Yekane armanc û hedefa me azadiya Rêber Apo ya fizîkî ye

  • 09:09 15 Sibat 2022
  • Ji Pênûsa Jinan
 
"Ger ku em hemû di wê bawerî û fikrê de ne ku “Bê serok jiyan na be” ew dem em bi rih û hişmendiyê şerê gel ê şoreşgerî berpirsartiyên xwe yên dîrokî xwedî derbikevin. Êdî em di her qadên jiyanê de seferbertiyê îlan bikin û bi wê rihê tevbigerin. Êdî nabe ku em azadiya fizikî ya Rêber Apo teloq bikin."
 
Gulan Avrêl
 
Em dikevin 24'emîn salvegera komploya navdewletî ya ku li ser Rêber Apo hatiye pêşxistin. Em tevahî pakrawanên heqîqetê yên ku bi dirûşmeya “Kes nikare roja me tarî bike” pêşeroja me ronî kirin û pêşiya gelek êrişan girtin bibîrtînin û bejna xwe li hember wan di tewînin. 
 
Komploya 15’e Sibata sala 1999’an ya li hember Rêber Apo pêşket bi destê tevahî hêzên navdewletî, hêzên hegemon û hêzên nûker ve hate pêkanîn. Di tu serdeman de û tu serhildanên Gelê Kurd de, weke Serdema Rêber Apo de netewa kurd ne bûye xwedî îrade, hebûn, fikrê netewî û zananabûyîna xwe de. Ji ber vê yekê jî komployek ewqasî qirêj, bêbextane û bi plan li ser Rêber Apo hate pêşxistin. Armanca komploya navdewletî ew e ku di şexsê Rêber Apo de Gelê Kurd tune û îmha bikin. Pergala Îmraliyê jî bi taybet weke navenda şer hate hilbijartin û destgirtin. Tevahî qanûn û zagonan li gor ev navenda şer diyar kirin û pêkanîn. Ev pêkanînên tê kirin di şexsê Rêber Apo de li ser tevahî civakê bi taybetî jî jin bi awayekê gelek dijwar tê meşandin.  
 
Rêber Apo bi pêşdîtinên xwe yên dîrokî, ilmî û civakî nehişt ku ev komploya navdewletî bigihije armanca xwe ya ku dixwastin. Lê, komploya Navdewletî bi ti awayî dawî nebûye, tenê şêwaz û rêbazên xwe de guhertinan pêşdixin. Her roja diçe komplo kurtir, berfirehtir, dijwartir dibe. Ji ber tiştên ku dixwastin pêknehat, ji ber vê yekê tecrît, îşkence û sepandinên li ser Rêber Apo kûr tê meşandin.
 
Yek ji armaca Komploya Navdewletî di şexsê Rêber Apo de qirkirina kurdan pêkanînbû. Lê ya herê zêde jî qirkirina jinan. Di serî de jinên kurd û tevahî jinên cîhanê di tu demên dîrokê de ewqasî nebûne xwedî hêz, fikir, îradeyek azad, xwedî li ked û hebûna xwe derneketine. Di dîroka avabûyîna dewletê heya roja me ya îro her tim xwe li ser tunekirina jin û civakê avakiriye. Di roja me ya îrode jî tevahî netew dewlet bi vê fikrê xwe avadikin. Lê Rêber Apo dijberê vê fikrê, fikrekê azad yê xwebûyîna jin avakir û jin jî li ser vê fikrê ji nû de girt dest û afirand. Ji ber vê yekê bi komplore heya roja me ya îro ewqasî qirkirin, tecawîz, tacîz kuştina jinan zêde dibe, ango hêzên navdewletî, hegemonîk û hêzên komploger xwastin bi komploya bêbextane tola dîrokê ji Rêber Apo rabikin. 
 
Rêber Apo li pergala Îmraliyê şerekê bêeman dimeşîne li hember pergal û aqlê zilamê serdest û netew dewletan. Rêber Apo ji bo rûmet, nasname, çand, exlaq û hişmendiya civaka netewa demokratîk şerê mirovahiyê di meşîne. Rêber Apo pergala Îmraliyê ji bo jin û civakê veguherand qada berxwedan, têkoşîn û guhertin veguhertinê. Di dîroka mirovahiyê de tu kes weke Rêber Apo ji bo jin û mirovahiyê nekiriye. Berpirsartiya me li hember têkbirina komplo û hilweşandina komployê ji herkesê zêdetire. 
 
Ger ku em hemû di wê bawerî û fikrê de ne ku “Bê serok jiyan na be” ew dem em bi rih û hişmendiyê şerê gel ê şoreşgerî berpirsartiyên xwe yên dîrokî xwedî derbikevin. Êdî em di her qadên jiyanê de seferbertiyê îlan bikin û bi wê rihê tevbigerin. Êdî nabe ku em azadiya fizikî ya Rêber Apo teloq bikin. Êrişê li ser Rêber Apo û li ser me tê meşandin gelek dijwarin û bi armanca tunekirinê ye. Ew dem pêwîste çalakiyên me li gor vê zanistiyê were rêxistin kirin û pêkanîn. Êdî dem ji bo me bûye weke şûrekê, ger ku em wê şûrê li gor zimanê demê baş karneynîn wê ew şûr me qut bike. 
 
Pêwîste em vê yekê pir baş bizanin û nas bikin bi ti awayî jiyanek bê Rêber Apo nabe wê nebe jî. Demên pir xeter tên jiyîn li gor vê zanistiyê em tevbigerin û li hember komploya navdewletî şerekê topyekûn pêşbêxin. Em bi rihê sala 1999’an têkoşîn û berxwedaniya xwe ya li hember komploya navdewletî bilind bikin. Bila tevahî lêhûrbûyîn û jiyana me li ser têkbirina komploya navdewletî be. Bê Rêber Apo tu tiştekê ne gengaze ji ber vê yekê, yekane armanc û hedefa me azadiya Rêber Apo ya fizîkî ye.