Hevdîtina min a bi Kobanê re

  • 09:10 15 Cotmeh 2017
  • Ji Pênûsa Jinan

Kawenda Hîlarî

Piştî tekoşîn û berxwedana bê hempa ku sala 2014`an de li Kobanê hat meşandin, bandoreke pir mezin li ser min kir. Loma yek ji xeyalên min ew bû ku ez Kobana berxwedêr ku bi xwîna şehîdan hatî avdan bibînim. Ev ji bo min manewiyate pir mezin bû.
 
Ji ber parçebuna welatê min û penaberbûyîna li ser xaka welatê xwe, min gelek zor û zehmetî jiyabû. Ji ber metîngeriya ku li ser Kurdistanê hatiye meşandin, dûrbunek û hevnenaskirineke di nava me de hatiye avakirin. Bê guman ev cihê xemgîniyeke mezin e.Lê ev hinekî jî girêdayî dîroka Kurd û Kurdistanê ye. Her dem dibin tunekirin û parçebûnekê de maye. Heta niha jî bi hezaran kes wekî min vê êşê dikişînin.Heta berî çend salan belkî min navê Kobanê jî nebihîstibû û nas nekiribû.
 
Bi destpêkirina şerê hovane yê DAÎŞ'ê li ser Rojava û bi taybet jî li ser Kobanê, nav û dengê Kurd û Kurdîstanê li tevayî cîhanê hat bihîstin.Ev naskirin û bihîstin jî bê guman bi berxwedan û tekoşîna keç û xortên gelê Kurd pêk hat.
 
Her çiqas min ev berxwedan ji dûr ve dişopande jî ruh û canê min bi Kobanê re bû. Ji dûr ve dengê qêrîna bi navê heval, dengê dayikên dilbişewat û dengê girîyên zarokên ji xuşk û birayên xwe durketî dihat ber guhê min. Wê demê agir bi kezeba min diket, min dixwest ku ez bibim teyrek û bifirîm ser Kobanê.
 
Kobanê neket! Xewn û xeyalên dijminê mîrovahîyê ew bû ku Kobanê bikeve. Lê Kobanê serî netewand û berxwedanek bê hempa meşand. Kobanê dilê her çar parçê Kurdistanê kir yek. Keç û xortên me yên çeleng ji her alîyê Kurdistanê bûn lehî, sînor qetandin û herikîn Kobanê. Gelê me yên Bakûrê Kurdistanê,li ser sînorên ji têlan hatîne avakirin,bûn çemberek ji agir.
 
Keç û  xortên me hebûna Kurd û Kurdistanê di dîrokê de dan nivîsandin, destana lehengî û têkoşînê nivîsandin. Şaristanî ji nû ve şînkirin.Êdî ewrên reş û tarî yên desthilatdariyê ku li ser serê me hatîn honandin belav kirin û tune kirin.
 
Bi sedan canên ciwan xwe fedayî Kobanê kirin. Axa Kobanê bi xwîna xwe şîn kirin. Jiyan jin nû ve ava kirin. Jiyana azad û serbixwe.
 
Piştî sê salan derfetên min çêbûn ku ez herim Kobana berxwedêr. Îro hembêz kirina min a bi hesret pêk hat û pir keyfxweş bûm. Dema ku min dît li Kobanê jiyan diherike, ez bextewar û hestiyar bûm. Zarok dikenin û bi serbestî li nava kolanan dilîzin.Li şûna tanq û topan gul û kulîlk şîn bûne. Dilê berxwedêr, bilind bûye ala kesk û sor û zer xwe badike li ezmanan.
 
Lê di heman demê de kezeba min dişewitî ji bo wan canên ciwan. Li ber çavên min zindî dibûn.Ew ewrên reş û tarî, dengê qêrîna Kobanê tê ji kurahîya guhên min û dilê min hês dike.Xwîna min dikele û difure, rondikên min dirijin ji bo wan çelengên nemir ku bûn kevokên aştîyê li esmanên bilind.Keliha berxwedanê, tu îro buyî şerefa Kurdîstanê û tû buyî rumeta gelê Kurd, em serbilind in bi eşq û evîna te ya azad.