuştî re dikin sîwana stariyê.
 
Dibe ku carinan hindik û kêm bimîne ravekirina hezkirin û wêjeyê. Tiştên ku dilê mirov cezb dike û arîna dil bi hestên dilxweş dadiwerivîne gelek caran ravekirin têrê nake. Hewceye ku mirov jê re di dilê xwe de cihekî bêhempa veke û bijî. Di hişkesayiyên hejar de jî jê re melodiyên dilpak biafirîne. Dibe ku êşa dilê mirov wê demê kêliyek bi jî, bi dilşadiyekê bê desteser kirin.
 
Li cîhana derewîn tiştekî ne pêkan be tuneye. Tenê bêxîretiyên li ber sekeratê ne hene. Lê bi wate û afirandina hezkirin û wêjeyê, hewldan û kêferatên bixîret dê li ser rûyê cîhanê girnijîna helbestên dilovaniyê bixwînin. Û di ronahiya bîbikên zarokekî de têkoşînên gewher dê bi ser kevin. Dê li ser rûyê cîhanê dewrana aştiyên bêhempa govenda azadiyê bê rawestan bigerîne.