Kurmê darê ne ji darê be dar narize

  • 09:03 25 Çile 2022
  • Ji Pênûsa Jinan
 
"Sal wek avê derbasdibe û ev 47 sal in Tevgera Azadiyê berxwedanêke bê hempa beramberî tevahî dijminên mirovahiyê dide. Ew berxwedan dibê rûmet, serfirazî û serkeftinên gelên bindest. Tekoşîna 47 salan rengê îxaneta şîloyî derxist holê."
 
Jîn Kobane
 
Ez pir fikirîm ku penaseyêk çawa binivsînim ji van keliyên em dijîn re. Bi rastî her gotinêk ku ji peşiyên me gotinê bi hin tecribê û encamên bûyeran ve hatinê gotin. Ji bo vê yekê jî min jî serdema ku em jiyan dikin re ev sernav hîn behtir di cîh de dît. Di heman demê de ev sernav dihêle ku wek kes û civak jî behtir li xwe vegerê û hin pirsan ji xwe bike. Gelo em ji ku hatin û diçin ku? 
 
Hestên ku em dijîn çiqas bi tendirûst û rasteqîna jiyana me diyar dike. Ango hestên em dijîn bi rastî jî çiqas hestên civaka xwezayî û azadîxwazê. Wek mirovahî û bi taybetî jî civaka kurd tevahî cewherê me hatiyê lîstîn, helandin û perçiqandin. Ji ber ku hestên me baş nehatinê rêxistinkirin û perwerdêkirin em ji rastiya heskirin û evînê dûrketinê. Dema ku em hestên xwe bi awayekî polîtîk dest negirin û rastiya cih û dem de avanekin em ê nikaribin heskirina ax û welat jî bijîn. Ger mirov kesayeta xwe û civaka xwe de hestên polîtîk û bi pîvan ne afirînê rêka îxanet û ketinê de winda dibe.
 
Sedama vê yekê ya herî mezin jî jibîrkirinê. Dema ku em jibîrdikin di wêkeliyê de îxaneta mezin em dijîn. Serokatî dibêje "Min îxanet xweyalên xwe yên zaroktiyê nekir" Rastiya pîroz û di lêgerînê van gotinan de pir eşkêre diyar dibe.
 
Em xwedî mîrateyek pir bi êş û têkoşer in. Gelê Kurd di dîroka xwe de her tim di nava şer û berxwedanan de bûn. Lê sed mixabin ku em bi xwe dibin neyarê xwe. 200 salên dawî her^tim raperîn û serhildan ji dîroka me qût nebû. Di nava van 200 salan de jî plan û komployên hêzên dervê jî heman demê jî wek gelêk pirsgirêkên hebûnê jî dihatin jiyîn. Di 200 salên dawî de mirov nikarê tenê behsa fedakarî, wêrektî, berxwedan û girêdanbûnê bike. Îxanet û bûyerên ku serfiraziya mirovan rûreş jî dikê hebûn. 
 
Di dîrokê de serhildanên bi destê îxanetê têk çûnê di nav çend mînakan de bînin ziman. Babanzadê Abdirrahman Paşa (1806-1808), Serhildana Bedîrhan Beg (1842-1847), Serhildana Bîtlîs-Hîzan (1913-1914), Serhildana Koçgirî (1920-1921), Serhildana Agirî (1926) Serhildana Orêmar (1930) hwd.
 
Em dikarin bi dehan mînakên wiha bidin bê guman. Lê  wek me di sernav de jî diyarkir ku kurmê darê ne ji darê be dar narizê. Lê piştî çariyêka sedsala 20’an, li ser axa Kurdistanê girêdanbûna ax û darê carekdin zindî bû. Wek welidîna bi êş a dayika me, axa welat jî tovên hêvî, bawerî, heskirin, welatparêzî, azadî û wekhêvî diwelidan. 
 
Wek Gelê Kurd pir caran em dijminê xwe nasnakin û dibin evîndarê ezraîlê xwe. Dikevin xafka neyarên xwe, leyistokên wan de winda dibin, dihelin û dibin kesêk biyanî. Pewîste em pênaseya îxanetê baş bizanin û bandora wê ya liser hest, raman, kesayeta me bi çi awayî ye tahlîl bikin. Wekî ku mirov nexweşiya xwe ji bijişk re bêjê û bijişk jî dermanê wê bidê.
 
Her çiqas cûreyên îxanetê hebe jî, lê îxanet her derê îxanetê. Îxanet li heskirin, baweriyê, kesekê ango gelekê, dîrokê û axê jî tê kirin. Di bingeha îxanetê de tunebûn û bêrûmetî hertim heyê. Ji bo civaka kurd jî rûmet tevahî mal û milkên cîhanê bi nirxtirê. Xwedî êş û dîrokê, dibe ku pir ji me jî wan êş û lorînan da xwe naskiribe… 
 
Sal wek avê derbasdibe û ev 47 sal in Tevgera Azadiyê berxwedanêke bê hempa beramberî tevahî dijminên mirovahiyê dide. Ew berxwedan dibê rûmet, serfirazî û serkeftinên gelên bindest. Tekoşîna 47 salan rengê îxaneta şîloyî derxist holê.
 
Mijarek heyê ku hertim hêrs û bê rûmetiya herî ketî tîne bîra me. Ew jî lîstokên PDK'ê ne. Em baş dizanin ku hêzên dervê xwînmijên kurdan e. Lê PDK'ê xwe wek kurd dide naskirin û ji dijminêndin bêhtir bê rûmet û xirab erîşê Tevgera Azadiyê û civaka kurd dikê. Dest dirêjî li tevahî rûmêta civaka me dikê.
 
Di heman demê de Deriyê Sînor a Sêmalka li ser Gelê Rojava digirê, li ser Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ambargo datînê. Mirov nikarê bi tenê vê yekê ve girê bidê, dema em paş vedigerin û rûpelên dîroka îxanetê lêkolîn dikin sala 1992'yan û 1997'an jî ev bêrûmetî layiqê xwe dîtiyê. 
 
Çima hertim tê gotin ku wek civaka kurd di îxaneta navxweyî ya hindir de nebûya, wê heya niha bi dehan şoreş hatiba pêş xistin. Roja me ya îro ev cûreyên erîşên dijmin bi awayekî zirav, nerm ketiyê nava jiyana me û em pê nahesin. Ev dibê sedêm ku gundek, bajarek ango malbatekê bêbawer be û ji hev du qûtbûn pêşbikeve. 
 
Beramberî lîstok û erîşên dijmin dê civaka kurd yekbûn û rûmeta xwe biparêzin. Di nava pergala netewa demokratîk de xwe pêş bixin û civaka wekhev û pir rengî pêş bixin.