Fira azadiyê ya Çûka bi navê Ferîde

  • 09:03 12 Sibat 2021
  • Ji Pênûsa Jinan
Çûka bi navê Ferîde li welatê çîrokan, geh li ser çiyan geh li nava çiyan difire.  Çûka bi navê Ferîde ber bi azadiyê ve difire. Dengê wê keyfê dide mirovan. Wexta dengê wê tê zarok bera dû wê didin. Lê nikarin bigîhîjin coşa wê.
 
Derya Arslan
 
Ezman çavên mirovatiyê ye. Şîn û spî bi hev re di nava xwe de dihewîne. Wek ewr û asîman, wek qêrîn û êş, wek gul û bilbil, wek can û rih di nava vê jiyana bi hev re de çîrokekê dest pê kiriye. Hebû tunebû çûkek bi navê Ferîde hebû. Çûka bi navê Ferîde li welatê çîrokan, geh li ser çiyan geh li nava çiyan difire.  Çûka bi navê Ferîde ber bi azadiyê ve difire. Dengê wê keyfê dide mirovan. Wexta dengê wê tê zarok bera dû wê didin. Lê nikarin bigîhîjin coşa wê.
 
Roj derbas dibe û çûkên neyar ji hezkirina çûka bi navê Ferîde ya zarok, gel û ezman hêrs dibe. Bi dil û peyvên qirêj hêrs dibin. Çûkên neyar difirin dibêjin ku Ferîde gel dixapîne nanê wan didize û dixwe. Derewên çûkekî neyar ewqas mezin e ku bi xwe jî jixwe bawer dike. Rojekê digihîje gel Ferîde û dibêje 'tu nanê gel dixwî û wan birçî dihêlî'. Ferideka şêrîn çiqas bejê na, neyar bi israr e û dîsa gotina xwe dike. 
 
Ferîde êdî mecbûr dimîne, dixwaze xwe îspat bike û dibêje  'were min perçe bike, zikê min veke eger ez rast bim, du şertê min hene'. Neyar disekine, difikire û dibêje 'ka şartên te çi ne?'. Ferîde dibêje 'tu kêrekê bîne û zikê min biqelêşe binêre ka perçeyek nanê gel di zikê min de heye yan na, wê wextê ez ê bimirim, tu bedena min bişewitîne ku ji xwelîya min jiyan dîsa dest pê bike!' Neyar ji ber şertê Ferîde û ji ber cesareta wê şaş dimîne lê fersendek ketiye destên neyar dixwaze wê fersendê bernede û şertên Feride qebûl dike. Lez û bez kêrê tîne zikê wê diqelêşe, perçe dike, canê wê distîne û di hundirê Ferîde de pariyek nan nabîne. Dinêre ku bi destên xwe ew kuşt lê nan tune ye. 
 
Me di destpêka çîrokê de jî got. Ezman çavên mirovatiyê ye. Gazî neyar dike û jê dipirse 'ka bêje kê kuşt?'. Neyar yek bi yek bersiv dide 'min', 'kê şuşt?'. 'min' , kê şewitand 'min', 'kê hilanî?' 'min'. Ezman êdî nahêle biaxive û dibêje 'neyarê zalim, Ferîde çûkek delal û hêja bû bi dengê xwe yê xweş jiyan mest dikir, tenê daxwazek wê hebû. Wê dixwest kenên zarokan zêde be. Lê hêrsa te, qirêjbûna te, ew kuşt û em bê Ferîde man. Ji niha şûnde tu heta mirinê ji şefaqê heta êvarê bi qirîna xwe bigere û gunehê xwe bêje 'kê kuşt, min kuşt. Kê şûşt min şûşt. Kê şewitand min şewitand kê hilanî. Min hilanî. Wê hemî cîhan li te guhdar bike û dengê te biçe mirovan û her tim wê lanetê li te bînin. Ev ceza besî te ye. Lê cezayekî mezin jî ji me re ye ku ew êşa çûka Ferideyê ku me nikarî ji  destên neyaran  ew biparastan. Gora Ferîdeyê jî di dilê me de ye.