Jinên kurd nûmûneya berxwedan û serihildanê ne

  • 09:02 6 Adar 2022
  • Ji Pênûsa Jinan
 
"Jinên kurd ku bi têkoşîn û berxwedana xwe hêz û cesarete didin hemû jinan û bi taybetî didin jinên li Rojhilata Navîn, bi bedelên giran ku dane îro nimûneya berxwedan û serhildanê ya tevahiya jinên li cîhanê ne û tirsa dile neyarên xwe ne."
 
Munevver Karademîr
 
Li tevahiya cîhanê ku civak bi hişmendiya mêr û bi giştî ji aliye mêran ve tên rêvebirin, jiyana jinan di bin zextan de ye û jin ji ber zayenda xwe bi êrîşên cur bi cûr re rûbirû tên. Têkoşîna jinan a li hemberî civaka baviksalar li gel berdelên giran ku didin berdewam dike û heta ku azadiya xwe misoger bikin wê vê têkoşîna xwe bidomînin. Jinên ku ji ber zayenda xwe êrîş li wan tê kirin dema ku li ser xaka dagirkirî bin ji aliye serdestên civaka xwe hem ji ber zayenda xwe û hem ji ber nasnameya xwe ya neteweyî zilmê dibînin.
 
Di êrîşên serdestan de dibin hedef. Zimanê wan, çanda wan û kevneşopiyên wan li wan tên qedexekirin û jiyaneke din çandeke din bi darê zorê li wan tê ferzkirin. Helbet di civakên bindest de ev tene li jinan nayê kirin. Lê her demê ji bo tunekirina civakan di serî de êrîşî jinan hatiye kirin. Ji ber ku serdest dizanin dema ku jinên wê civakê bi awayekî bêdeng bikin û an jî bi alî xwe ve bikişînin wê hêsantir wê civakê di deste xwe de bigirin û bi rêya bişaftinê li gorî xwe bi teşe bikin. Ji ber wê serdest carna bi êrîşên tund bi ser jinan de tên û carna jî bi gotinên xapînok dixwazin wan di destê xwe de bigirin û bêdeng bikin. Serdestên ku bi zîhniyeta baviksalarî tevdigerin dizanin ku bêdengiya jinê bêdengiya civakê ye û bi vê armancê êrîş dikin.  
 
Jinên kurd jî ew jin in ku hem ji ber nasnameya xwe ya zayendî hem jî ji ber ya neteweyî zextên li ser wan bi dawî nebûne. Lê li hemberî van zextan têkoşîna wan jî berdewam kiriye. Ev jin di bêdengiya xwe de jî bûne denge bêdengiyê, êş û azarên ku dîtine li ser berik û merşikan nexşandine, bi gul û wêneyên xwezayî ku kêlî bi kêlî honadine hem êşa xwe û hem jî serhildana xwe nexşandine. Di her gula ku hatiye nexşandin û her wêneyekî xwezayî ku nexş kirine peyameke wan heye. Ev peyam carna xweşî, nexweşî û xemgînî ye. Lê carna jî kêfxweşî û kelecana dile wan e û carna jî hin nexş hene ku di her kêliya wê de serhildan heye.  
 
Jinên kurd tene ne bi nexş û nemûşên li ser berikan wan dem hatiye bi pênûsa xwe bi awaz û denge xwe yê xweş jî rastiya civaka xwe vegotine, bandora erênî li ser wêje, çand û dîroka xwe kirine. Wan dem hatiye di nava civakên Rojhilata Navîn ku heta dawî baviksalariyê diparêzin de civak rêvebirine û pêşengtî ji serhildanên welatê xwe re kirine. Herwiha ew bi vê helwesta xwe ji jinên civakên din re jî bûne mînak û hêza têkoşînê. Ji ber wê jî jinên kurd wekî her ferdek ji civaka xwe ji her êrîşên serdestên civaka xwe para xwe herî zêde girtine. Ew hatine girtin, sirgûnkirin, li bazaran hatine firotin îşkencekirin û  êrîş li bedena wan hatiye kirin. Dem hatiye serdestan ji ber têkoşîna wan tehemûlî cenazeyên wan jî nekiriye û teşîr kirine. Di ser bedena wan re êrîşî civaka wan hatiye kirin. Di şerê taybet ên li hemberî civaka xwe de hatiye xwestin ku wekî amûr bên bikaranîn. 
 
Jinên kurd ku bi berxwedana xwe navdar in vê serdestiya zayendparêz  a serdestên xwe û civaka xwe baş nas dikin û li dijî wê têkoşîneke mezin didin. Jinên kurd di heman deme de bi têkoşîna xwe hêz û cesarete didin hemû jian û bi taybetî didin jinên li Rojhilata Navîn. Jinên kurd bi bedelên giran ku dane îro nimûneya berxwedan û serhildanê ya tevahiya jinên li cîhanê û tirsa dile neyarên xwe ne.