Gozel Celaliyan...

  • 09:05 7 Adar 2022
  • Ji Pênûsa Jinan
"Gozel wêneya keça xwe danî ser çoka xwe û daxwaza xwe ya dîtina keça xwe bi lêv kir. Hesreta 15 salan a di dilê wê de di rûyê wê de jî dihat dîtin. Rewşa xwe û temenê xwe jî bi hevoka "Dikim û nakim nikarim biçim keça xwe bibinim" raxist ber çavan. Gotinên wê li ber guhê me, rûyê wê di mejiyê me de û êşa wê jî di dilê me cih girt..." 
 
Leyla Ayaz 
 
Gozel Celaliyan ango Gozel Hacizade...  Me ew bi parvekirina vîdeoyekê nas kir. Gotinên wê hem di dile me de û hem jî di mejiyê me de cih girtin. Gozela ku 15 sal in ji keça xwe dûr e rastiyek din ên malbatên girtiyên siyasî yên kurd tîne ziman. Ên ku herî zêde bangewaziya Gozelê bi dil û can fêm dike jî dîsa dayikên ku zarokên wan hatine girtin. Hewar û gazinên dayikên girtiyan ên li Rojhilat, Bakur û Başûr li esmanan gihaştin hevdû…
 
Gozel, 70 salî ye û li Makoyê dijî. Bi salane ji bo dîtina keça xwe ya rûbirû di nav hewldanê de ye. Zeynep di sala 2008'an de li Rojhilat ji aliyê rêjimê ve hat girtin û cezayê muebetê lê hat birîn. Zeynep di nav şert û mercên herî xirab de her tim bi awayekî behsa rewşa xwe û rewşa girtîgehan kir. Lê belê ji gulana parve ve tu agahî jê nayê girtin. Ji bo şopa wê bê windakirin jî ew birin girtîgeha Yezdê, Kirmanşahê, Urmiyê û herî dawiyê jî dîsa birin Girtîgeha Yezdê. 
 
Ev pêkanînên ku her tim li hemberî siyasetmedar, aktîvîst û parêzvanên mafên mirovan ên kurd tê meşandin, bi cezayê darvekirin û an jî cezayê muaebetê bi encam dibin. Ev tişt jî dibe sedema tirs û fikaran a malbatan. Li vir bi zelalî xuya dike ku ceza ne tenê li girtiyan li malbatan jî tê birîn. 
 
Yek ji wan malbatan jî malbata Zeynep Celaliyan e. Ji bo agahiyek bigirin bi salan li pêy keça xwe geriyan û hêj jî digerin. Roj, meh û salan dan pey hev... Malbatê dawî li lêgerîna xwe neanî. 
 
Yekem car bi rêya vîdeoyê, Gozelê der barê keça xwe de gilî û gazincên xwe anîn ziman… Gozelê êş û xema xwe ya bi salan bi hevokên kurt anî ziman û got: 
 
“Zeynep Celaliyan 15 sal in girtî ye. Dayika wê hêj wê nedîtiye. Nahêlin wekîl biçin hevdîtina wê. Ez dayika Zeynepê me. Pîr bûme. Dikim û nakim nikarim biçim keça xwe bibinim. Ji min re karekî bibînin û min bişînin cem keça min. Ez pîr bûme ez nikarim biçim dîtina wê.
 
Divê dewlet ji beşerê re avekê zelal bike. Keça min 15 sal in girtî ye, hêj min nedîtiye. Birine dûr xistine ez nizanim heye an tune ye. Dîsa bi korona ketiye, hayê me jê tune ye. Wekîl jî diçin nahêlin biçin bibînin. Em dixwazin beşer ji mere avekê zelal bikin. Ez dixwazim biçim keça xwe bibînim. Lê keça min nadin min. Nizanim li ku ye. 15 sal in hêj min nedîtiye.
 
Ev zilm e. Ev çi zilm e li min dikin. Keça min tiştek nekiriye. Ew qas dûr birine, birine kirine hepsê. Bavê wê kor e, dayika wê pîr e. Nikarim biçim bibînim. Ez dixwazim hiqûqbeşer ji keça min re avekê zelal bikin. Tu sûcê wê tune ye. Naxwazin dayik û bavê wê û birayê wê biçin wê bibînin. Em nizanin gunehê wê çi ye. Gunehê wê jî tune ne.  Li Îranê girtî ye û wê nîşanî dayika wê nadin. Divê hiqûqbeşer avekê ji mere zelal bikin. Zeynep Celaliyan 15 sal in girtî ye ne heqê xwedê ye.  15 sal emrek e. Emrê keça min çû. Di girtîgehê de riziya. Bê guneh e.”
 
Gozel wêneya keça xwe danî ser çoka xwe û daxwaza xwe ya dîtina keça xwe bi lêv kir. Hesreta 15 salan a di dilê wê de di rûyê wê de jî dihat dîtin. Rewşa xwe û temenê xwe jî bi hevoka "Dikim û nakim nikarim biçim keça xwe bibinim" raxist ber çavan. Gotinên wê li ber guhê me, rûyê wê di mejiyê me de û êşa wê jî di dilê me cih girt...  
 
Lê li ser vê erdnegariyê ev gilî û gazinc ne yekem bû… Dayikên Rojava, Başûrî û Bakurî yên ku bi salan zarokên xwe yên girtî nedîtine guh didin bangewaziya Gozelê. Çend ji hevdû dûr bin jî zimanê hevdû, hestên hevdû û êşa hevdû baş fêm dikin. 
 
Girtî û dayikên wan... Her du jî kirdeyên wê heqîqetê ne. 
 
Gozel Celaliyan... li Makoyê
 
Emîne Şenyaşar... li Rihayê
 
Nazîme Boltan... li Amedê
 
Hanim Sever... li Îzmîrê 
 
Sibê bi hezaran jinên kurd dê dakevin qadan û xwedî li mîrateya 8'ê Adarê derkevin. Her wiha êş û azarên dilê wan dayikên girtiyan dê sibê li qadan deng bidin. Bi hezaran jin dê bi heman hest û ramanê bibin dengê wan dayikan...