Jin dê bi dirûşmên serfiraziyê 8'ê Adarê pêşwazî bikin

  • 09:04 4 Adar 2022
  • Ji Pênûsa Jinan
 
Jinên ku wê li qadan biqêrin dê balê bikşînin ser kesayetên ku dixwazin pergala dîktatoriyê mayinde bikin, dixwazin newekheviyê li her qadên jiyanê belav bikin. Wê li dijî vê helwestê û hewildana mayindekirina mîlîtarîzmê jin têkoşîna xwe bikin yek. Di vir de dîsa yekîtiya jinê derdikeve pêş û bandora girîngiya hêza yekîtiyê ya li ser rewşa heyî. Ji ber ku yekîtî bersiva herî xurt a li dijî planên îmhayê ne. Kolan û hemû qadên jiyanê dê di 8'ê Adara îsal de jî li gor xwestek, feraseta serhildanê ya jinê bi teşe bibin. 
 
Roza Metîna 
 
Di serî de jinên kurd, jinên cîhanê hemû li dijî siyaseta şer û nefretê bi helwesta xwe ya xurt a parastina cewherî esas digire wekî her sal, îsal jî 8'ê Adarê pêşwazî dikin. Li dijî êrişên her ku diçe zêde dibin bi hêviyeke xurtir têkoşîna xwe didomînin. Jinên li dijî desthilatdarên ku li ser keda civakê hebûna xwe diparêzin, li ber xwe didin wê dakevin qadan û peyama têkoşîna hevpar bidin. Jin wê bi îradeya azad a xurt li dijî îktidara ku ne berjewendiyên civakê, sermayeyê diparêze, biqêrin. 
 
Jinên ku wê li qadan biqêrin dê balê bikşînin ser kesayetên ku dixwazin pergala dîktatoriyê mayinde bikin, dixwazin newekheviyê li her qadên jiyanê belav bikin. Wê li dijî vê helwestê û hewildana mayindekirina mîlîtarîzmê jin têkoşîna xwe bikin yek. Di vir de dîsa yekîtiya jinê derdikeve pêş û bandora girîngiya hêza yekîtiyê ya li ser rewşa heyî. Ji ber ku yekîtî bersiva herî xurt a li dijî planên îmhayê ne. Kolan û hemû qadên jiyanê dê di 8'ê Adara îsal de jî li gor xwestek, feraseta serhildanê ya jinê bi teşe bibin. 
 
Ji ber ku ev feraseta serhildanê ya jinê di dîrokê de bûye xwediyê taybetmediyeke girîng û serbixwe. Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî di  peyama 2006'an de wiha balê dikşîne ser feraseta serhildanê ya jinê:"Jin ji bo azadbûnê divê îdeolojiya rizgariya jinê pêş bixînin û wek hêza îdeolojîk hebin. Gelek rêyên ku li dijî mêr serî hildin, hene. Divê jin zêde bi mêran bawer nekin. Jin wê serxwebûna xwe biparêzin. Divê jin ji azadiya xwe netirsin. Ez bi jinê re wisa heval im. Min bi jinê re hevaltiya bi heybet kir. Hevaltiyek min a xurt bi jinê re heye. Ev mijara hêz û baweriyê ye. Ez wisa bersivê didim keda hevalên xwe yên jin. Ez dixwazim xurt bin û qada şer û aştiyê diyar bikin. Ez xwe wek karkerên hezkirinê vedinasînim. Ez ji bo we dijîm. Hesreta we hinceta jiyana min e. Ez bi we re me. Cîhanek azad a bê bidestxistin heye. Jiyanek azad heye."
 
Bi van gotinên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan girîngiya azadî û têkoşîna jinê hatiye pênasekirin. Azadî û têkoşîna jinê ya li qadan bûye dînamîkên esas ên bingeha parastina nasname û hebûnê. Bi azadî û têkoşîna jinê her tim hatiye xwestin qeydên civakê dikin kole bên şikandin. Li dijî feraseta qeyûm a ku ji bo binpêkirinên mafên mirovan binixumîne, mîhrîcana berfê lidar dixe, feraseta azadî û têkoşîna jinê bûye hêviyeke mezin a serhildanê. Dê di 8'ê Adara îsal de jî jinên berxwedêr vê hêviya xwe biparêzin.  
 
Tevî hemû zext, zordestî û çavsoriya mezin jin dê li qadan bin. Li dijî zext, îşkence, muameleya ne baş a li girtîgehan, li dijî daraza mêr a nexwest qêrîna Garibe Gezer bê bihîstin, li dijî fetwayên diyanetê yên zayendperest, li dijî zihniyeta guh nade qêrîna edaletê ya Emîne Şenyaşar û malbata Gulistan Doku, li dijî daraza parêzvana mafê mirovan Aysel Tugluk bernade û ceza li Ayşe Gokkan, Leyla Guven ên îradeya jinê temsîl dikin, dibire, li dijî sîstema xwe bi polîtîkayên şerê taybet xwe xwedî dike, li dijî sîstema ku bi wesayetên zirxî zarokên kurdan dikujin, li dijî zihniyeta destkeftiyên jinê ji xwe re wekî tehdîdê dibîne dê jin dirûşmên serfiraziyê berz bikin. 
 
Jin dê bi dirûşmên serfiraziyê 8'ê Adarê pêşwazî bikin û hewil bidin ku berpirsiyariya wijdanî, mirovî, hiqûqî, exlaqî pêk were û têkoşîna edaletê ji bo her kesî bê dayin. 
Ji ber ku di vê serdemê de pêdiviya her kesî herî zêde ji edaletê û pêkanîna hiqûqê heye. Pêdivî ji xurtkirina têkoşîna li dijî binpêkirina mafên hiqûqa navxweyî û navneteweyî heye. 
Pêdivî bi têkbirina tecrîda giran a li ser hemû civakê û ji xurtkirina îrade û rêxistinbûyina jinê ya li dijî desthilatdariya çavsor û  heye.