Ji yên nayên re name

  • 09:04 18 Sibat 2021
  • Ji Pênûsa Jinan
 
‘Ez soza serpêhatiyan nadim te lê hêvî dikim ku tu yê li hember vegotinên min bêdeng nemînî. Gelo divê mirov ji ku derê dest bi hesretê, sohbetê bikin? Ger em evînê bikin serê her tiştî wê demê dibe ku em hinek der barê evînê de tiştekî vebêjin…”
 
Zelal Fîdan*
 
Ez her rewşa payîna li benda te jiyam. Carinan bi hêvî min riya te payî, carinan bê sebir û baweriyek nîvco… Tu yê bihata lê hincetan riya te digirtin. Di nav ewqas kar û barî de carna em dihatin hember hev. Ew dema kurt ku te biryar dida ku binivîsî, di nav saniyeyan de winda dibû. Ji ber vê jî navbera me zêde dirêj dibû.
 
Min tu dipayî, wek akrebeke li bendê yelkovanê. Heta tu nehatibayî ez nedimeşiyam, ji ber pêngava min ya ewil wê gotinên te pêk bianiye û her pêngava min wê bi coşa gihiştina gel hev, kêfxweş bibûya. Ez li bendê te payîm, min ji israra te ya di nehatinê de hez nekir, ji ber wê ez ê bêm gel te.
 
Ez soza  serpêhatiyan nadim te lê hêvî dikim ku tu yê li hember vegotinên min bêdeng nemînî. Gelo divê mirov ji ku derê dest bi hesretê, sohbetê bikin? Ger em evînê bikin serê her tiştî wê demê dibe ku em hinek der barê evînê de tiştekî vebêjin…
 
Ji bo hemû hosteyên jiyanê re gotine ‘Evîn’
 
Evîn çi ye, venasîna wê heye gelo? Wê di qalibekî de bicih bibe, nav û cureyê wê li ber çav in? Gelo kî ye evîndar, yên dibin Mecnûn û dikevin çolan, an jî yên wek dînan li xwe digerin, an jî yên bêyî teredut direvin heqîqetê.
 
Carna bi pirsan bi bersivan derbas dibe.Nizanî ku ya lê digerî pirs e an bersiv e. Dema mijar dibe evîn her bersivek pirsekê derdixe. 
 
Xwegîhandina heqîqeta evînê her diçe zehmet dibe.
 
Seranserê dîrokê li ser heqîqet û xweserbûna evînê pir serî hatine êşandin. Evîn yek ji hestên herî zêde tevlihev e. Ji ber vê jî di jiyanê de her tim bû mijara lêpirsînê. Ji bo em balê bikşînin ser aliyên dîrokî yên evînê ji gotinên xweda û xwedawendan divê em derkevin rê.
 
Bi Modernîzmê re em bi nênîreke ku evînê ji hemû hestan cuda dike re hatin rû hev. Ev cudahî hem di jiyana civakî û hem jî fikrî de gelek guherîn afirand. Yek ji mijarên nîqaşê ‘evîn di kirdeyê de ye an jî di birêserê de ye’ û vê gelek caran hişê me tevli hev kir.
 
Ez qisûrên wekheviya kirde-birêser ji rexnegirên Descartes re dihêlim an jî ji dijberên modernîzmê re dihêlim û hinek bandorên wê dixwazim bi te re nîqaş bikim. Li gorî vê newekheviyê ji bo evîn çêbibe ewil hewcedarî bi kirdeyeke evîndar heye.
 
Ez dizanim ku di vê nokteyê de bi te re jî hinek pirs ava bûne. Ger ku pêkhateya evînê kirde be, ne hewce ye em di birêserê de tiştekî bigirin. Lêgerîna evînê xweşikahî be esasa ku berê xwe dide neseyê jî divê taybetiyên wê yên xweş hebin.
 
Ka bêje niha tu strana ‘xweşikahiya te nake deh kuruş-ev evîna min tunebûna’ distirê. An jî Mecnûnê dibêje ‘ Bi çavên min Leylayê bibînin’ bi bîr tînî? Belkî jî her du jî mafdar in. Hîmê neheqiyê tunehesibandina Leylayê ye. Lê Mecnûn dibêje bi çavên min li Leylayê binêrin.
 
Xwedawendiya Evînê me bi kelecana heqîqetê tije dike. Riyên bi dirî, kemîn, bendewariyên bi êş dibe ber çavan. Ji ber xweserbûna mirovan, xwegîhandina heqîqetê dixwaze.
 
Evîn hestekî wisa xurt e ku, mirov dikare rihê xwe bigihîne esasa xwedawendiyê. Tiştên ku Mecnûn dijî jî hestekî wisa ye.
 
Ji ber ku hezkirin xwe di her du canan de jî bide xuyakirin perdeya li ser dil radibe. Her dilên wek hev li hember hev disekinin û di yekî de çi hebe di yê din de jî heman tişt heye. Wê demê yekitî derdikeve holê.
 
Yanî bi kurtasî evîn ne di kirdeyê ne jî di birêserê de ye. Nizanim tu çi dibêjî?
 
Bi kurtasî min xwest silavekê bidim. Lê dema mijar bû evîn, gotin jî dirêj bûn. Min li te jî nepirsî, tu çawa yî? Em hatin dawiya payîzê, dar hemû weşiyane niha. Belgên sor û zer xwe li lingên te digerînin gelo.
 
Ez pir hez dikim ji helbestan li destpêk an jî dawiya nameyên xwe binivîsim. Lê payîz ji xwe helbest e, ez nizanim ku çi binivîsim. Min dîsa xwest bi çarîngekê biqedînim. Helbestkar dibêje;
 
“Dema tu ber bi evînê ve bifirî
  Dê baskên te bişewitin
 Ger tu ber bi evînê ve nefirî wê bask bi kêrî çi bên
 Dema tu bigihêjî evînê wê kî yê guh bide bask..”
 Bi hêviya bigihêjî evînê….
 
* Girtîgeha Tîpa T ya Amedê