Zanyarê dîrokê û 23 caran reşemî

  • 09:03 15 Sibat 2022
  • Ji Pênûsa Jinan
 
Dema mirov ne di ferqa rastiyê û heqîqetê de be jiyan jî pêkhatin jî ji mirov re sivik û hêsan tê. Ji ber vê yekê ku ciddiyet berpirsyarî nîşaneyên têgihiştinê ne. Salên destpêkê belkî ji ber dîtina wî sekna bêhempa belkî jî ji bandora temaya jiyana ku em her roj ber bi wateyek nû ve dibirin min weke mûcîzeyekê li rêbertiyê mêze dikir.
 
Kurdistan Berjîn Demirkaya
 
Sal 27'ê Mijdara 1991'ê ye û em li Şamê li qatê dehan in. Rêbertî xwest wê şevê em bi hev re xwarinê bixwin. 24 demjimêran em di heman malê de ne. Lê Rêbertî her tim dixebite. Em hertim nikarin wî bibînin û dema wî nîne ku hertim bi me re xwarinê bixwe. Encex rojekê taybet hevalên nû werin. Wekî gelek hewcedariyên jiyanê yên kesanî, mîna peywirekê pêk tîne. Bi qasî ji destê wî tê kêm dema xwe dide.
 
Em bi kelecanî û hinek jî şermokî li ber maseyê rûniştin. Rêbertî bi me re sohbet dike, derbarê me de, derbarê malbatên me de pirsan dike. Dixwaze em aram bin. Lê em hîn nebûne ku bi rêbertî re xwarinê bixwin. Em sê kes hîna nû ne. Hevalek hinek kevn e ew ji me aramtir nêz dibe. Bi rêbertî re dest bi xwarinê kir, qala 27'ê Mijdarê û Kongreya 1'emîn kir. Koma yekem bi kîjan têkoşînê hatibû heta kongreyê û partîbûnê.
 
Ji wê derê ber bi zarokatiya xwe ve çû. Jiyana wî çawabû, hevaltiyên wî çawabûn û li çi digeriya. Qala pêkhatina kesayetî, xeyalên zarokatî, şerên destpêkê kirin. Niha çima çawa îxanet li dilsoziyê hatibû kirin. Wî çawa heyfa xwe hilanî bû. Dema qala êrişa Miho û Cimo kir hêdî pênase kir ku çawa ew bê hay li ber dîwar re meşiyaye û vana kevir ji jor ve avêtine. Li serê wî xistine. Di nava hizirandinê de sekiniye. Destê xwe bir ber serê xwe ve bir û got: "Hîna diêşe". Hevalên din nizanim lê ez şaşwaz mam. Min wateya wê ya mecazî fêm nekir. Ji min re pir komîk hat. Di bin kelecan û şerma ku ji xwe ez di nav de bûm. Min zor da xwe ku nekenim. Lê dema min zor da xwe ken jî zor da min. Min jî ji hundirê xwe de got "Pixx". Min êdî şerm kir serê xwe rakim û li kesî mêze bikim. Ji şerma min nikarî bû lêborînê jî bixwazim. Dema hilma min hate ber min, min serê xwe rakir. Min dît ku rêbertî bi rûyekî ken, bi çavên diçirisin li min mêze dike. Min di vê nêrînê de mîna zarokekî ku li pey hevaltiyê digere dît. Ji wê rojê û pê ve her ku ev bibîranîn hate bîra min carekê jî ji ecemîtiya xwe piçekî şerm kir û keniyam. Piştre jî li ser gotina rêbertîyê ya "Dîrok di roja me de, em di destpêka dîrokê de veşartine" fikirî me.
 
Wateya hebûnê di pêkhatiyê de veşartiye û dîrok çîroka pêkhatina kesan, tevgerek gelek çiqas di têgihiştina dîrokê de nêzî heqîqetê be. Çiqas kûr be di avakariya pêşerojê de ewqas xwedî avantaj û derfet e. Di vê wateyê de di cîh de ye ku mirov bêje rêbertî zanyarê dîrokê pê zanyariya wî jî paradîgmaya wî tê. Li demek, gelek an jî serdemekê nanêre. Di pêkhatina gerdûnî de ji atoma destpêkê heya roja îro mirov û komputura herî pêşketî dixwaze yekparebûna heqîqetê bibîne û li gor wê nêz dibe.
 
Dema mirov ne di ferqa rastiyê û heqîqetê de be jiyan jî pêkhatin jî ji mirov re sivik û hêsan tê. Ji ber vê yekê ku ciddiyet berpirsyarî nîşaneyên têgihiştinê ne. Salên destpêkê belkî ji ber dîtina wî sekna bêhempa belkî jî ji bandora temaya jiyana ku em her roj ber bi wateyek nû ve dibirin min weke mûcîzeyekê li rêbertiyê mêze dikir. Lê ev yek weke pêşerojek û pêjneke ku mirov zanî lê sedema wê nikarî bi lêv bike bû. Rêbertî digot "Hûn çawa dikarin bi aramî, bi ewle rakevin, rojan, mehan, salan derbas bikin. Ez şevan sê saetan jî nikarim bi aramî rakevim. Pergal li ser pişta me ye. Em gelekî ku her roj 24 saetan di bin qirkirinê de ne". Bi rastî jî rêbertî wisa dijiya. Rabûn raketin her kêliya xebata wî, wê wateya weke kesên di amedekiriya çalakiyek dîrokî de derbas dibû, dida. Min ev hema wekî, pêjnekê digirt. Lê ez tu nedigihêştim ka wateya wê seknê çiye û ew sekin bi kîjan wate û têgihiştinan pêk tê. Lê ji ber vê têgihiştinê hebûna Rêbertiyê, hebûna têkoşînê ji min re xwezayî dihat. Jixwe di rêbertî de her tevger û têkoşîn hene û hebûn. Komploya navdewletî weke têgihiştina jiyana gelek kesan, jiyana kurdan û ya min jî serûbin kir.
 
Hest û fikra li hember komploya navdewletî vegotin pênasekirin qet ne hêsan e. Lewra mirov çi wate dabe rêbertiyê têkoşînê û êrişa pergalê li gor wê bandor dike. Weke kurdekî, weke jineke, weke miroveke azadîxwaz ez ketim dehşet û pirsyariyeke bê binî û bê dawî. Min wê demê fam kir ku ger kurdek, jinek bi rewşa xwe ya dîrokî civakî bihese dê bibîne ku li ser sêla sor e. Rastî ev bû. Sekna aram a li ser sêla sor ne hêsan û gengaz e. Kurd, jin û mirova di hundirê min de rabû raperînê. Min digot piştî sedan salan şûnde gelê kurd cara yekem weke mûcîzeyekê bûye xwediyê rêbertiyek rast û derfeta azadiyê. Bi komploya navneteweyî hêzên serdest dixwazin vê derfeta dîrokî ji destê gelê kurd bigirin. Wekî meşvaneke azadiyê ji vê girîngtir çi heye, ji bêyî min. Ji vê girîngtir û ji vê xetertir çi heye. Ez dizanim ku bi milyonan kesên ku ev hest jiyîn hebûn. Ji dayika 50 salî heta zaroka 11 salî bi dehan hevalan bi vî hestê ku di bin lingê mirov de agir dadide û xwe kirin goga agir.
 
Heqîqeta ku mirov dijî û kesên din tênegihêjin dijwartir dibe. Em pêvajoya ku weke gel, wekî jin em di nava agiristanê de bûn. Li welat pir kesên ku ji bûyerê bêhay hebûn. Lê ev nedihate wateya ku komploya navdewletî dîlbûna zanyarê azadiyê wan têkildar nekin. Ez li ser gelê tirkiyeyê difikirim mirovatiya gelan jinan destpêka azadiyê dîrokî wenda dikir û li ber wendakirinê bû. Rêbertî ji bo Rojhilata Navîn, ji bo mirovatiyê û ji bo jinan derfeta azadiyê bû. Lê ev fersend di bin biskê tunekirinê de bû û agahiya wan pê nînbû. Belkî mirovatî weke heqîqeta manî bi sedan salan şûnde bi heqîqeta rêbertiyê bihesiya. Rêbertî bi komployê hatibû revandin û kesek ji jiyana wî  ne ewle bû.
 
Berxwedana gelê kurd rêwiyên maratona azadiyê û bi taybetî helwesta rêbertiyê pêşiya îmhayekê, pêşiya îdamê girt û heta radeyekê komplo vala derxist. Tevî tecrîdê paradîgmaya rêbertiyê ber bi jinên dinyayê, ber bi gelên Rojhilata Navîn û mirovatiyê ve herikî. Têkoşînê ev tirs û xemginîya min a mezin vala derxist. Gelên Rojhilata Navîn, rewşenbîr û pêşverûyên dinyayê jinên dinyayê bi zanyarê azadiyê hesiyan. Têgihiştin ku ji bo wan û ji bo mirovatiyê derfet û fersenda mizgîniya azadiyê ye. Spas ji giyana gerdûnî ya azadiyê re ku ev roj û pêşketin nîşanî me da. Min dît zarokên Tirkiyeyê li Pirsûsê piştevaniya Kobanê dikin, min dît dayikek ereb hêza xwe ya rêbertiyê vedibêje, rewşenbîrên dinyayê bi felsefeya azadiyê kelecanî dibin. Ez gelek hestiyar bûm. Rêbertî niha di tecrîdek bê binî de dîlgirtî ye. Ji ber vê yekê hestên min ên êşê deyndariyê, şanaziyê û hêvîdariya mezin tevlihev dibin.
 
Di vê pêvajoyê de tecrîd di radeyek bê dawî de di kesayeta zanyarê azadiyê de li gelê kurd tê fezkirin. Lê ev pirs carek din li pêşiya gelê kurd û destên wî ye. Serdestiya nêrza a navneteweyî dev ji komployê bernedaye. Tevlî hemî pêşketinan dixwaze vê şansa azadiyê ya dîrokî ji destê gelê kurd, jinan, mirovahiyê bigire. Pêwîst e gelê kurd jî li zanîn û tecrûbeya xwe ya dîrokî bipirse. Di tevahî dîroka xwe de çend caran bûye xwediyê rêbertiyeke wisa dilsoz, zanyar ku nexapiyaye û nayê xapandin. Bersiva vê pirsê ew e ku pêwîst dike gelê kurd bi tevahî hebûna xwe xwedî li vê şansa xwe ya dîrokî derkevin. Heman tişt ji bo gelan û jinan jî derbarê jinên kurd bê şik îro bi ked û têkoşîna xwe dîroka xwe dinivîsin. Ev wek hêza jinan bixwe ye. Lê di vê meş û pêşketina tevgera jinan de rista rêbertiyê bi tenê demokratbûn an jî dayina derfet û keysa têkoşînê nîne. Bi beregeha "Dîrok di roja me de, em di destpêka dîrokê de veşartî ne" cewher û afrîneriya jinê ya ku di dîrokê de veşartiye di bin xweliya modernîteyê de nixumandiye sefand û derxist holê. 
 
Heqîqeta ku jin ne di ferqê de bû û hîna ne xwediyê wê talebê bû. Weke diyarde û zanist derxiste holê. Di nava hewlekî herî dijwar de têgihiştina jinan bi pêş xist. Bi wê rastiya îspatbûyî re jinan bawer kirin ku hevalê wan ê azadiyê yê herî dilsoz rêbertî ye. Loma hamleya "Dem Dema Azadiyê ye" herî pir li jinan û li têkoşîna wan tê.
 
Dixwazim nivîsa xwe bi bîranînek kurt bi dawî bikim. Payîza 1991'ê geliyê Bekayê bû. Em 25 hevalên jin dê ji wargehê derkevin rêbertiyê xwest bi tevahî hevalên jin re xwarinê bixwe. Li meydana wargehê mase hatin amadekirin. Jixwe li wargehê xebatkarên aşxaneyê hertim hevalên mêr bûn. Wê rojê jî hevalên mêr xwarin amade kiribûn. Rêbertiyê ji jinan re got, mêze kin ev mêr hemû xizmeta we dikin. Ev hêza azadiyê ya jinê ye. Ger hêza azadiyê ne xurt ba, ne gengaz bû ku vê xizmetê bikin. Xizmetê dikin lê dibêjin ji bo hûn azadiya xwe biparêzin divê hûn xwe xurt bikin.
 
Wê rojê zanyarê azadiyê em bi gotina "Ji min re jî cîh çêbikin, da ku em werin welatê xwe" bi rê kir. Ji ber ku me ew cihê jiyanê ava nekir an jî avakariya me têrî wê nekir loma 23'yê reşemiyê ku em ji bo azadiya zanyarê azadiyê dijîn, ji bo hevalên jin ên dilsoz dem dema avakirina derfeta jiyana azad e.