Têkoşîna ku ji Sara destpêkiriye bi Sêvêyan berdewam kiriye...

  • 12:21 9 Çile 2022
  • Ji Pênûsa Jinan
"Heval Sara bi sekna xwe bandor li jiyana ku divê çawa bê jiyîn kiriye û bûye temsîliyeta nasnameya jinê. Herwiha Heval Sara bi şahdeta xwe jî bi jinan re rih û hişmendiya azadiyê ava kiriye û bi vê sekna xwe nemir bûye. Ji ber vê ye ku ji bo me jinan Rêheval Sara bûye navê azadî, evîn û şer. 
 
Wenda Dursend
 
Tirsa herî mezin a hikûmetên paşverû yên serdest ên mêr, têkoşîna azadiya jinê ye. Li hemberî serhildana jinan ti hêzeke faşîst rizgar nebû. Ji tirsa ku dawiya wan bi têkoşîna jinan bê, her tim êrîş kirine. Her çiqas di serdema faşîzmê de ev êrîş zêde bibin jî di her serdemê de berdewam kirine. Ev rastiya qirkirina siyasî ya jinên pêşeng ên di pêvajoya dîrokî de têkoşiyane ye. Her çiqas hêzên pergala serdest a mêr guherîbin jî, zîhniyet her tim weke xwe mane. Êrîş bi binhişê vê zîhniyetê hatine pêşxistin. Li ser vê rastiya dîrokî bêhejmar cînayetên siyasî yên weke kuştina xuşkên Mîrabel ji aliyê dîktatoriya Trujîllo li Domînîkê û kuştina hovane ya Rosa Luxemburg li Elmanyayê ji aliyê dijberên şoreşê ve hatine jiyîn. Dîsa tirsa taybetmendiya civakîbûna têkoşîn û berxwedanê ya jinê ku paşxaneya van kuştin û êrîşan pêk tîne heye. Li ser esasê vê rastiyê, faşîzm hê jî ji tirsa windakirinê li hemberî têkoşîna jinê êrîşên bêperwa pêş pêk tîne.
 
Hêzên li pişt komkujiyê diyar in
 
Desthilatdariya mêr, monîst, navendîparêz bi pêşxistina îtaetkariya mutleq a tevahiya civakê li ser koletiya jinê ya ku vîna wê hatiye şikandin, jiyaye. Ji ber vê yekê faşîzmê got pêşî li jinan bigirin. Dema ku dîrok 9'ê Çileya 2013'an nîşan da, heman zihniyeta tarî careke din vejiya. Vê carê navnîşan Parîs bû ku berê jî bi qetlîamên bi vî rengî tê zanîn. Sê jinên Kurd ên şoreşger Sara, Rojbîn û Ronahî ji aliyê kujer Omer Guney ê ji aliyê MÎT’ê ve hatibû tayînkirin bi awayekî hovane hatin qetilkirin. Ev komkujî bi tifaqa qirêj a li ser têkiliyên berjewendiyê dewletan pêk hat. Di şexsê şoreşgera jin Sara de ku di vê komkujiyê de jiyana xwe ji dest da êrîş li ser bîrdozî û xeta azadiya jinê pêş hat kirin. Li gel ku hêzên li pişt wê evqas eşkere ne jî, edaleta rastyeqîn hîna pêk nehatiye. Bêdengiya Fransa bi awayekî eşkere ji ber hevkariyê ye û heta ku hemû aliyên komkujiya Parîsê ronî neke û hêzên li pişt wê dernexe wê nikaribe xwe ji vê hevpariyê rizgar bike. Li gel ku bûyer nehatiye ronîkirin, li gel ku 9 sal di ser komkujiyê re derbas bûne jî hemû delîl hikûmeta AKP'ê û MÎT'ê nîşan didin jî ne diyarkirin kujeran sûcê herî mezin e. Dosya bi rêk û pêk nayê lêkolînkirin  hiştin û bi vê hewl tê dayîn ku ji demboriyê re bê hiştin. Bêyî ku komkujiya Parîsê bê ronîkirin, di 4’ê Çileya 2016’an de li Silopiyayê di dema berxwedana xwerêveberiyê de heman zîhniyeta faşîst hatin pêşxistin, qirkirineke din a siyasî pêk hat. 3 siyasetmedarên Kurd û aktîvîstên KJA'yê Sêvê, Pakîze û Fatma yên ku birîndar bûn hatin înfazkirin. Dema mijar dibe Kurd û jin, kesên ku komkujî kirine bê dudilî, ji mafê xwe kuştinê û bi rihetiya wê baweriyê ku dê hesab nedin, komkujî pêk anîn. Bersûc li vir hêzên yekreng (unîforma) ên dewletê ne ku bi gotina xwe ya dewleta pîroz kuştinê weke erka xwe ya sereke dibînin.
 
Ne tesaduf e ku jinên pêşeng dibin hedef.
 
Bi van cînayetên siyasî yên li hemberî jinên ku di têkoşîna azadiya jinê de di pozîsyona pêşeng de cih digirin, hat xwestin ku me jinên li ser xeta azadiya jinê têdikoşin bitirsînin. Ev cînayetên tên kirin bi armanca ku me jinan bi paş de biavêjin, dawiya têkoşînê weke gor an jî zindan nîşan didin. Ne tesaduf e ku jinên pêşeng, dibin hedef. Hikûmetên faşîst bi van cinayetên siyasî armanc dikin ku me û têkoşîna me bêbandor bikin û bi vî rengî hesaban dikin ku wê ji jinên têdikoşin gavekê paşde bavêjin. Lê ev hemû hesabên li pêşberî berxwedana jinan têk çûn. Heval Sara çawa ku bi jiyan û sekna xwe bû sekna nasnameya jina azad, bi şehadeta xwe re ruh û hişmendiya azadiyê bi jinan re ava kir û di dîroka têkoşînê de jî nemir bû. Ji bo vê jî ji bo me jinan navê azadî û hezkirinê bûye rêheval Sara.
 
Şerê wê jî û jiyana xwê jî mezin e 
                   
Jiyana Heval Sara her tim şer bû, sara heqê vê bi têkoşîna mezin da. Bi tevlîbûna gelek rêhevalên xwe  ya mezin, pêşengtiya meşa azadiyê kir. Dema ku têkoşîna mezin a jiyaneke bi wate dida, li hemberî îşkence û zehmetiyên ku jiyabû, careke din jî bi helwesteke rast meşa xwe berdewam kir. Bi afirandina etîk û estetîka berxwedanê re, bi pergala serdest a mêr re li hev hatiye. Dîsa bi têkoşîna xwe dîroka berxwedana zindanê ya jinê nivîsand. Faşîzma 12’ê Îlonê ji bo îradeya Sara bişkîne û teslîm bigire li zindana Amedê serî li îşkenceyên ku nayên xeyalkirin da. Li hemberî van hemû îşkenceyan, Sara bi berxwedana xwe, carekê jî negot 'ax', kesên ku îşkence kirin biçûk xistin. Îro rêhevalên wê yên jin bi mîrateya berxwedanê ya ku ji wê girtine, têkoşînê berfireh dikin. Jinên ku ji bo jiyaneke bi wate bi evîna azadiyê têkoşîneke mezin dan, xeyalên xwe avêtin bayê sor û çûn. Dema ku hêviyên wan di bin ronahiya heyvê de bûn, bûn bûn perperok û firiyan çûn. Dema xatir xwestin, mîrateyeke mezin a berxwedanê ji me re hiştin. Weke rêhevalên jin em ê di têkoşîna xwe de bîranînên wan mezin bikin, ji bo avakirina jiyana azad em ê bi hişmendiya azadiyê ji faşîzmê hesab bipirsin. Ji Sara ya ku etîk û estetîka berxwedanê bi xwe re ava kir.